Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Sembola xeta berxwedanê ya li hemberî xiyanetê; Şehîd Xebat Dêrik

Dema behsa Şoreşa Rojava tê kirin, şehîd Xebat tê bîra mirov ku tevahî gel pê bandor bûye. Şehîd Xebat bû sembol û nimûneya serbilindiyê. Hevalekî şehîd Xebat da zanîn ku hedefgirtina wî bi armanca têkbirina tevgera gel a şoreşgerî li Rojava bû.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
14/01/2022 - 10:49
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Sembola xeta berxwedanê ya li hemberî xiyanetê; Şehîd Xebat Dêrik
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Bi destpêka şoreşa Rojava re ku berhemên xeta berxwedanê ya demdirêj a 40 ye, xeteke din derket, ew jî xeta xiyanetê ya bi nûnertiya kesayeta malbata Ebdullah Bedro yê alîgirê ENKS’ê bû. Malbata Ebdullah Bedro yek ji stûnê Şoreşa Rojava û yek ji damezrînerê YPG’ê Xebat Dêrik hedef girt.

14’ê vê Çileyê salvegera 10’emîn a şehadeta têkoşer Xebat Dêrik e. Xebat Dêrik di 7’ê Çileya 2012’yan de bi guleya îxanetê hate hedefgirtin û rakirin nexweşxaneyeke Helebê. Tevî hemû hewldanan jî lê, şehîd bû.

Şehîd Xebat Dêrik xwedî taybetmendiyên têkoşerê şoreşgerî bû ku rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya “Pirsgirêka Kesayetî ya Kurdistanê” de îşaret bi wan taybetmendiyan kiriye. Rêber Ocalan di Pirtûka Kesayetî ya Kurdistanê de wiha got: “Têkoşer ew kes e ku li gel wî/wê têgihîştineke li ser hemû mijaran heye û li derdora xwe û di jiyanê de bi awayekî durist pêk tîne. Bê guman, hebûna enerjiya teorîkî û pratîkî ya pir mezin mîna jiyana rêxistinek e. Divê wekî organîzmayeke ku bi berdewamî pêş dikeve û xwe diparêze be. Di heman demê de divê ji rewşa şêweyek ku xwe îzole dike û gav bi gav ji hev belav dibe jî dûr bikeve. Divê rêwîtiya wî mîna ya gel û artêşeke rêxistinkirî be. Bi vê yek têkoşerê/a me dikare peyama xwe ya dîrokî pêk bîne.”

SEMBOLA ŞOREŞÊ

Mehmûd Remedan Mihemed (Xebat Dêrik) têkoşer, berxwedêr û pêşengekî ku di oxira azadî û serkeftina gelê xwe de dudilî nebû. Sala 1962’yan li gundê Kasan ê Dêrikê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber rewşa debarê ya zehmet a malbatê, xwendina xwe ya qonaxa seretayî bi dawî nekir. Piştre ji bo kar berî dide bajarê Dêrikê û ji biçûkaniya xwe de bi çalakî û hezkirina ji xebatê re hat nasîn.

Ji ber rewşa debarê ya malbatê ya nebaş a mîna hemû malbatên Kurd digel rejîma destpot ku bi mafên wan îtîraf nake, şehîd Xebat ji bo xebatê berê xwe da Şamê. Rewşa wî mîna rewşa hemû ciwanên Kurd bû ku siyasetên nijadperestiyê yên li herêmên Kurd pêk dihat, ji bo xebatê berê xwe da bajarên mezin.

Li gorî birayê şehîd Xebat ê mezin Mihemed Remedan Mihemed di demeke berê de ji ajansa me re axivîbû, dema şehîd Xebat leşkertiya artêşa Sûriyê li Lubnanê kir, Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir.

