Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 Şehîdên 2015’an eşkere kir

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/09/2021 - 10:57
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 Şehîdên 2015’an eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên sala 2015’an li Heftanînê şehîd bûn ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk a qirker ku li pêşberî rastiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têk çûye, ji bo vê têkçûna xwe binixumîne û telafî bike ji sala 2015’an ve dest bi êrişeke giran kiriye. Sîstema qirker bi rêya van êrişan dixwaze hêviyên azadiyê yên gelê me tune bike, çokê li gelê me û tevgera me bide tewandin. Li hemberî van êrişên dijmin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berpirsyariya dîrokî dest bi berxwedaneke destanî kirin. Di vê pêvajoya berxwedana destanî de hevrêyên me Têkoşer, Dilbirîn û Rizgar bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Têkoşer Wan
Nav paşnav: Ferhat Uzumcuoglû
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulsum-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 21’ê Tebaxa 2015 / Heftanîn
Nasnav: Dilbirîn Colemêrg
Nav paşnav: Ercan Gulseven
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Songul-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 21’ê Tebaxa 2015 / Heftanîn
Nasnav: Rizgar Agir
Nav paşnav: Cuneyt Baran
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Kiyafet-Mevlut
Dem û cihê şehadetê: 21’ê Tebaxa 2015 / Heftanîn

HEVRÊ TÊKOŞER BÛ YEK JI FERMANDARÊN NEMIR ÊN HEFTANÎNÊ

Hevrêyê me Têkoşer li Wan-Erdîşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Mîna her ferdekî Kurd zext û qirkeriya dijmin a li ser gelê me dît û ev yek bû sedem ku li dijî dijmin bi hêrs bibe. Her wiha tecrîdkirina Rêberê me jî bû sedem ku hevrêyê me Têkoşer li dijî dijmin dest bi lêgerîna têkoşînê bike û li ser vê bingehê, bi baweriya ku têkoşîna herî rast û encamgir tevlîbûna li nava refên gerîla ye, berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Têkoşer bi têgihiştina berpirsyariya dîrokî û kûrbûna hêrsa li dijî dijmin, di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û zû xwe bi pêş xist. Bi sala perwerdeyên Rêbertî nêrîna wî ya li jiyanê guherî û ji bo pirsa ‘divê jiyaneke çawa ya bi wate hebe’ dest bi peydakirina bersivan kir. Bersiva vê pirsê jî di nava analîzên Rêber Apo de dît; bêteredût ber bi jiyaneke hîn rast û bi wate ve gav avêt. Hevrêyê me Têkoşer ji bo ji aliyê îdeolojîk ve hîn şareza bibe û doza azadiyê ya gelê me bigihîne serketinê, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê li qada leşkerî şareza bibe. Li ser vê bingehê ji bo rêbaza şer ê gerîla bi rengekî hîn xurt û encamgir bi cih bîne kete nava kûrbûnê. Bi taybetî li dijî êrişên dijmin, asta berxwedanê bilind kir û gihîşt wê baweriyê ku divê di asta fedayî de tevlî bibe û di jiyana xwe ya gerîla de ev yek ji bo xwe kir pîvan. Li gel asta fikrî di kar de jî bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm bû mînak ji hevrêyên xwe re û bû yek ji fermandarê nemir ên Heftanînê.

HEVRÊ DILBIRÎN BÛ GERÎLAYEKÎ MÎNAK

Hevrêyê me Dilbirîn li Colemêrgê ku ji şoreşgeriya Botanê tê naskirin û di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl dane, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku herêma lê dima bi gerîla re di nava hev de bû, ji nêz ve gerîla nas dikir û sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Dilbirîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, di mijara sîstema kapîtalîst û bandora vê sîstemê li ser kesayetiya mirovan kete nava pêvajoyeke girîng a kûrbûnê. Di encamê de jî xisara ku sîstema kapîtalîst daye kesayetiya wî bi rengekî rast analîz kir, di kesayetiya xwe de şoreş afirand û li gorî felsefeya Rêber Apo kete nava lêgerîna li jiyanê. Hevrêyê me Dilbirîn ji bo parastina pîvanên jiyana nû ku bi her awayî xwedî lê derdiket, ji bo pêşvebirina vê yekê her tim têkoşiya, lewma bi erka xwe ya pêşengiyê rabû. Li gelek qadên Eyaleta Heftanînê karên gerîlatiyê kir û bi sekna xwe ya bi dîsîplîn bû gerîlayekî mînak.

HEVRÊ RIZGAR PÎVANÊN PARTIYÊ JI XWE RE KIR RÊBER

Hevrêyê me Rizgar li bajarê berxwedêr ê Serhedê li Agiriyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji kevneşopiyeke welatparêz dihat, xwedî hişmendiya Kurdîtiyê bû û xwe nêzî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Ji ber van taybetmendiyên xwe li Stenbolê ku lê diçû zanîngehê, tevlî karên şoreşê bû û tecrûbeya xwe ya destpêkê ya şoreşgerî li vir bi dest xist. Dema ku karên ciwanan dikir, li ser parêzname û analîzên Rêbertî kûr bû û kete bin bandora felsefeya jiyana nû ya Rêber Apo. Ji ber vê yekê jî ji bo bibe milîtanekî vê jiyanê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Rizgar dema ku xwe gihand çiyayên azad, ya ku destpêkê bala wî kişand hevrêtiya PKK’ê bû ku hezkirina welat, çanda şoreşgerî û exlaq e. Tevî ku tevgera me berê nas dikir, piştî ku civateke hevrêya ya dilsoz dît, gelekî kelecanî û bi coş bû. Ji bo hêjayî vê hevrêtiyê bibe û hevrêtiyeke rast bi van hevrêyan re bike timî xwe nû kir û bû xwedî sekneke welê ku pîvanên partiyê ji xwe re kir rêber. Hevrêyê me Rizgar ji zarokatiya xwe heta ciwantiya xwe her kêliya jiyanê bi kedê hûnand, piştî ku tevlî nava refên gerîla bû hîn bi rengekî têgihiştî nêzî mijara kedê bû û têkoşîna kedê kir yek ji hincetên bingehîn ên têkoşîna xwe. Li gel taybetmendiya xwe ya kedkar, bi parvekarî û xwezayîbûna xwe ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê.

Hevrêyên me Têkoşer, Dilbirîn û Rizgar li dijî her cûre êrişên dijmin ên li hemberî mirovahiyê, ji bo azadiya welatê me Kurdistan bedena xwe kirin çeper û di vê oxirê de gihîştin asta şehadetê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Têkoşer, Dilbirîn û Rizgar em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên leheng teqez bi serketinê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiyên DGH’ê ên li meha îlonê

Nivîsa Pêş

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê Cîhan Eren: Dewleta Tirk li hember gelê me şer dike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê Cîhan Eren: Dewleta Tirk li hember gelê me şer dike

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCKê Cîhan Eren: Dewleta Tirk li hember gelê me şer dike

Dayîka Emînê ji bo edaletê nobeda xwe berdewam dike

Dayîka Emîne û lawê wî dû edaletê ne - Roj: 195

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.