Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Derwêşên Şengalê

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
20/08/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Ew kesên di rizgarkirina Şengalê de cihê xwe girtine, yek bi yek şehîd dibin. Herî dawî jî Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. Zerdeşt Şengalî jî Fermandarê YBŞ’ê bû û ew jî beriya bi salekê di êrişa hewayî ya Artêşa Tirk de şehîd bû. Gerîlayên HPG’ê yên ku çûbûn bi hewara Şengalê ve, Dilşêr Herekol û Egîd Civyan jî li çiyayên Kurdistanê bûn hedefa êrişên dagirkeriya Dewleta Tirk û şehîd bûn. Ev çend kesayetên naskirî ne yên ku di rizgarkirina Şengalê de cihê xwe girtibûn. Mamê Êzîdiyan, Zekî Şengalî jî di avakirina rêveberiya xweser a Şengalê de cihê xwe girtibû. Ew jî di 15’ê Tebaxa 2018’an de bi balafirên şer ên Artêşa Tirk hat qetilkirin.

Jixwe di salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî de êrişa dawî ya li Şengalê pêk hat. Heman rojê wê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Şengalê bûya. Bi çûyîna Kazimî re çawa dibe ku Dewleta Tirk karibe êrişeke hewayî pêk bîne, cihê gumanê ye. Dibe ku agahiya Kazimî ji êrişê heye û bi zanebûn hatiye plankirin. Yan jî dibe ku dewleta Tirk bi vê êrişê re peyamek dabe Kazimî. Lê li vê derê encam girîng e. Di encamê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen şehîd bû. Lê hikûmeta Iraqê qet nerazîbûn jî nîşan neda. Ew kesên xwe li ser civaka Êzîdî diêşînin jî deng ji xwe dernexistin. Dema ku DAIŞ’ê êriş dikir, nerazîbûn nîşan didan, lê dengê xwe ji dewleta Tirk re dernaxin.

Bi vê êrişa dawî re me dît ku xetereke mezin li ser Şengalê heye. Tişta ku DAIŞ’ê bi ser nexist, niha Dewleta Tirk dixwaze bibe serî. Yanî Şengalê ji destê Êzîdiyan derxînin û wê derê jî bikin wekî Efrînê. Ew pêşmergeyên ku qaşo di rizgarkirina Şengalê de amade bûn, çima destûra êrişan didin dewleta Tirk? Ma ne Barzanî bû digot, me Şengal rizgar kiriye. Heger te rizgar kiribe, çawa dibe ku êriş li dijî wê pêk tên. Devereke rizgarkirî bi êrişan re rûbirû ye û deng ji te nayê.

Di dema fermanê de her kesî dît bê çawa pêşmerge reviyan. Li pêşiya kamerayan û bi belgeyan ev yek eşkere ye. Êzîdiyên li wê derê bi çavê xwe dîtin bê kê Şengal hişt û reviya û kê Şengal rizgar kir. Lewma jî niha yên di rizgarkirina Şengalê de cihê xwe girtine, tên qetilkirin. Bi van bûyeran re em dibînin ku rojên bi êş û giran li pêşiya Şengalê ne. Heger civaka Êzîdî li wê derê tenê bê hiştin, fermaneke din wê bi ser de were. Pêdivî bi piştevaniyeke navneteweyî heye. Çawa ku dinya ji bo Kobanê rabû ser piyan, divê heman helwêst ji bo Şengalê jî hebe.

Heta niha zêdetirî 20 caran balafirên şer ên Artêşa Tirk êrişî Şengalê kirine û di her êrişa xwe de mirov qetil kirine. Tevî ku Şengal dûrî Tirkiyê ye û ne li ser sînorê wê ye jî van êrişan pêk tîne. Rêber Apo, beriya êrişên DAIŞ’ê ji bo Şengalê banga parastinê kiribû. Rêber Apo diyar kiribû ku li ser Êzîdiya tehlûkeya tinekirinê heye. Jixwe, dema ku DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê li gorî banga Rêber Apo tevgeriyan û bi hewara civaka Êzîdî ve çûn. Bi saya gerîlayan Êzîdî ji qirkirineke mezin rizgar bûn. Gerîlayên Kurdistanê bi canê xwe Êzîdxan rizgar kirin. Piştî rizgarkirinê jî vegeriyan qadên gerîla.

Li gorî min îro jî pêdivî bi gerîlayên Kurdistanê heye. Erê rast e îro li Şengalê ji aliyê eskerî, siyasî û civakî ve rêxistinbûyînek heye. Lê ev yek têr nake. Ji ber ku hedefa êrişan mezin e. Çawa ku gerîlayên Kurdistanê li Şengalê dest li êrişên DAIŞ’ê werdan, îro jî dikarin dawî li êrişên qirkirinê yên Dewleta Tirk bînin. Gerîla dikare careke din berê xwe bide Şengalê û Êzîdxanê biparêze. Heger xeter li ser Şengalê hebe, nabe ku em lê temaşe bikin. Derwêşên serdemê wê Şengalê ji dagirkeran re nehêlin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerila – Bîranîna Gerîlayekî Serhedê – Heval Berxwedan

Nivîsa Pêş

Ciwanên Geverê 15’ê Tebaxê wiha pîroz kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Geverê 15’ê Tebaxê wiha pîroz kirin

Ciwanên Geverê 15'ê Tebaxê wiha pîroz kirin

Meclîsa Leşkerî ya Til Temir: Di êrişa dewleta Tirk de 4 şervanên me şehîd bûn

Meclîsa Leşkerî ya Til Temir: Di êrişa dewleta Tirk de 4 şervanên me şehîd bûn

Manşet

  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.