Şehîd Xebat bi fikirê tevgera rizgariyê bandor dibe û wê jî hişt tev li tevgerê bibe û di 1985’an de berê xwe dide Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a herêma Bîqa ya Lubnanê. Di akademiyê de perwerdeya rêber Abdullah Ocalan dibîne û di 1987’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

FERMANDARÊ MEYDANÎ YÊ MEZIN

Li çiyayên Kurdistanê, dibe hevalê çiyayan û parçeyek ji wan. Hevalê wî Zûhat Kobanê, piştî şehadetê bi rojekê di 2012’yan de nivîsek li ser wî belav kir û wiha tê de dibêje: “Belê hevalê min, te zanî ku pêdiviya welat bi berxwedan û fedekariyê heye. Tu di artêşa Sûriyê de bû, te hişt û berê xwe da qadên şer. Tu li çiyayan ne tenê gerîlayek bû, lê belê tu têkoşer û fermandarek bû ku gerîla li dijî dijmin bi rê ve dibirin. Ji ber ku te nas kir ku welatparêzî ne tenê bi gotinan e, lê bi xebat û têkoşînê ye û pêdiviya welat bi îxanet û tesmîlkaran tune ye, lê belê pêdivî bi têkoşer, gerîla û fermandaran heye. Ji berê tu her tim fermandar, rêveber û têkoşer bû û di têkoşîna xwe de afrîner bû

Şehîd Xebat di çiyayên herî zehmet re diçû. Di têkoşîna xwe de, erka endametiya Meclisa Leşkerî ya HPG’ê û fermandarê Ayaleta Botnê wergirt, piştre dibe endamê Konseya Navendî ya KCK’ê.

Bi destpêka tevgera şoreşê li Sûriyê di 2011’an de û guhartinên ku piştre çêbûne de, şehîd Xebat Dêrik ji kesên yekemîn bû bersiva bangê daye, tev li şorea azadî û parastina gelê Rojava bû. Ji destpêkê ve di eniyên pêş de tê koşiya. Xebata li ser bingehê perwerdekirina gel meşand û di wê yekê de xwe spart fikirê ku civaka exlaq-polîtîka bêyî xweparastinê ne pêkan e û xeta bingehîn jî YPG danî. Her wiha rola pêşeng di rêxistinkirina xwepêşandanên ciwan û gel de lîst, parastina wê kir û meclisên gel bi rêxistin kir.

Silêman Ehmed yek ji kesayetên welatparêz û hevalê şehîd Xebat Dîrok bû û di bûyera siûqastkirina wî de pê re bû. Ehmd bi van gotinan şehîd Xebat bi bîr anî: “Di rastiyê de dema Şoreşa Rojava tê nasandin, yekemîn kesê tê bîra mirov, şehîd Xebat Dêrik e.

Dema me amadekariya avakirina meclisên gel dikir, min şehîd Xebat di Gulana 2011’an de nas kir. Di wê demê de me li ser Şoreşa Rojava, çawaniya parastina gel, lîstina roleke aktîf di avakirina civakeke azad de nîqaş kir. Şehîd Xebat nirxên gelê Kurd û Şoreşa Rojava diparast.”

Ehmed îşaret bi şehadeta wî ya bi destê malbata Bedro kir û ev tişt got: “Tevgerê bawerî da malbata Bedro, lê wê rêya îxanetê vebijart. Şehîd Xebat xwest hevdîtinekê bi malbata Bedro re pêk bîne û me berê xwe da mala wan. Lê şehîd Xebat nehişt ez derbasî malê bibim, ez jî li derve li benda wî bûm.”

Piştî ku Xebat Dêrik ji mala Bedro ya li Qamişlo derdikeve, malbatê ji paş ve gule avêtê û wî bi girînanî birîndar dike û piştî hefteyekê şehîd dibe.

Malbata Bedro dest danî ser alîkariyên ku ji bo piştevaniya Şoreşa Rojava hatine şandin, şehîd Xebat jî hewl da alîkariyan vegerîne, ji ber wê malbatê wî kir hedef.

Ehmed behsa sîxurtiya malbata Bedro kir û ev tişt anî ziman: “Tu nirx li gel xayînan tune ne û li her derê xiyanetê berdewam dikin. Dewleta Tirk rolek di çêkirina sîxurtiyê di nav gelê Kurd de lîst, malbata Bedro jî cihê xwe di vê îxanetê de girt.”

