Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Berxwedana li dijî dagirkeriyê di roja 100’mîn de ye – Em berxwedêran pîroz dikin

"Bi vê baweriyê em bi dil û can we hemûyan û di şexsê we de hemû hevalên me yên li qadên Herêma Parastinê yên Medya û Bakurê Kurdistanê silav dikin, di vê pêvajoya girîng a dîroka têkoşîna me de ji we re serketinê dixwazin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/08/2021 - 11:17
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
NPG’ê bîlançoya şerê sala 2019’an eşkere kir: 20 jê payebilind bi giştî 1220 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî berxwedana gerîla ya li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:

“Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger a ji 23’yê Nîsanê û vir ve dayî destpêkirin, îro dikeve roja xwe ya 100’î. Ti guman têde nîne armanca esasî ya dewlta Tirk ji vê êrîşa dagirkeriyê ya dayî destpêkirin, tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakirin û bi armanca qirkirinê sînorên Mîsakî Mîllî dagirkirine. Bi vekirî dixuyê ku ji bo vê jî destek û erêkirina hêzên navneteweyî yên komploger û ji nûnerên xeta hevkar a Kurd jî girtine. Li ser vî bingehî dixwaze demek kin Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, weke qonaxa duyemîn jî, Başûrê Kurdistanê armancên xwe yên li ser herêmê pêk bîne dike hedef. Lê li dijî vê, berxwedana di serî de li Mamreşo, Zendûra, li Avaşîn û Metîna berxwedanên girîng-dîrokî hatine kirin, vê berxwedanê hêviyên dewleta Tirk a qirker-mêtinger di qirika wan de hiştine. Di vî warî de berxwedana ku gerîlayan di serî de li Zap, Metîna û Avaşîn, dîsa li Bakur û Başûr dayî destpêkirin, encamên girîng bi xwe re aniye. Bi desteka xurt a gelê me û dostên em ve, ev berxwedan di roja xwe ya 100’î de li hember mêtingeriya Tirk bûye vînek xurt.

Her çendî taktîka demê ya nû ya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk a tevgera me pêş xistî, kêm jî be, pêkanîna wê û bi pêşengtiya Şoreş Beytûşebab, Serhat Giravî, Delal Dixwaz û Rêber Zinaran li ser bingehê xwîna 70’ê şehîdên me destanên lehengiyê pêk hatine. Bi taybet li ser bingehê bikaranîna kûranî û firehiya bejahiyê, şerê gerîla yê li gorî dema nû xwe dispêre pisporiyê, derxist holê ku li hemberî her cûre teknîka dijmin serketin bi dest xistiye. Ev encam di serî de ji bo me û hemû beşên hejar nixekî gelekî mezin îfade dike.

Di nava 100 rojên borî de artêşa Tirk bi çeteyên li gel, tevî bikaranîna her cûre teknîkê jî, îro nekariye li herêma Avaşîn tevgera dagirkeriyê pêk bîne. Niha li Avaşîn, Wexelê, Girê Sor, xeta Stûnê, li gelek deverên din berxwedan û tevgera gerîla vê yekê vekirî nîşan dide. Ev pêvajoya berxwedanê ya li Mamreşo, Zendûra û Şehîd Serdar destpê kirî, bi pêşengtiya fermandarê bi nirx Serhat Giravî û Saryayan îro gihiştiye astekî bilind bi dest xistiye. Artêşa Tirk a li Dola Konferansê û Dola Mara bêencam hişt, jibo li Werxelê û Girê Sor encam bigire, hê dorfirehtir ketiye nava hewldanan. Nêzî 2 meh in, li du nûqteyên cuda yên berxwedanê yên li Werxelê û dîsa li hemberî kelha berxwedanê ya Girê Sor, tevî ku bi dehan car çekên kîmyewî û teknîk hate bikaranîn jî, nekarîn bixîne, îro berxwedan hê xurtir dom dike. Hemû fermandar û şervanên li herdu tûnelên şer ên li Werxelê û Girê sor berxwedanê bi ruhê fedayî bilind dike, li ser navê rêveberiya giştî ya tevgerê û Fermandariya Navendî silav dikin, ji ber vê berxwedana lehengiyê hemû hevrêyan pîroz dikin. Berxwedana ku ew niha bi cesaret û fedarkiyeke mezin birêve dibin, li rûpelên herî bi rûmet ên dîroka têkoşîna me cih digire û nûnerên roja em ya îro ya ruhê fedayî ya Apo’yî ye.

