Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

PAJK: Ji bo azadkirina jinên Êzîdî yên winda, soza tolhildanê ya ku me dabû jinên Êzîdî û gelê xwe em dubare dikin

"Bi minasibeta salvegera 7’emîn ya komkujiya li ser jin û civaka me ya Êzîdî, em bang li hemû jin û gelê xweyî li her çar parçê Kurdistanê dikin bi helwestekî hevbeş û yekgirtî li hemberî tevahî xeteriyên îro li ser Kurdistanê heyî li ber xwe bidin û nirx û deskeftiyên tekoşîna azadiyê biparêzin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/08/2021 - 11:43
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: “Divê zêdetir vê îradeyê neceribînin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona PAJK’ê bi boneya salvegera 7’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an daxuyaniyek da û got: “Fermana 73’an bi saya felsefeya Rêber Apo têk çû.”

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

“Em salvegera 7’emîn a fermana li ser civaka me ya Êzîdî bi nefret û hêrseke tund şermezar dikin. Tevahî jin û civaka me ya di vê fermana 73’an de, hate qetilkirin bi rêz û minetdarî bibîrtînin. Milîtanên heqîqetê, şervanên Rêber Apo, yên ku di oxira parastin û xilaskirina jin û civaka me ya Êzîdî de, bi ked, îrade, fedekarî û ruhê fedaî’yane gihîştin şehadetê, bi rêzdarî û heskirin bibîrtînin. Ji bo azadkirina jinên Êzîdî yên winda, soza tolhildanê ya ku me dabû jinên Êzîdî û gelê xwe em dubare dikin. Li hemberî vê heqîqeta mezin ya şehîdan ava kir, soz û biryardariya xweyî bilindkirina tekoşîna azadiyê dubare dikin.

Di dîroka gelê Kurdistanê û tevahî civakên Rojhilata Navîn de, civaka me ya Êzîdî, bi bawerî, jiyan, dîrok, çand û hebûna xwe xwedî bîra herî kevnar ya mirovahiyê dijî û heta roja îro daye jiyankirine. Ji ber xwedî vê taybetmendî û baweriyê bû, ji bo desthilatdaran û bi taybet dewleta Tirk her tim weke civaka herî metirsîdar hate dîtin. 73 fermanên ku li ser civaka me ya Êzîdî pêk hatin destê dewleta Tirk di piraniya wan fermanan de heye. Fermana ku di sala 2014’an de, li ser civaka me ya Êzîdî pêk hat, bi armanca tinekirina hebûn, hafize û çanda ku xwe dispêre heqîqeta jin û civaka qedîm ya Kurdistanê bû. Ev ferman, di şexsê civaka me ya Êzîdî de, li ser tevahî nirxên civakî û baweriyên xwecihî yên hîna jî civakên Rojhilata Navîn didin jiyîn bû. Di vê wateyê de, êrîşa li dijî civaka Êzidî êrîşa li dijî hemû nirx û destkeftiyên rabirdûya gel û erdnîgariya Rojhilata Navîn bû.

Rêber Apo, beriya fermanê bi demê kurt, ji bo parastina nirx û civaka Êzîdî, hişyariyên cidî pêş xistibû. Ji bo wê jî erk û berpirsyariya parastina hebûn û çanda civaka Êzîdî da ser milê tevger û partiya me. Tevî hemû astengî û helwesta îxanetkar a PDK’ê, ji bo pêşî li temamkirina fermanê bê girtin, şervanên Rêber Apo, di bin fermandariya Şehîd Nûjîn Sêrt, Dilşêr Herekol û Egîd Civyan de, ked û fedekariyekî ku mînaka wê çênebûye nîşandan û xwe gîhandin civaka me ya Êzîdî. Civaka me ya Êzîdî jî, bi bîr û baweriya xwe berdêlên herî giranbiha dan, ji bo parastina nirxên mirovahiyê. Li hemberî desthilatdarên qirker û faşîst yên sedsala 21’emîn jin û civaka me ya Êzîdî, li ser navê mirovahiyê berxwedaniyeke bê ku emsala wê li cîhanê hebê pêş xist. Felsefe, bîrdozî û çanda berxwedêr ya Apogerî bi heqîqeta civaka me ya Êzîdî temsîl dikir re bû yek û Şengal hat rizgarkirin.