‛HEDEFGIRTINA ŞEHÎD XEBAT HEDEFGIRTINA VÎNA GELÊ KURD E’

Ehmed anî ziman ku xeta îxanetê her tim gel hedef digire û wiha domand: “Hedefgirtina şehîd Xebat hedefgirtina vîna mirovê Kurd e. Ji ber wî xwest xwîna kurdiyatiyê ji xayînan biparêze. Ev nirx li cem gelê Kurd ê li Rojava pîroz in û ew alîkarî jî berhema keda gel û welatparêzan bû û ji xwêdana eniya dayik û bavan bûn. Şehîd Xebat jî xwest wî mafî vegerîne.”

Her wiha Ehmed bal kişand ser xeta îxanetê ya hedefgirtina fermandarên gel ên manewî û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker û tevkarên wê gelek caran hewl da kesayetên şoreşger mîna şehîd Xebat bikin hedef. Lê dijmin nikarî li çiyê wî hedef bigire, ji ber wê pişta xwe da xeta îxanet û sîxurtiyê û xwest bi hedefgirtinê şoreşê bê fermandar bihêle.”

Ehmed destnîşan kir ku dijmin rola kesayetên mîna şehîd Xebat ên ku li ber destê rêber Abdullah Ocalan dîtine, dizane. Ji lew re bi hemû rê û rêbazan wan hedef digire.

Ehmed behsa rola fermandarên şoreşgerî yên ku di Şoreşa Rojava de şehîd bûne kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Îro Şoreşa Rojava bi keda şehîdên mîna Xebat, Rustem, Polat û Hisên Çawîş ku rêya rêbertiyê parastine, bi ser ket. Li aliyekî em bi şehadeta wan diêşin û li aliyekî din jî şehadeta wan hêzeke mezin dide me ku em xeta wan berdewam bikin û armancên wan pêk bînin. Şehîdên ku me navên wan bi bîr xistine û yên me bi bîr nexistine rihê şoreşê bi me da nasîn û ji me re îsbat kir ku ew parêzvanên gelê Kurd in.”

‛DIJMIN DI ALIYÊ LEŞKERÎ DE TÊK ÇÛ, JI LEW RE BERÊ XWE DA XEDIR Û AJANTIYÊ’

Ehmed îşaret bi planên dijmin ên ji bo têkbirina Şoreşa Rojava kir û wiha axivî: “Dijmin piştî ku di aliyê leşkerî de têk çû, berê xwe da sîxurtî û bikaranîna xayînan da ku planên xwe pêk bîne. Lê Şoreşa Rojava rastiya dijminê me yên rasteqîn bi me da nasîn, ew jî dewleta Tirk û xayînên ku tevkariya wê dikin.”

Têkildarî siyasetên PDK’ê yên li hember gelê Rojava û girtina deriyê Pêşxabûr, Silêman Ehmed ev tişt got: “Girtina derî girtina deriyê mirovahiyê ye. Ew bêjin ku ciwanan kevir avêtine wan, gelo çima hikumeta Başûrê dewleta Tirk nabîne ku xaka Başûr dagir dike û çekên kîmyewî bi kar tîne? Cihek di xaka Başûrê de nemaye ku Tirkiyê dagir nekiriye. Kîjan zehmet e, avêtina keviran, an şewitandina xwezaya Kurdistanê, talankirina gund û wêrankirina wan!”

Ehmed diyar kir ku yên ku şehîd Xebat hedef girtine, heman kesên niha Rojava dorpêç û ambargo kirine û girtina deriyê Pêşxabûr îxaneteke bizanabûn e. Armanc ji wê yekê koçberkirina şêniyan ji xaka wan e. Lê her kesê dibe alîkariya koçberkirina gel xayînê şoreş û gelê xwe ye.

Silêman Ehmed soza xwe ji hevalê xwe şehîd Xebat Dêrik re nû kir û bang li gelê Kurd kir ku li dora Şoreşa Rojava kom bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku bi sed hezaran şêniyên Rojava daketin qadan û pêşwaziya cenazeyê şehîd Xebat Dêrik kirin, divê niha jî derkevin û li dora şoreşa xwe bicivin û nekevin xefka planên dijmin.”

ÇAVKANÎ: ANHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger dê Pirtûkxaneya Gerok a pirtûkên Serokatî bigerîne

Nivîsa Pêş

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan ragihand

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan ragihand

HPG'ê nasnameya 3 şehîdan ragihand

Stanta TCŞ’ê ya li Atînayê didome

Stanta TCŞ'ê ya li Atînayê didome

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.