Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Fermandara YJA-Star a ku bavê wê li ber avahiya HDP’ê ye: Ez bi Îradeya xwe tevlî PKK’ê bûm

Ji fermandarên YJA Starê Amara Ronahî ku bavê wê li ber avahiya HDP’ê di nobedê de ye, destnîşan kir ku ji ber êrîşên faşîzan û qirker bi vîna xwe tevlî nava refên gerîla û PKK’ê bûye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/08/2020 - 10:47
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Fermandara YJA-Star a ku bavê wê li ber avahiya HDP’ê ye: Ez bi Îradeya xwe tevlî PKK’ê bûm
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Ji fermandarên YJA Starê Amara Ronahî sedemê tevlîbûna xwe ya nava refên PKK’ê ji AJANSA ANF’ê re nirxand.

Ronahî destnîşan kir ku êrîşên qirker û îmhayê yên dewleta Tirk bi salan e ku li ser gelê Kurd dide kirin, îro hê berfirehtir pêk tîne, bang li bavê xwe yê li pêşiya avahiya HDP’ê di nobedê de ye û malbatên din kir û got: “Dewleta Tirk serî li her cûre êrîş û rêbazên bê exlaqiyê dide. Nexasim ev ne rewşekî nû ye. Di dîroka komarê de tim Kurd hatine tinekirin.

Hişmendiya faşîzan ji bo vî gelî û hemû nirxên wê tine bike gelek rê û rêbaz bikar anîne. Em jî weke Elewiyeke Kurd hatim asîmlekirin, bê nasname û bê vîn hiştime. Bi nezanîbûna Kurdbûneke wiha mezin bûm. Tenê min weke Elewî xwe nasdikir, ne di ferqa rastiya netewbûna xwe û rastiya gelê xwe de bûm. Rewşeke welê bû ku min ne xwe nas dikir û ne jî civaka ku ferdê wê bûm.

Li pêşberî rastiya rejîma ku jinê weke malê xwe dibîne, zextê lê dike, her cûre zilmê li ser rewa dike, destdirêjî û qetil dike, bê ku tiştek bike mayîn, ev tê wateya erêkirina vê. Ya ku min kişand çiya û sedemê tevlîbûna min a nava refên PKK’ê êrîşên dewleta Tirk a faşîst bûn. Piştî naskirina tevgerê û dîsa weke jinekê bi vîna xwe azad bijîn, ketim ferqa wê yekê yekane cihê ku li dijî êrîşên dijminê faşîst û qirker ên li ser gelê me têkoşîn bikim nava PKK’ê ye, tevlî refên gerîla bûm. Bi awayekî vekirî qetilkirina zarok, jin û gel, welatê min di bin dagirkeriya van xwînmijan de be, bê ku tiştek bike jiyîn, bêrûmetiya herî mezin e. Ez jî ji bo xwedî li mirovahî û rûmeta civakî ya xwe derkevim, li çiyan têdikoşim.”

‘DIXWAZIM AZAD Û BI RÛMET BIJÎM’

Ronahî bal kişand ku di demê dawî de rejîma AKP-MHP’ê bi her cûre rêbazên bê exlaqî û der mirovî êrîşî gelan dike, zarokên ku tenê Kurd in jî qetil dike. Ronahî diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî şehîdgeh û goristanan jî dike û ev nirxandin kir: “Em xwedî dijminekî wiha ne ku ji nirxên exlaqî û mirovî bê par e. Rojane jinan bi hovane qetil dike. Lê ewladên bi rûmet ên vî gelî hene ku ji bo azadiya gelê xwe tê dikoşin û canê xwe feda dikin hene.

Em jî ji bo dawî li vê bêrûmetiyê bînin têkoşînê dikin. Hikûmeta AKP’ê ya ku dît bi qetilkirinê nikare dawî li vî gelî bîne, dîsa nekarî mehkûmî jiyana bêrûmetiyê bike, serî li rêbazên der exlaqî dide. Li dijî HDP’ê ya partiyeke siyasî ya gelê Kurd temsîl dike, rêbazên qirêj bikar tîne, dixwaze tesfiye bike. Ji ber ku îro ji derveyî partiya HDP’ê yên ku van pêkanînên der exlaqî û qirêj ên AKP-MHP’ê yên li Tirkiyeyê kifş dike ti partiyek din nîne.

Li pêşiya avahiya HDP’ê ya ku di bin navê ‘nobeda ewladan’ çend malbat kom kirine, dixwazin HDP’ê tehşîr bikin û li ber çavê gel biçûk bixin. Zarokên van malbatan li çiyan di serî de ji bo malbatên wan û gelê xwe bi rûmet bijîn hevrêyên ku şer kirin û şehîd bûne.”