Fermana 73’an haft sal li pey xwe hiştin, lê plan û metirsiya li ser jin û civaka me ya Êzîdî bi awayekî hatibe rojaneyî kirin berdewam dike. Dewleta Tirk, her roj gefxwarinan li ser Şengalê pêşdixîne û ji bo zemînê dagirkirin û pêşxistina qirkirinekî nû ava bike di nav hewldanên cidî da ye. Dewleta Tirk, çawa ku bi êrîşa li ser Rojava re, xwedî li çeteyên DAIŞ’ê derket, bi heman zihniyeta qirker dixweze êrîşî Şengalê jî bike. Plana ku dabû pêşiya DAIŞ’ê, êdî raste rast bi xwe xistiye meriyetê. Hevpeyîmana di 9’ê Cotmeha 2020’an de, di navbera Bexdat, Hewlêr û Dewleta Tirk de, hate çêkirin rûyekî nû yê qirkirina civaka me ya Êzîdî ye. Divê rastî û piştperdeya vê planê ji aliyê gelê me yê Şengalê ve baş werê dîtin li hemberî wê di nava xwede bibe xwedî yek helwest. Êrîşa nijadperest ya li Konya, dorpêça PDK’ê ya qadên gerîla, vekirina gorên şehîdan li Efrînê û bêhelwestiya cîhanê, li hemberî van kiryarên dewleta Tirk û hevkarên wê berdewamiya zihniyeta qirker û faşîst a li hemberî jinan û gela ye.  Bi zihniyeta nijadperest û zayendparêz ya mêr xeteriya qirkirina li ser jin û gelan di astekî metirsîdar de berdewam dike. Divê werê zanîn ev zihniyet bi DAIŞ’ê re dest pê nekir û pê re jî bi dawî nebû. Ji ber ew zihniyet di roja îro de li hemberî civakê hîn xetertir bûye. Ev şêwayê destgirtinê wê me bibe ber xeflet û metirsiyên hîn mezintir. Di serî de jin û civaka me ya Êzîdî û hemû gelê me li hemberî vê xeteriyê hişyar be, xwe bike yek û parastina xwe ya cewherî li her cihê dijî mayînde bike.

Sekna jin û civaka me ya Êzîdî, di roja îro de, nîşan dide sekna herî bi rûmet û berxwedêr ya ji bo parastina hebûn û destkeftiyên hatine avakirine. Parastina civak, avakirina jiyan û mîsogerkirina statuya xweser a şengalê dikare bi îsrara di vê seknê de werê mîsogerkirin. Civaka me ya Êzîdî piştî fermanê bi hemû hêza xwe hewildanekî mezin ji bo xwe pêşxistin, zanekirin, xwe bi rêxistinkirin, derbaskirina êş û derûniya fermanê da pêşxistin. Li hember fermanê, şêweyên xwe parastinê û mîsogerkirina jiyana azad, bi gavên şoreşî di warê zîhnî, kesayet, jiyan û xwe rêxistinkirinê de avakirin. Ev bîr, bawerî û sekna jinên Êzîdî îro şoreşa xwe ya civakî diafirêne, mezin dike û diparêze. Pergala ku îro civaka me, bi taybet jinên Êzîdî, ji bo jiyana xwe bi ewle û demokratîk dibînin, xweseriye. Divê hemû hêz di serî de Îraq û hikûmeta herêmê vê daxweza civaka Êzîdî weke mafê herî rewa bibînin û bipejirînin.

Bi minasibeta salvegera 7’emîn ya komkujiya li ser jin û civaka me ya Êzîdî, em bang li hemû jin û gelê xweyî li her çar parçê Kurdistanê dikin bi helwestekî hevbeş û yekgirtî li hemberî tevahî xeteriyên îro li ser Kurdistanê heyî li ber xwe bidin û nirx û deskeftiyên tekoşîna azadiyê biparêzin. Bang li hemû jin û civaka me ya Êzîdî ku di kampan de, ji aliyê PDK’ê ve dîl hatiye girtin vegerin ser cih û warê xwe. Dîsa bang li tevahî jin û gelên tekoşînvan û berxwedêr yên ji bo aştî û aramiya herêm û cîhnê têdikoşin û li dijî komkujiya jinan û Kurdan bibin xwedî helwestekî tund û radîkaltir û nehêlin bi navê gelan fermana gelên din werê dayîn. Li ser vê bingehê em carek din fermana 73’an a li ser jin û civaka me ya Êzîdî hate pêşxistin, bi hêrsekî tolhildanî şermezar dikin. Soza me daye şehîdan û jinên Êzîdî û tevahî gelê xwe dubare nû dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana di roja 250’an de ye

Nivîsa Pêş

Ciwanên Minbicê: Divê komkujiya Êzîdiyan weke qirkirina gelekî were dîtin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Minbicê: Divê komkujiya Êzîdiyan weke qirkirina gelekî were dîtin

Ciwanên Minbicê: Divê komkujiya Êzîdiyan weke qirkirina gelekî were dîtin

KJK: DAIŞ a esasî hikumeta Erdogan e!

KJK: Bîranîna Şehîdan di Şengalek azad û xweser de bê jiyîn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.