Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Di nava 6 mehan de şewata daristanên Kurdistanê ya dewleta Tirk

Li Şirnexê şewatên ku her sal li herêmên Cudî, Gabar û Bestayê çêdibin, îsal jî bênavber rûdan. Ev şewatên ku bi piranî ji ber çekên eskeran rû dan, ji bo mudaxilekirina wan jî astengiyên mezin hatin danîn. Bi van şewatan li gel şewitîna bi hezaran daran, gelek çavkaniyên gelê herêmê jî tune bûn.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/11/2021 - 10:35
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Li Licê 600 donim qada daristanê şewitî: Tîmên agirkujiyê mudaxele nekir
ParvekeTweet

ŞIRNEX – Li Şirnexê di 6 mehên dawî de li Cudî, Gabar û Bestayê 31 caran agir bi daristanan ket. Di van şewatan de bi hezaran dar şewitîn û çavkaniyên debarê yên gelê herêmê jî tune bûn.

Li Şirnexê şewatên ku her sal li herêmên Cudî, Gabar û Bestayê çêdibin, îsal jî bênavber rûdan. Ev şewatên ku bi piranî ji ber çekên eskeran rû dan, ji bo mudaxilekirina wan jî astengiyên mezin hatin danîn. Bi van şewatan li gel şewitîna bi hezaran daran, gelek çavkaniyên gelê herêmê jî tune bûn.

31 şewatên li daristanan ên di 6 mehên dawî de li herêmê rû dan ev in:

*Di 15’ê Gulanê de li gundê Îkîzce ku li quntarên Çiyayê Cudî ye, piştî operasyona eskerî agir bi qada daristanê ket. Şewat ji aliyê welatiyan ve hat tefandin.

*Di 18’ê Gulanê de li Çiyayê Cudî li qada Teşta Mûrê, piştî operasyona eskerî agir bi qada daristanê ket. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nehat kirin. Şewat, di 22’yê Gulanê de xwe bi xwe tefiya.

*Di 5’ê Hezîrênê de li Çiyayê Cudî li qada Mila Têkera şewata ku rû da xwe bi xwe vemirî.

*Di 7’ê Hezîranê de li gundê Şaxê yê li quntarê Çiyayê Cudî piştî gulebaran eskerên tabûrê agir bi qada daristanî ket. Şewat xwe bi xwe vemirî.

*Di 9’ê Hezîranê de li Çiyayê Cudî li herêma Deriyê Cebraîlê piştî gulebaran eskeran şewat rû da. Şewat xwe bi xwe vemirî.

*Di 13’ê Hezîranê de li gundê Zêwê yê li quntarê Çiyayê Gabarê, piştî gulebaran eskeran şewat rû da.

*Di 20’ê Hezîranê de li navçeya Sîlopyayê li gundê Hesena yê li quntara Çiyayê Cudiyê şewatek rû da.

*Di 28’ê Hezîranê de li herêma Bestayê agir bi qadeke daristanî ket. Ji ber vê şewatê li herêma Girê Givarai Besta Hincê, Germab û Kanîfeşkê bi hezaran dar şewitîn.

*Di 1’ê Tirmehê de li gundê Guwanis yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê şewatek rû da.

*Di 12’ê Tirmehê de li Bestayê li herêmên Gêrê Mêrg û Marê piştî operasyona leşkerî şewat rû da.

*Di 15’ê Tirmehê de, herêma Bestayê bi balafiran hat gulebarankirin. Şewta rû da, xwe bi xwe vemirî.

*Di 15’ê Tirmehê de li qada Dehla Şêx ku dikeve navbera gundê Bafê û Erzenax ên girêdayî navçeya Hezexê, piştî gulebaran eskeran şewat rû da. Welatiyan agir tefand.

*Di 16’ê Tirmehê de li Çiyayê Cûdiyê piştî gulebaran eskeran şewat rû da.

*Di 20’ê Tirmehê de li herêma Spîndarok a Çiyayê Cûdiyê şewat rû da. Şewat xwe bi xwe vemirî.

*Di 20’ê Tirmehê de ji ber topbaranê li Çiyayê Cûdî şewat rû da.

*Di 4’ê Tebaxê de li gundikê Remoyê yê li quntara Çiyayê Cûdiyê şewat rû da. Şewat xwe bi xwe vemirî.

*Di 7’ê Tebaxê de li bajarokê Bespîn yê navçeya Sîlopiyaya Şirnexê, ji ber sedemeke nediyar şewat rû da. Agirkujê mudaxileyî şewatê kir û ew tefand.

*Di 13’ê Tebaxê de li gundê Sêtkar yê Elkê piştî gulebarana eskeran şewat rû da. Şewat piştî 3 rojan xwe bi xwe vemirî.

*Di 17’ê Tebaxê de li Çiyayê Cûdî herêma Girêhirmo ji ber sedemeke nediyar şewat rû da. Welatiyên ku dixwestin mudexeleyî şewatê bikin hatin astengkirin. Şewat xwe bi xwe vemirî.

*Di 19’ê Tebaxê de li Çiyayê Cûdî li herêma Zêre Kêrê şewat rû da. Şewat xwe bi xwe vemirî.

