Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Jinên Efrînî ji bo azadiya Rêberê xwe bê navber çalakiyan de ne

"Rêberê me hişt ku em xwe baştir nas bikin. Bila dewleta tirk a dagirker tu carî xeyal neke ku gelê kurd wê gavê paş de biavêje. Serok Apo her wê di dil û mejiyê me de be û her tim wê serkeftin a gelê kurd be. Bi can û bi rihê xwe em ê bi serokatî re bin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/11/2021 - 10:28
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Jinên Efrînî ji bo azadiya Rêberê xwe bê navber çalakiyan de ne
ParvekeTweet

ŞEHBA – Jinên ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin:”Rêber Apo di zindanê de ye lê fikir û felsefeye wî di nav me de zindî ye. Em ê weke ciwanên malbata şehîda li berxwe bidin da ku Rêberê xwe rizgar bikin. Heta azadiya Rêber Apo em ê her roj li qadan bin.”

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 22 sal in didome, her diçe giran dibe. 7 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin, serlêdanên malbat û parêzeran jî ya nayên bersivandin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin. Ji ber agahî ji Rêberê Gelan  Abdullah Ocalan nayê girtin rê li ber fikaran jî vedibe. Jinên ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê jî bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan û gotin heta azadiya Rêberê Gelan  Abdullah Ocalan ew ê li qadan bin.

‘Heta azadiya Rêber Apo em ê her roj li qadan bin’

Ji Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xedîce Xelîl, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan şermezar kir û wiha got:”Em wek Meclîsa Malbatên Şehîdan tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker tecrîd li ser Rêber Apo giran kiriye ji ber ku tirsa dewleta tirk ji gelê kurd heye û dixwaze moralê gel bi vê tecrîdê xera bike. Rast e Rêber Apo di zindana Îmraliyê de ye lê fikir û felsefeya wî di dil û mejiyê me de ye. Îro em bi felsefeya Rêber Apo gelek destkeftiyan bi dest dixin. Îro hemû gelên Rojavayê Kurdistanê li pey fikra azadiyê ne, ji ber vê tecrîda li ser Rêbertî hîn zêdetir giran dikin. Banga me ji hemû dewletên nevneteweyî re ew e ku li mafê mirovatiyê xwedî derkevin. Em bi taybet bang li CPT’yê dikin ku êdî li rewşa Rêber Apo bipirse. Çima destûrê nadin ku parêzer û malbat bi Rêber Apo re hevdîtinê çêbikin? Lê em wek jinên kurd tu carî hêz û moralê xwe xera nakin, em ê her tim gavên mezin biavêjin û em ê bi ser bikevin ji ber ku fikra Rêber Apo wê her tim di nav gelên azadîxwaz de zindî be. Em ê her tim li pey felsefeya Rêberê xwe bin, her roj li qada bin. Bi taybet em ê jinên Efrînî tekoşîna xwe mezin bikin heta ku Rêber Ocalan azad bikin.”

‘Divê ev tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe’

Her wiha endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Gundê Til Qeraxê, dayika pakrewan Engîzek Xedîce Elo di derbarê haman mijarê de axivî û got:”Em wek dayik û Malbatên Şehîdan vê tecrîdê û hemû dewletên ku destê wan di tecrîdê de hene şermezar dikin. Di sala 1993’yan de dema ez bi serokatî re rûniştim Rêbertî digot ‘Divê hûn serdana mirovên Fîlîstînê bikin, ez ji bo mafê her gelekî bindest bang bikim’. Rêber Apo ji her gelên bindest daxwaza azadiyê dike. Ger mirov xwe li gor felsefeya Rêber Apo bi rê ve bibe wê mirov gelek gavên mezin biavêje. Ji ber vêya em ji hemû dewletan re û ji CPT’yê re dibêjin êdî bes e, divê ev tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe. Dewletên navneteweyî eger hûn bi rastî bi navê însanetiyê bang dikin divê ku hûn vê tecrîdê bi dawî bikin. Ev 22 sal in Rêberê me di zindana Îmraliyê de ye. Her roj tecrîda li ser wî giran dikin. Divê hemû dewletên navneteweyî bi lez tev bigerin ji bo ev tecrîda li ser Serok bê rawestandin û ji zindanê derbixin. Em hemû malbatên şehîdan li pey Rêberê xwe ne. Rêberê me hişt ku em xwe baştir nas bikin. Bila dewleta tirk a dagirker tu carî xeyal neke ku gelê kurd wê gavê paş de biavêje. Serok Apo her wê di dil û mejiyê me de be û her tim wê serkeftin a gelê kurd be. Bi can û bi rihê xwe em ê bi serokatî re bin.

‘Em tu carî têk naçin’

Ji Rêveberiya Malbatên Şehîdan Buşre Mehmed bi lêv kir ku ew ê wekî ciwan her tim ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li berxwe bidin û wiha got: “Em tu carî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan qebûl nakin. Çiqas serokê me di zindanê de be lê her tim fikra wî di nav me ye û em li ser vê bingehê xwe bi rêxistin dikin. Bila dewleta tirk a dagirker baş bizanibe ku em tu carî têk naçin. Em ê wekî ciwanên Malbatên Şehîdan heta ku Rêberê me azad bibe têkoşînê bikin.”

Jinnews

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çiya Firat: Hêzeke me ya fedakar, wêrek û xwedî tecrûbe heye ku dikare gelên xwe biparêze

Nivîsa Pêş

Di nava 6 mehan de şewata daristanên Kurdistanê ya dewleta Tirk

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li Licê 600 donim qada daristanê şewitî: Tîmên agirkujiyê mudaxele nekir

Di nava 6 mehan de şewata daristanên Kurdistanê ya dewleta Tirk

Zarokên Agir: Em Kurd li hember Tirkên Faşîst serî natewînin – 2 bajar dîsa şewitîn

Zarokên Agir: Em Kurd li hember Tirkên Faşîst serî natewînin - 2 bajar dîsa şewitîn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.