Derket holê ku şerê bejahî ya çalakiya êrîşa Pîramît a li Avaşîn a bi pêşengtiya hevrêyê me yê bi nirx Şerzan Qaşûra ku fermandarî û pêkanînerê wê ye ku berê hatibû pîrozkirin û teqdîrkirin encamên mezin bi xwe re aniye.

Dîsa avakarê taktîka demê ya nû ya bi pêşentiya hevêr Bawer û Delal ku li xeta Kela Bêdewê û Kuçuk Çîlo ku dijmin da sekinandin û xiste çiravê bi serê xwe serketineke mezine.

Destanên lehengiyê ya Rêberan û Tekoşeran ku li derdorî destana Zendûra ya Qada Xabûrê pêk hat, ji bo derketina van encaman cihek girîng girtin.

Bi taybet di 2 hefteyên dawî de çalakiyên xurt ên baş derketin holê, di vê çarçoveyê de;

Li Boxaz Şehîd Canşêr a li xeta Avaşîn-Wexelê fermandar û şervanên tevlî çalakiya 16’ê Tîrmehê ya dizî-êrîş pêk hat de pîroz dikin.

Hemû hevrêyên keda wan û tevlî çalakiya 22’yê Tîrmehê ya li Girê Koordîne ya Metîna ku ji 2 baskan ve bi xurtî li dagirkeran da, pîroz dikim.

26’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li nava Girê Şehîd Axîn û Şehîd Şahan ên Xakûrkê çalakiyeke dizî pêk hat û çûne ser cenazeyên dijmin û çek hatine rakirin û bê windahî vegeriyane. Em hemû hevrêyên tevlî vê çalakiyê bûne û keda wan hene pîroz dikin.

27’ê Tîrmehê li xeta Gever Wergenima hêzê YJA Starê li dijî wesayîtekê leşkerî çalakiyeke xurt a sabotajê pêk anîne. Hemû hevrêyê tevlî çalakiyê bûne û keda wan heye pîroz dikin.

Dîsa hemû hevrêyên tevlî çalakiya Pêngava Egîdê Botanê ya li Botanê bûne û keda wan hene, pîroz dikim.

Li Bakurê Kurdistanê hemû çalakî û berxwedaniya heyî û dîsa herî dawî çalakiya serketî ya li dijî hêzên dagirker a li Qereqola Xozat-Armûtka pîroz dikin. Hemû hevrêyên tevlî vê çalakiyê bûne û keda wan hene silav dikim.

Di vê dema girîng a dîroka têkoşîna me de, bi taybet li Avaşîn, Metîna û Zap a di bin berpirsyariya fermandariya me de ye dikeve roja 100’î, ji niha ve diyar e ku êrîşên dagirkeriya Tirk tarûmarkiriye, dixwazin bînin ziman ku pêvajoya berxwedana mezin serketiye, wan teqdîr pêşwazî dikin û daxwaza domandina serketinên mezintir dixwazin.

Hevalên hêja;

Bêguman pêvajiya bexwedana ku pêşdikeve, ne besî û şaşitiyên xwe jî hene. Îro li ser wan sekinîn û bi lezgînî derbaskirina wan ji bo ku berxwedana îro ya bilind dibe bigihîne serketinê, erkek bingehîn e. Encax tevî vê yekê ji niha ve encamek serketî ya mîna Garê li Avaşîn, Zap û Metînayê derketiye holê. Di dîroka gelê Kurdistan û ya têkoşîna tevgera me de tu caran li hemberî hêzên dijminekî ku bi teknolojiya mezin ve xwe gurç û pêçkirî, berxwedaniyên ku ev 100 rojin nehiştiye dijmin serweriya xwe li ser erazî çêbike pêş neketiye. Tiştên îro diqewimin di dîroka gelê me cara yekemîn e. Îro pir eşkere ye ku hêzên me yên gerîla yên li ser bingehê bîrdoziya Rêber Apo lêhûrbûn dikin, bi pêşxistina taktîka nû ya demê re modelek nû ya berxwedanê ku wê hêvî bide hemû gelan diafirînin. Ji niha ve tê dîtin ku hêzên me yên berxwedanê ku wê Li ser vî esasê nebesiyên xwe derbas bike û serketinê misoger bike.

