Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê şahadeta Şehîd Xebat, Mazlûm, Nûman û Şoreş ragihand

"Malbatên hêja yên hevrêyên me qehreman Xebat, Mazlûm, Nûman û Şoreş di serî de, em hi hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
14/12/2021 - 15:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê şahadeta Şehîd Xebat, Mazlûm, Nûman û Şoreş ragihand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha hate gotin: “5’ê Mijdara 2015’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di dema operasyonên dewleta Tirk a dagirker de şer qewimî û di encamê de ji milîtanên leheng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hevrêyên me Xebat, Mazlûm, Nûman û Şoreş şehîd bûn.

XEBAT AMED

Hevrêyê me Xebat li Amedê li nava malbateke welatparêz a dilsozê kevneşopiya têkoşînê ji dayik bû û mezin bû. Hîn ji zarokatiyê ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku asîmîlasyon, înkar û tunekirinê li gelê Kurd ferz dike, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet li ber xwe da. Dema ku li Fakulteya Tipê dixwend tevlî nava karên ciwanan bû, derfetên ku sîstemê pêşkêşî wî dikirin red kir û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me bêrawestan ji bo azadiya gelê me xebitî, sala 2013’an cihê xwe di nava refên gerîla de girt û xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê ku xewn û xeyala wî ya zarokatiyê bû.

Hevrêyê me Xebat bi kesayetiya xwe têgihiştî û dilnizm pêşengî ji hevrêyên xwe re kir û bi baweriya ji pîrozmendiya jiyana gerîla li her cihî bû cihê hurmeteke mezin. Hevrêyê me felsefeya Rêber Apo bi kûrahî fêhm kir û ji bo li her qada jiyanê bixe meriyetê timî kûr dibû, hewl dida û tiştên hîn dibû jî bi hevrêyên xwe re parve dikir. Hevrêyê me Xebat li cografya dijwar a Zagrosan gerîlatî kir û di nava şert û mercên giran ên şer de bû xwedî îradeyek ji pola. Cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyê me Xebat wê bi kesayetiya xwe ya fedaî û dilnizm timî rêya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ronî bike.

MAZLÛM ERTÛŞ

Hevrêyê me Mazlûm li Colemêrgê ya ku ti carî serî li ber dagirkeran netewandiye, timî berxwedanên dîrokî dike û di asteke xurt de nirxên Kurdistanî temsîl dike, ji dayik bû. Hevrêyê me li nava malbateke welatparêz û kedkar mezin bû, hînê zû dest bi kar kir û bi vî rengî alîkarî da malbata xwe. Hevrêyê me Mazlûm zext û siyaseta qirêj a dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê me ji nêz ve dît û di temenê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir. Dsewleta Tirk a faşîst gelek caran hevrêyê me destgîr kir û bi vî rengî hewl da ji têkoşînê vegire, lê belê di van hewldanên xwe de bi ser neket.

Hevrêyê me sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû, di serî de Colemêrg nîşanî ciwanên Kurd hemûyan da ku têkoşîn divê çawa bê meşandin. Ji roja ku tevlî bû û pê ve li cografya Zagrosê dest bi gerîlatiyê kir û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza ku ruhê serdema nû nîşan dida. Timî lêkolîn dikir, xwe bi pêş dixist. Di nava şert û mercên herî giran de bi asta pêşengiyê tevlî gelek çalakiyan bû. Di nava jiyanê de jî xeta Rêbertî timî ji xwe re dikir esas, biçûk mezin her wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Mazlûm bi sekna xwe ya fedayî û milîtan wê her tim di nava têkoşîna me de bê bîranîn.

NÛMAN AMED

Hevrêyê me Nûman Amed li Amedê ya ku li Kurdistanê di dîrokê de pêşengtyiya xeta berxwedanê kiriye, ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Hevrêyê me li derdoreke welatparêz mezin bûye û di temenekî ciwan de tevlî nav refên têkoşînê bûye. Demekê di nav xebatên ciwanan de cih girtiye û li hemberî siyaseta qirkirinê ya ku dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê me pêk tîne jî roleke çalak wergirtiye. Hevrê Nûman têgihiştiye ku xeyalên azadiyê yên gelê me bi têkoşîna gerîla dikare pêk were û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrêyê me piştî ku nav refan bûye, xwe bi pêş ve biriye û di hunera gerîlatiya serdema nû de bûye pispor, tevlî gelek çalakiyan bûye û di van çalakiyan de derbên giran li dagirkeran hatine xistin. Hevrêyê me di bin roniya felsefeya Rêber Apo ji bo pêdiviyên kesayetiya milîtan bi cih bîne, her dem hewl daye û tiştên ku hîn bûye jî di pratîkê de pêk aniye. Hevrêyê me demeke dirêj li Zagrosê ya ku erdnîgariyeke dijwar e, gerîlatî kiriye û têkoşîna azadiyê ya gelê me her dem bi moralekî bilind bi rê ve biriye. Hevrêyê me Nûman bi kesayetiya xwe ya kedkar peywirên şoreşê bi serkeftineke mezin pêk aniye û ew ê her dem di têkoşîna me de cih bigire.

ŞOREŞ AMED

Hevrêyê me Şoreş li Amedê di nav malbateke kedkar a şoreşger de ji dayik bûye. Hevalê me di derdora welatparêz de mezin bûye, di temenekî ciwan de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye û tevlî nav xebatan bûye. Ji bo dahatûya azad a gelê me, di temenekî ciwan de li hemberî dagirkeran dest bi têkoşîneke mezin kiriye û di vê pêvajoyê de gelekî bi pêş ve çûye û bûye qasid ku gelek ciwan tevlî nav têkoşînê bibin.Hevrê Şoreş xeta xwe ya têkoşînê her dem geş kiriye û di sala 2014’an de li Mêrdînê tevlî nav refan bûye. Li hemberî hewldanên dijmin ê ku dixwaze ciwanên Kurd ji têkoşînê veqetîne, wî berxwedan hilbijartiye û di nava demeke kurt de di nav refên gerîla de geşedaneke mezin wergirtiye. Hevalê me wekî gerîlayekî jîr di gelek çalakiyan de cih girtiye. Hevrêyê me li Avaşînê gerîlatî kiriye û ji bo ku taktîkên nû yên gerîlatiyê têxe pratîkê gelekî hewl daye. Hevrêyê me xeta Rêbertî di her qada jiyanê de ji xwe re kiriye esas, di şer û jiyanê de her dem hewl daye li herî pêş be. Hevrêyê me wê her dem di nav têkoşîna me de bijî û wê pêşiya me ronî bike. Malbatên hêja yên hevrêyên me qehreman Xebat, Mazlûm, Nûman û Şoreş di serî de, em hi hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

 

Nasnav: Xebat Amed
Nav paşnav: Ahmet Esmer
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fevziye-Aslan
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Mazlûm Ertûş
Nav paşnav: Mazlûm Taş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Şefîka-Nadîr
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Nûman Amed
Nav paşnav: Nûman Aydin
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Aysel-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şoreş Amed
Nav paşnav: Kemal Dalçîçek
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Cahîde-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Serlêdana nû ya hevdîtina bi Rêberê Gelan re

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger ên li Efrînê pakrewangeh ziyaret kirin û mûm vêxistin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger ên li Efrînê pakrewangeh ziyaret kirin û mûm vêxistin

Ciwanên Şoreşger ên li Efrînê pakrewangeh ziyaret kirin û mûm vêxistin

Şehîd Veysel Akkuş li Licê hat defin kirin

Şehîd Veysel Akkuş li Licê hat defin kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.