Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Çiya Firat: Hêzeke me ya fedakar, wêrek û xwedî tecrûbe heye ku dikare gelên xwe biparêze

Hişmendî û zanista wê naskirina dijmin çêbûye û nema tê xapandin. Ji lewre dagirkeriya Tirk ev demek şerê piskolojîk li ser wî dimeşîne, ji ber ku gelê me şiyar e, dixwaze wî bê bawerî bike.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/11/2021 - 10:10
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Çiya Firat: Hêzeke me ya fedakar, wêrek û xwedî tecrûbe heye ku dikare gelên xwe biparêze
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji fermandarên QSD’ê Çiya Firat diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn êrişî sivîlan dike û haya gel jî ji vê rastiya dijminatiya li Kurdan heye.

Ji fermandarên QSD’ê Çiya Firat bersiv da pirsên ANF’ê.

Dewleta Tirk çima êrişî sivîlan dike?

Şerê dagirkeriya Tirk bi esasî şerê li hember sivîlan e. Di êrişên dewleta Tirk de sivîl dibin qurbanî. Gelê me koçber dibe, tê kuştin û revandin. Li Serêkaniyê, Girê spî û Efrînê hejmara sivîlên ku bi bomberdumana balafir û tankên dewleta Tirk de şehîd bûn ne kêm in. Mal û milkên ku hatin talankirin û rûxandin bi deh hezaran in. Bala xwe bidênê, li Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa tenê di nava mehekê de 6 sivîl şehîd bûn, 4 ji wan zarok bûn, ji bilî malên ku hatin rûxandin. Ji lewre, em dibêjin dewleta Tirk dijminê gelê me ye. Mijar ne hêzên me ye. Bi esasî dewleta Tirk ji gelê me aciz e û dixwaze bêparastin bimîne. Şerê ku li dijî hêzên me dike jî bi esasî sedem ev e.

Di şerê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî de helwesta Rûsya û Emerîkayê tên zanîn, we ji van tecrûbeyan çi encam derxistin? Li hember êrişên ku bên kirin hûn ê stratejiyek çawa bişopînin?

Me ji tecrûbeya xwe ya Girê Spî û Serêkaniyê ders derxist. Rast e, em û hêzên navdewletî bi hev re şerê DAÎŞ’ê dikin û rojane di nava hevdîtinan de ne.  Xebateke me a hevbeş bi wan re heye. Lê di şerê li hember êrişê Tirkiyê de em hêza xwe nas dikin û bawer dikin. Heger hêzên navdewletî ên ku em bi hev re li dijî DAÎŞ’ê têdikoşin, êrişên Tirkiyeyê rawestînin û sînor ji gefên wê deynin ev tiştekî baş e û rast e û dibe nîşaneya ku ew hêz bi erka xwe radibin. Lê dîsa jî em dibêjin, em bi şervan û fermandarên xwe bawer in, ew pir fedekar û  bi cesaret in. Li ser asta dunyayê her kes wan bi vî rengî nas dikin, di şerê li hember terorê timî mînaka wan tê dayîn. Ji lewre wê şervanên me di çarçoveya xweparastinê de bi erkên xwe rabin û gelê me ên Kurd, Ereb û Suryan biparêzên. Niha hemû fikr û haziriyên wan li ser vî bingehî ye.

Li qadên ku îhtimala êrişên li ser wan hene, rêxistinkirina xweparastinê ya di nav gel de di çi astê de ye?

Ji bo dagirkeriya Tirk gel û QSD ji hev ne cuda ne.  Bala xwe bidênê cihê ku QSD jê derketiye gel jî tê de nemaye, hatiye koçber kirin, hejmarek biçûk jî mabe di bin zilmê de dijî. Rojane tê revandin, êşkence lê tê kirin û tê kuştin. Mînaka vê Efrîn, Girê spî û Serêkaniyê ye. Ji lewre, em dibêjin şerê Tirkiyeyê bi esasî li dijî gelê me ye. Gelê me vê rastiyê êdî fêm dike û wê mala xwe bernede. Çawa ku li kêleka hêzên me bû wê hîn jî bimîne û rola xwe bilîze.  Rola gel ne tenê rakirina sîlah e, helbet ew girîng e û pêwîst e lê şêwazê têkoşînê gelekin û gelê me fêrbûye, baweriya me ji gelê me eve.

Li gor salên berê hêzên we ji aliyê teknîk û leşkerî ve guhertineke çawa kir?

Em ji şervanên xwe bawerin ku êdî dizanin xwe li beramberî teknîka dagirkeriyê biparêzin di dema borî de me şervanên xwe li ser çek û teknîkê û bîrdozî perwerde kir. Di milê bîr û baweriyê de jî em bi hêzên xwe bawerin, tecrubeyên wan di vê mijarê de têra xwe zengîn e.

Li ser ezmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê balafirên keşfê yên dewleta Tirk digerin. Droneyên biçek sûîqestan dikin. Hêzên ku ezman kontrol dikin, îhtîmal heye ku ezman ji êrişên hewayî bigirin?

Heta niha ezman li ber balafirên Tirk nehatiye girtin, wê were girtin an na em nizanin. Êrişên Tirkiyeyê hêz û moralê dide DAÎŞ’ê. Piştî her êrişeke Tirkiyeyê DAÎŞ zindî dibe û êrişên xwe zêde dike. Vekirina ezman li ber balafirên Tirkiyê tê wateya qebûlkirina êrişan û komkujiyan. Em careke din dibêjin, eger ezman neyê girtin jî em ê şerê parastinê bikin, em bawerin ji şervanên xwe ku wê karibin teknîka Tirkiyê vala derxin û gelê xwe biparêzin.

Di bin dagirkerî û gefên dagirkeriyê de jiyana civakî çawa didome?

Demeke dirêj e ku gelê me di nava şer de ye. Êdî baş dijminê xwe nas dike û komkujiyên wî yên li ser gelê me yên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hîn di bîra wî de ye û ji bîr nekiriye.  Hişmendî û zanista wê naskirina dijmin çêbûye û nema tê xapandin. Ji lewre dagirkeriya Tirk ev demek şerê piskolojîk li ser wî dimeşîne, ji ber ku gelê me şiyar e, dixwaze wî bê bawerî bike. Lê dîsa jî bi ser nakeve û wê bi ser nekeve.  Me bi hezaran şehîd di ber vî gelî re da û hîn jî em bi biryar in ku em rûmeta wî biparêzin û nehêlin bibe kole li ber destê dagirkeran.

Çavkani: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Ciwanên Kurdistanê diherikîn nava refên PKK ê – Dem dema li dijî Kujer Erdogan Buyina Kawayê Hesinkare

Nivîsa Pêş

Jinên Efrînî ji bo azadiya Rêberê xwe bê navber çalakiyan de ne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Jinên Efrînî ji bo azadiya Rêberê xwe bê navber çalakiyan de ne

Jinên Efrînî ji bo azadiya Rêberê xwe bê navber çalakiyan de ne

Li Licê 600 donim qada daristanê şewitî: Tîmên agirkujiyê mudaxele nekir

Di nava 6 mehan de şewata daristanên Kurdistanê ya dewleta Tirk

Manşet

  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên li Dirbêsiyê Şoreşa Rojava Diparêzin: “Çeteyên Faşîst Dê Werin Têkbirin!”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.