‘TU KES BÊ VÎNA XWE NIKARE BIÇE ÇIYAYÊN KURDISTANÊ’

Fermandara YJA Starê Amara Ronahî da xuyakirin ku yek ji yên li ber avahiya HDP’ê di nobedê de ye bavê wê ye û got: “Di serî de vê bêjim, ji bo dayîna daxuyaniyeke wiha hem di aliyê wijdanî û exlaqî de tengijîm. Ji ber ku ketina xizmeta dijminê xwînmij û bangek wiha kirin ji bo min û hevrêyên mîna min di nava têkoşînê de heqaret e. Bavê min û malbatên li pêşiya avahiya HDP’ê di nobedê de ne, dîsa dijminê ku bi salan dixwazin me tine bikin, baş dizanin ku tu kes ji derveyî vîna xwe nikare berê xwe bide çiyan. Dîsa bê mafî di şexsê HDP’ê de îftiraya davêjin ser partî û endamên wê, divê çav li vê neyê girtin.

Di şexsê bavê xwe de ji bo hê zêdetir zarokên xwe li ber dijmin biçûk û bê qîmet nekin dixwazim bangek bikim. Di serî de min diyar kir, tevlîbûna min a nava têkoşînê bi zanabûn û biryareke ku min bi kelecanî girtiye. Tiştek bi qasî wê asayî nîne ku her ciwanek ku bêje ez mirovm, ez Kurdim a girtina biryarekî wiha. Nexasim gelê me û welatê me êrîşekî ewqas giran li ser tê kirin û tiştek nekirin ne asayî û rewşekî der exlaqî ye. Tu kes ji derveyî vîna xwe nikare tevlî PKK’ê bibe, bi kinahî nikare berê xwe bide çiyayên Kurdistanê.”

‘LI DIJÎ GELÊ KURD PÎLANEKÎ QIRÊJ TÊ BIRÊVEBIRIN’

Fermandara YJA Starê Amara Ronahî bang li malbatên welatparêz kir wiha pêde çû: “Di şexsê bavê xwe û hemû malbatên li pêşiya avahiya HDP’ê de, li nobedê ne bang dikim; rê nedin ku nirx û rûmeta we li erdê bixin û erdê bê dayîn. Nebin pêlîstika berjewendiyên hikûmeta AKP’ê û dewleta faşîst. Xizmetkirina ji bo polîtîkayên dijmin, tê wateya destekirina qetlîam, bêrûmetî û bêexlaqiyê. Em ewladên vî gelî di jiyanê de tişta herî bi qedir û rûmet heq û rûmet e wisa hatine mezinkirin.

Ev nirxê mirovahiyê ye. Di serî de ya bavê min û malbatên li pêşiya avahiya HDP’ê rûniştine ne di çarçoveya nirxê mirovahî û ne jî exlaq û ne Kurdbûnê de ye. Tu ferdekî yê civakê cih li gel dijmin ê li dijî nirxên wan in, cih nagire û xizmet nake. Navê vê xiyanet e. Ez jî weke Elewiyekî Kurd bi çanda edale, heq û berxwedanê mezin bûme. Li gel me yên pişta xwe bidin nîjad û baweriya xwe tê wateya sûcê herî mezin kirine. Vê layîqî xwe nebînin, nekevin rewşekî welê ku dijmin we di her wateyê de ji bo armancên xwe bikar bîne.

Rojek berî rojekê dev ji vê helwesta ketî nav berdin, dawî li van helwestên ku xiyanetê li nirx û welatê we dikin bînin. Xizmeta dijminahiya Kurdan nekin. Li dijî gelê Kurd pîlanekî qirêj tê birêvebirin. Herî dawî pir kêfxweşim ku ji bo azadiya gelê xwe, welat, ji bo hemû gelên hejar û jinan tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûme. Serbilind im. Mîna hevrêyên xwe yên din, ez ê bi hemû hêza xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidim.”

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Turnuvaya Ciwanan bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Pêşmergeyên KDP’ê bi destê xwe rê li pêşiya dagirkeriyê vedikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Pêşmergeyên KDP’ê bi destê xwe rê li pêşiya dagirkeriyê vedikin

Pêşmergeyên KDP'ê bi destê xwe rê li pêşiya dagirkeriyê vedikin

Dewleta Tirk a dagirker ketin gundê Banike avahî hilweşandin

Dewleta Tirk a dagirker ketin gundê Banike avahî hilweşandin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.