*Di 26’ê Tebaxê de li herêma Bestayê li gundê Mêhrînayê piştî bombeberanê şewat rû da. Şewat piştî 5 rojan xwe bi xwe vemirî.

*Di 29’ê Tebaxê de li herêma Bestayê li qada Qurta Xanê şewat rû da.

*Di 1’ê Îlonê de li herêma Bestayê li qada Girêbestkê şewat rû da.

*Di 3’yê Îlonê de li herêma Bestayê li noqteyên Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê şewat rû dan.

*Di 4’ê Îlonê de li herêma Bestayê ki noqteyên Aw Dehlê, Lana Gêtgê, Xaya Sîm û Girê Beraza şewat rû dan.

*Di 18’ê Îlonê de li bajaroka Gundikê Melê ku dikeve quntarê Çiyayê Cûdî şewat rû da.

*Di 19’ê Îlonê de li çiyayê Gabarê piştî operasyona eskerî herêma Êwan û Bênatê ji hewayê ve hatin bombeberankirin û şewat rû da. Şewat hefteyekê berdewam kir û bi hinceta “ewlehiyê” mudaxileyî wî nehat kirin.

*Di 22’yê Îlonê de şewata li Çiyayê Gabarê rû da ber bi herêma Derşêwê ve belav bû.

*Di 10’ê Cotmehê de li Gundikê Remo ku dikeve quntarê Çiyayê Cûdî şewat rû da. Şewata ji ber sedemeke nediyar ve rû da, mudaxileyî wî nehat kirin.

*Di 6’ê Mijdarê de li herêma Gurdîlayê ya Çiyayê Gebarê agir bi daristanê ket.

MUDAXILE Û ASTENGÎ

Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Yakûp Taniş, derbarê rûxandin û qirkirina ekolojiyê de ku li herêmê didome axivî.

Taniş anî ziman ku, bi salane polîtîkayên tunekirina xwezaya herêmê didomin û wiha axivî: “Ne tenê îsal, bi taybetî piştî ku gundên herêmên Gabar, Cûdî û Bestayê bi temamî hatin valakirin, her sal cihê ku esker lê tune ne, li gel hişkbûna giya herêm tê şewitandin. Li qadên ku leşker lê hene jî dar tên birîn. Ev pêkanîn ne tenê îsal, bi salan e bi vî rengî ne. Her sal piştî ku giya hişk dibe li herêmê şewat derdikeve. Bi taybetî bi hewldanên me hin mudaxile çêbûn. Di encama lêkolîna me de, li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê tenê avjenek heye. Ew jî xirabe ye. Dema ku em lê digeriyan jî bi hinceta herêmeke qedexe ye, mudexele nedikirin û nediçûn. Helbet welatiyan dixwest midaxale bikin lê her sal ji ber ewlehiyê mudaxalekirin tên astengkirin.”

Taniş, destnîşan kir ku bi van şewatan re li herêmê qadên şînahî nemane û wiha dom kir: “Dema midexelekirina mirovan çênebe, xweza dê piştî demeke dirêj xwe nû bike. Ev çerxek e. Lê belê, ji bo wê demeke pir dirêj hewce ye. Ji bo ku xwe nû bike jî divê şer û pevçûnên li herêmê bi dawî bibin. Ger destwerdana mirovî hebe jî, bi pêşxistina projeyên cureyên endemîk, dê daristan ji nû ve çêbibin. Lê belê, ev gelek sal û dem digire. Rast e mezinbûna darê, bi taybetî darên berû, demdirêj e. Ji bo şînbuna vê derê 20 sal lazim e. Ji bo ku nebat bibe wekî berê, gelek sal lazim in ku nebat rewşa xwe ya berê bi dest bixe.”

‘XWEZA TÊ TUNEKIRIN’

Taniş, diyar kir ku beriya pêvajoya şer li herêmê qadên jiyanê hebûn û wiha dom kir: “Beriya pêvajoya şer li Cûdî, Gabar û Bestayê qadên jiyanê bûn. Li van deveran mirov hebûn û bi sewalkariyê re mijûl dibûn. Şêweyekî îxracatê jî hebû. Şewata daristanan dibe sedema derengmayîna vezîvirandinê. Demek pir dirêj digire ku jîngeh ji nû ve bi xwe ve bên. Şewatên daristanan qonaxa dawîn e ji bo tunekirina debara jiyanê. Pêşî li ber bikaranîna van herêman û pevguhertina xwezayê tê girtin. Bi vî rengî xweza bi giştî tê tunekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Efrînî ji bo azadiya Rêberê xwe bê navber çalakiyan de ne

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir: Em Kurd li hember Tirkên Faşîst serî natewînin – 2 bajar dîsa şewitîn

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Zarokên Agir: Em Kurd li hember Tirkên Faşîst serî natewînin – 2 bajar dîsa şewitîn

Zarokên Agir: Em Kurd li hember Tirkên Faşîst serî natewînin - 2 bajar dîsa şewitîn

Rêveberiya Xweser êrişên dewleta faşîst yê Tirk şermezar kir

Rêveberiya Xweser êrişên dewleta faşîst yê Tirk şermezar kir

Manşet

  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.