Dewleta Tirk yê li hemberî vê berxwedana bê hempa ya hêzên me yên gerîla zehmetî dikişîne û ketiya nava tengasiyê, ji aliyekê ve bi hewldaneke mezin dixwaze binketina xwe ji raya giştî veşêre, ji aliyê din jî dixwaze di navbera Kurdan de şer derxîne û serê vê binketina xwe binuximîne û pêşî li kûrbûna vê binketina xwe bigre. Ev hêza ku 100 rojin hê jî nikariye Avaşînê dagir bike, hewldide vê rastiyê ji hemû raya cîhanê veşêre. Ji bo vê jî di nava hewldanê de ye ku li eniya Başûr jî eniyeke duyem ê şer li hemberî gerîla veke.

Di vê çarçoveyê de ketina tevgerê ya hêzên girêdayî PDK’ê ya hema pişt qadên ku berxwedaniyeke here dijwar lê tê dayîn û komkirina hêzê watedar e. Çawa ku di qetilkirina mirovên me yên bêsûc a herî dawî ya li Konyayê hat dîtin, rizgarkirina rejîma AKP-MHP yê qirker-faşîst ji binketinê ku dijminatiya gelê me ya li her qadê kiriye bingehê siyasetê xwe, berevajî berjewendiyên gelê me ye. Hem ev rewş û hem jî bûyera li qada Xelîfanê qewimî ya hê jî nehatiye zelalkirin, di hêla berjevendiyên netewî yên gelê me de asta mezinbûna metirsiyê nîşan dide. Ev di demekê de ye ku binxistina dewleta Tirk yê niha tevgera dagirkeriyê birêve dibe, di serî de vê destê hêzên Başûr xurt bike û wê bi hemû gelê me û gelan mezin bide qezenckirin.

Em di vê mijarê de ji bo ku PDK’ê xwe ji vê planê qirêj ê dijimin dûr bigre û bi dijminên gelê me re hevkariyê neke gelek hewldan nîşan dan; hê jî em bi sebrek mezin vê hewldanê raber dikin. Encax hûn jî dizanin ku bûyerên ku van rojên dawî de pêkhatin, rewş hê zêdetir metrisîdartir dike. Lê rewş çi dibe bila bibe wê ti kes nikaribe serê binketina ku artêşa Tirk ya di bin berpirsiyartiya Hûlûsî Akar ê tetîkçî û dijminê sondxwarî yê gelê Kurd binuximîne.

Heya dawiyê baweriya me heye ku wê hemû hevalên me li hemberî her cûre lîstokên dijmin bi tedsbîr tevbigerin û bi şeklekî hê xuluqkartir ve encamên taktîkê me ya dema nû binirxînin û hê bihêztir pratîkên dema bê pêkbînin û bi rengekî mutleq berxwedanê bigihînin serketinê. Bi vê baweriyê em bi dil û can we hemûyan û di şexsê we de hemû hevalên me yên li qadên Herêma Parastinê yên Medya û Bakurê Kurdistanê silav dikin, di vê pêvajoya girîng a dîroka têkoşîna me de ji we re serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ruyê qirêj ê dagirkeriya Tirk – Efrîn 1

Nivîsa Pêş

Berxwedana Zindana di roja 250’an de ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Berxwedana Zindana di roja 250’an de ye

Berxwedana Zindana di roja 250'an de ye

PAJK: “Divê zêdetir vê îradeyê neceribînin”

PAJK: Ji bo azadkirina jinên Êzîdî yên winda, soza tolhildanê ya ku me dabû jinên Êzîdî û gelê xwe em dubare dikin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.