Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Metînayê parvekir

2'ê Hezîrana 2021'ê li Girê Koordîne yê herêma Metînayê, di dema çalakiyê de şer qewimî û di encamê de hevrêyên me Şaho û Hêvî yên bi lehengî li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kirin, şehîd bûn.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
01/07/2021 - 11:59
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdên Metînayê parvekir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

2’ê Hezîrana 2021’ê li Girê Koordîne yê herêma Metînayê, di dema çalakiyê de şer qewimî û di encamê de hevrêyên me Şaho û Hêvî yên bi lehengî li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kirin, şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şaho Çalak
Nav paşnav: Abdûrrahman Fahrî
Cihê jidayikbûnê: Ciwanro
Dayik-Bav: Habîbe Fethî-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2021 / Metîna
Nasnav: Hêvî Jînda
Nav paşnav: Kînem Aslan
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Bêrîvan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2021 / Metîna

 

ŞAHO ÇALAK

Hevrêyê me Şaho Çalak li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbeteke ji eşîra Cafê ji dayik bû ku eşîra Cafê bi welatparêziya xwe tê naskirin û di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên giran daye. Ji ber welatparêziya malbata xwe, ji ber dîlketina Rêbertî ya bi komploya navneteweyî û serhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, hevrêyê me Şaho bêhtir nêzî PKK’ê bû. Her wiha ji ber ku kekê wî tevlî nava refên me yên gerîla bû û sala 2007’an şehîd bû, biryardariya wî xurtir bû.

Hevrêyê me Şaho sala 2009’an tevlî nava refên gerîla bû û têkoşîna li dijî dagirkeriyê weke deynekî xwe yê li pêşberî gelê xwe dît û ji xwe re kir berpirsyariyek li pêşberî mirovahiyê. Ji ber vê yekê her tim bi hişmendiyeke neteweyî bi rengekî cewherî tevlî bû û baweriya xwe bi wê yekê anî ku pirsgirêkên mirovahiyê tenê bi felsefeya Rêber Apo dikare bê çareserkirin. Ji bo vê jî bi rengekî çalak têkoşiya. Hevrêyê me Şaho ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve her tim xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve bi pê xist û hewl da bibe milîtanekî pêşeng. Bi taybetî di fêhmkirina Rêber Apo de, di jiyana li gorî felsefeya Rêbertî de gelekî bi pêş ket. Hevrêyê me Şaho ku taybetmendiya xwe ya neteweyî li pêş bû, bi têgihiştina ku dagirkerî û mêtingeriya li Kurdistanê tenê bi têkbirina dewleta Tirk a qirker dikare ji holê bê rakirin, bi biryardarî xwest ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêma Metînayê kir û dest bi dagirkeriyê kir, hevrêyê me Şaho firsend bi dest xist ku hesab ji vê zîhniyeta faşîst bipirse, tola gelê me hilîne û bi vî rengî di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyan bû. Herî dawî li Girê Koordîneyê bi rengekî fedayî tevlî çalakiyê bû, bi ser çeperên dijmin ve çû û gelek leşkerên dijmin ceza kir. Bi kesayetiya xwe ya pak, dilnizm û durust, bû milîtanekî mînakdar ji hevrêyên xwe re û di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de bû yek ji lehengên nayê jibîrkirin.

HÊVÎ JÎNDA

Hevrêya me Hêvî Jînda li nava malbateke welatparêz a Serhedê li metropolên Tirkiyeyê ji dayik bû û lê mezin bû. Ji ber polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a qirker ên ji bo asîmîlekirina gelê me, malbata hevrêya me Hêvî neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêya me Hêvî li vê derê bi polîtîkayên dijmin hesiya û bi tundî li ber rabû. Her wiha qalibên ku sîstema kapîtalîst li jinan û tevahiya civakê ferz dike qebûl nekir û her tim kete nava lêgerîna li jiyaneke azad. Bersiva vê lêgerînê jî di nava felsefeya Rêber Apo de dît û ji bo bibe milîtaneke vê jiyanê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, baweriya xwe pê anî ku jiyaneke azad dîtiye û bi coş û kelecaneke mezin beşdarî jiyana gerîla bû, zû hînî çiya û gerîla bû. Ji bo bi rengekî hîn watedar tevlî pêvajoyê bibe gelekî hewl da û li ser vê bingehê xwe timî bi pêş xist. Ji Qendîlê heta Zagros û Behdînanê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê xebitî. Di her karî de bi dîsîplîn û serketineke mezin tevgeriya û bi van taybetmendiyên xwe derkete pêş.

Herî dawî li herêma Metînayê li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker her tim kete nava lêgerînên çalakiyê, beşdarî gelek çalakiyan bû û di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de jin a azad temsîl kir. Bû yek ji milîtanên mînak ên rasteqîn ên YJA Starê.

Hevrêyên me Şaho û Hêvî bi sekn û daxwaza xwe ya ji bo serketinê, li dijî mêtingeriya Tirk a li herêma Metînayê bûn milîtanên pêşeng ên berxwedana dîrokî. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Şaho û Hêvî em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê serketinê teqez misoger bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Newaya Jin: Nexşeya şoreşê jin xêz dikin

Nivîsa Pêş

Gerîlayên HPG û YJA Starê 4 leşkerên Tirk ên dagirker cezakirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîlla dîsa lê da: 3 dagirker hatin ceza kirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê 4 leşkerên Tirk ên dagirker cezakirin

Zarokên Agir 5 bajaran de şewitand

Zarokên Agir 5 bajaran de şewitand

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.