Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Berxwedana gerîla wê di sala 37’an de mezintir be!

KCK: Ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta îro gerîla di 36 salan de bûye pola û di sala 37’emîn de jî wê li ber xwe bide. Di van 36 salan de gelê Kurd ku Rastiya Gelê Şervan fêm kiriye, wê berxwedana xwe geş bike û faşîzma AKP û MHP’ê têk bibe.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/08/2020 - 13:59
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK: Berxwedana gerîla wê di sala 37’an de mezintir be!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di şexsê fermandarê mezin ê pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an a Şoreşa Vejînê dest pê kiriye Mahsûm Korkmaz de, em hemû fermandar û şervanên gerîla yên şehîd bi hurmet bi bîr tînin. Fermandarên mezin Engîn Sîncar, Atakan Mahîr û Zekî Şengalî yê di meha Tebaxê de şehîd bûne jî bi hurmet bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ava bikin. Em Cejna Vejînê ya Rêber Apo, gelê Kurd û hemû berxwedêrên li çiya, zindan û li her derê pîroz dikin.

Pêngava Şoreşger a mezin a 15’ê Tebaxê îro di bin fermandariya şehîdên berxwedêr bi îrade û biryardariyeke mezin didome. Heta ku hêzên qirker werin têkbirin, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk were avakirin wê ev berxwedan bidome.

Wekî ku Rêber Apo her carê digot, Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo damarên gelê Kurd ên hişkbûyî, bûye ava jiyanê. Mêtingeriya qirker a 12’ê Îlonê digot ku min ew qedand, min darbeya dawîn jî lê da, îradeya jiyan û azadiyê ya gelê Kurd kulmeke giran li rûyê mêtingerên qirker daye. Li hemberî mêtingeriya qirker îradeya têkoşîna ya xurt derketiye holê. Bi vî awayî Pêngava 15’ê Tebaxê di fîşeka pêşîn de xwe spartiye hêzeke îdeolojîk a serketî, îrade û biryardariyê. Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku mêtingerên qirker diyar dikirin ku temenê wê 72 saet e, bi serfiraziyan gihiştiye heta îro. Vê Pêngava ku wekî Şoreşa Vejînê ya Kurdistanê hatiye destpêkirin, îro bûye bingeha Şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk.

WEKÎ TEVGERA GERÎLAYAN A HERÎ BI TECRUBE YA CIHANÊ DI DÎROKÊ DE CIH GIRT

Pêngava 15’ê Tebaxê wekî şerên mezin ên gerîlayan ên di cîhanê de îro wekî tevgera gerîlayan a herî bi tecrube ya gerîlayan cihê xwe girtiye. Mehmet Sevgat, Mustafa Yondem, Ahmet Kesîp, Kazim Kûlû, Doktor Baran, Xebat Dêrik, Halîl Derik, Mehmet Ozbey, M.Emin Aslan, Suleyman Aslan, Besê Anûş, Azîme Demîrtaş, Sûltan Yavûz, Hanim Yaver Kaya, Gulnaz Karataş, Zeynep Kinaci, Nûda Karker, Şîlan Kobanê, Viyan Soran, Çîçek Kiçî, Delal Amed, Sorxwîn Dêrsim, Çîçek Kûrtalan, Şevîn Bîngol, Zîn Avesta, Îsa Dêrsim, Mahîr Amed, Engîn Sîncar, Adil Bilîka, Kadrî Çelîk, Rustem Cûdî, Reşît Serdar, Elîşêr Koçgirî, Nûman Amed, Azad Sîser, Atakan Mahîr, Baran Dêrsim, Ali Piling, Sînanê Sor, Kasim Engîn, Rûbar Dîjle, Têkoşer Gever û gelek fermandarên şehîd ên ên li ser xeta Mehmet Karasûngûr û Mahsûm Korkmaz îrade, bawerî û giyanekî mezin ê gerîlayan derxistiye holê û tu hêza şer nikare vê hêzê bişkîne. Tekane armanca vê fermandarî û milîtaniya fedaî heye ew jî serketine . Avakirina Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk e.

ŞOREŞÊN CIVAKÎ AVA KIRIYE

Şoreşa Vejînê ya 15’ê Tebaxê ji gelek tevgerên gerîla zêdetir şoreşên civakî ava kiriye. Gelê Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan, şoreşa neteweyî, şoreşa civakî, şoreşa demokratîk, şoreşa azadiyê ya jinan, şoreşa çandê, şoreşa ferasetê, şoreşa wijdan û kesayetê ava kiriye. Guherînên ku wê di sedsalan de pêk werin di 36 sala de pêk hatiye. Di van 36 salan de dîrok zû derbas bûye. Bi salan re wê mezinahiya pêngava şoreşger a 15’ê Tebaxê bêtir were fêmkirin.

