Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Dibe ku covîd-19 bibe fetlonekeke dîrokî!

Rêveberiya dewletan li pêşberî vîrûsa koronayê heta niha tenê bi qedexekirina derketina derve, bi ragihandina 'rewşa awarte' 'tevdîr'an digire. Di encamên tevdîran de her roja ku diçe ev vîrûs bêhtir berbelav dibe

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/03/2020 - 0:47
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Dibe ku covîd-19 bibe fetlonekeke dîrokî!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi vîrûsa koronayê re li hemû cîhanê atmosfereke nû peyda bû. Korona ji niha ve bandora xwe li ser tevahiya jiyana me dike û wilo xuya dike bandorên vê vîrûsê ya li ser jiyana me wê hêj girantir û berfirehtir be.

Korona ne ku me tenê nexweş dike, dikuje, me dixe karantînayê. Korona me gav bi gav ber bi jiyaneke dî ve tehf dide. Rengê jiyana me diguherîne. Bandorê li ser ekonomî, polîtîkaya cîhanî dike, bandorê li reftarên civakî dike, psîkolojiyekê bi xwe re tîne. Bandorê li ser baweriya bi ewle û diyarbûna dahatuya nêz û dûr dike. Psîkolojiyeke wiha çêbûye ku êdî weke beriya koronayê em pê ne bawer in ku sibehî em ê û an jî nasên me wê sax bin, sibehî wê xelayek çênebe. Korona êdî ji gelek aliyan ve ketiye nav jiyana tevahiya mirovahiyê û mohra xwe lêdide.

Dema ku mirov dêhna xwe dide rêveberina vê talokeya global mirov dikare bibêje ku rêveberineke pir kambax e. Bersiva rêveberiya dewletî ya li dijî koronayê li şûna kêmkirina bandorên wê, bandorên wê hêj bêhtir giran dike. Ji ber ku ev tolokeya global baş nayê rêvebirin li tevahiya cîhanê tirs û xofek mezin çêdibe. Ev tirs jî berê civakê bi rengekî girseyî dide malzemeyên mezaxtinê, civakê ji hemû qadên civakî, hilberandinê dûr dixe, civakê di nav malan de hepsî dike.

Rêveberiya dewletî li pêşberî vîrûsa koronayê heta niha tenê bi dilqê jandarma, polîsê dest li jop e. Tenê bi qedexekirina derketina derve, bi ragihandina ‘rewşa awarte’ ‘tevdîr’an digire. Ji encamên heta niha yên van ‘tevdîr’ên dewletê diyar e ku ev ne tu tevdîr in û her roja ku diçe ev vîrûs bêhtir berbelav dibe, bêhtir nexweş dike, dikuje, jiyana civakî bêhtir asteng dike û dike ku bi xwe re krîzeke aborî ya cîhanî bîne.

Heke rewş wiha bidome dibe ku di demeke ne pir dûr de li hemû cîhanê rêjeya mezaxtinê ji ya hilberandinê zêdetir bibe û encama vê jî li tevahiya cîhanê bibe xela. Encamên dûrketina ji qada hilberandinê wê ji encamên rasterast ên koronayê girantir bin. Talokeya herî mezin ev e. Ji ber ku, dema ku civak ji qada hilberandinê hate qutkirin û rêjeya mezaxtinê ji ya hilberandinê zêdetir bû, piştî demekê wê zemîna teqînên civakî çêbibe.

Di rewşeke wiha de jî dewletên ku li bara koronayê tenê bi dilqê jandarma û polîsan tevdigerin, tenê fermana qedexeya derketina derve didin, rewşa awarte radigîhînin, wê hêza xwe ji bo çewisandina teqînên nav gel bidin şixulandin, ango wê tekane îşê xwe yê ku tê de ‘hoste’ ne, bikin. Rewşeke wiha jî li hemû cîhanê wê bi xwe re rejîmên otorîter, totalîter, dîktatorî bîne. Dema ku bi sermeyadaran re fikr û fikara ku wê ewlehiya sermiyana wan nemîne çêbû, dema ku bi desthilatdaran re fikr û fikara ku wê ji desthilatdariyê bikevin çêbû, ji bo ku sermiyan û desthilatdariya xwe biparêzin wê dereng nemînin ku bi carekê re berê xwe bi hemû hêza xwe bidin serkutkirina civakê.

‘Bersiva’ dewletan a li dijî koronayê deriyê krîzeke aborî ya cîhanî û guherîneke radîkal a polîtîk a cîhanî vedike û helbet ev du rewşên pêkan jî bi xwe re dikarin me bi carekê re li nav şerekî cîhanî bi cih bikin.  Ji ber vê jî îhtîmal heye ku vîrûsa covîd-19 bibe fetloneke dîrokî.

Bêyî ku em dirêj bikin, em dikarin bibêjin, corona dibe ku bibe hinceta pêvajoya dawî lê anîna serdemekê û avakirina serdemeke nû.  Heke korona bibe ‘hincet’eke wiha, gelên cîhanê çi qasî hazir in ku hilweşîna serdemekê û avabûna serdemeke nû di ber azadî, wekheviyê de bi kar bînin ne diyar e. Gelên cîhanê divê îhtîmaleke wiha piştguh nekin, ji ber ku berdêlên piştguhkirina îhtîmaleke wiha ji bo gelên cîhanê dibe ku pir giran be.

Bila dîrok bi gelan wiha nedê gotin: Dema ku em dikirin karantînayê, dema ku rewşa awarte radigihandin ji me ye ku dixwazin me ji koronayê biparêzin lê me nizanîbû ku xwe hazir dikin qira me bînin!

Şengul Ogur

Xwebûn

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Tirkiyeyê hejmara miriya derket 75’an

Nivîsa Pêş

TAYBET – Netewperestî, Frankenştayn û Organîzmaya Ku Gena Wê Hatî Guherandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – ‘Gelên me ji Stûxwaran Rizgarkirin’

TAYBET - Netewperestî, Frankenştayn û Organîzmaya Ku Gena Wê Hatî Guherandin

Dewleta tirk a dagirker gundên Sîdekanê topbaran dike

Dewleta tirk a dagirker gundên Sîdekanê topbaran dike

Manşet

  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.