Îro di bingeha pêşveçûn û destketinên li her çar parçeyên Kurdistanê de para herî mezin a vê pêngava 36 salan e. Şoreşa Vejînê Kurd aniye ba hev û sînorên dewletan bêwate kiriye. Bi saya vê pêngava şoreşger gelê Kurd bûye gelê herî şoreşger û demokratîk ên Rojhilata Navîn. Gelê Kurd îro bi karakterê civakî û neteweyî, li cihanê bûye gelê herî zêde serbilind. Gelê Kurd xwedî rûmet e û serbilid e. Ji ber ku gelê Kurd gihiştiye rastiya gel a evîndarî azadiyê ne.

Gelê Kurd bi paradîgmaya civakî ekolojîk û demokratîk a azadiya jinan diparêze bi alternatîfa jiyana azad û demokratîk a derveyî dewletan bûye hêviya gelên hemû cîhanê. Şoreşa Vejînê ya 15’ê Tebaxê îro bûye Şoreşa Vejînê ya hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovayetiya dinyayê. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje, tiştên heta niha dihate kirin amadekariyên mezin bû, wê geşedan û destketiyên herî mezin di salên pêş de pêk were. Ji ber ku wê tu sînor û hêza şer nikaribe li pêşiya Şoreşa Vejînê ya li ser xeta îdeolojîk û polîtîk a Rêber Apo bisekine. Di dîrokê de çawa ku şoreşên bi pêşengiya dîn, çîn û civakê nehatiye sekinandin wê şoreşa mezin a li ser paradîgmaya Rêber Apo jî neyê sekinandin.

GERÎLA LI HEFTANÎNÊ BI TILÎLIYAN LI BER XWE DIDE

Di van rojan de ku em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz dikin, gerîlayên li Heftanînê li ser xeta Mahsûm Korkmaz, bi dehan fermandarên mezin û bi deh hezaran şehîdan bi coşa cejnê û tilîliyan li ber xwe didin. Di van 2 mehan de diyar kirine ku wê ruhê şoreşger ê 15’ê Tebaxê were şikandin. Em van berxwedêrên derbên giran li hêzên faşîst didin, silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin. Berxwedana Heftanînê wê di sala 37’emîn a 15’ê Tebaxê de li ser esasê berxwedanên mezin ên li Kurdistanê bidome, wê êrîşên qirker û dagirker poşman bibin. Esmer, Nûcan û Rustem Cudî yên ku bûne sembola berxwedana Heftanînê têk neçûn wê kesên ku baweriyê bi tank û topên xwe tîne, têk biçin. Tişta ku ew ditirsin wê were serê wan, wekî 36 salan wê ew tirs were serê wan.

LI DORA BERXWEDANA GERÎLA EM BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN

Dewleta Tirk a dagirker wekî 36 sal berê digot ez ê wan têk bibim, li Bakur, Başûr û Rojava êrîş kir û lê ev êrîş bi ser neketin. Berxwedana gerîla û gelê Kurd heta niha ev êrîş şikand, geşedanên mezin ava kir, wê êrîşên dawîn jî were şikandin. Ji ber ku qanûna vê Şoreşa Vejînê diyalektika serketina rewşên dijwar e. Wê têkoşîn îro jî li ser vê xetê bidome. Wê mêtingeriya qirker û faşîst a AKP û MHP’ê têk biçe, Kurd, gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û mirovayetî bi ser bikeve.

Ji 15’ê Tebaxa 1984’an heta îro gerîla di 36 salan de bûye pola û di sala 37’emîn de jî wê li ber xwe bide. Di van 36 salan de gelê Kurd ku Rastiya Gelê Şervan fêm kiriye, wê berxwedana xwe geş bike û faşîzma AKP û MHP’ê têk bibe. Li ser vî esasî em bang li gelê Kurd, dostên gelê Kurd, jinên bûne hêza azadî û demokrasiyê ya mirovayetiyê, gelên Rojhilata Navîn dikin ku bila dora têkoşîna gerîlayan a ku bûye hêza şoreşger a hemû gelan têkoşînê geş bikin, em Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

FLAŞ – Tîmên YPS’ê li dijî Ulker û midûrtiya zabitayan çalakî kirin

Nivîsa Pêş

Dijî dagirkeriyê turnuvaya Şehîd Navdar Kerkukî destpê dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dijî dagirkeriyê turnuvaya Şehîd Navdar Kerkukî destpê dike

Dijî dagirkeriyê turnuvaya Şehîd Navdar Kerkukî destpê dike

HPG’ê nasnameya Gerîllayê ku di dema hevdîtina Iraqê de Şehîd bûbû eşkere kir

HPG’ê nasnameya Gerîllayê ku di dema hevdîtina Iraqê de Şehîd bûbû eşkere kir

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.