Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Peyama sala nû ya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê bi wesîleya sala nû daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Em vê baş zanin ku dîroka gelan a bi berxwedaneke mezin hate nivîsandin wê rastiyê li şûna wê bi cih bike û edaletê pêk bîne."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/12/2019 - 13:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
PKK: Hesretên hevrê Helmet wê bi teqez bigihêjin serketinê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û sala nû pîroz kir.

Daxuyaniya Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê wiha ye:

“Li dijî polîtîkayên qirker û faşîzan ên dewleta Tirk a mêtinger ku li hemberî gelê me û gelan meşand, me saleke girîng û bi berxwedana dîrokî li pey xwe hişt. Ev têkoşîn û berxwedana hêja û dîrokî ya Rêber Apo, partî û gelê me destketiyên girîng afirand. Bêguman li gel destketiyên xwe yên mezin, windahî û êşên giran ên vê têkoşînê jî hebûn.

Bê berdêl tiştek nebû, nabe. Di destketiyên dîroka me ya partiyê de, di her gava partî û gel de pareke mezin a fedakariya şehîdan û Rêberê me heye. Ji ber vê yekê Rêberê me ji bo PKK’ê got ‘Partiyeke şehîdan e’. Li ser vê bingehê bi wesîleya sala nû di şexsê şehîdên me yên mezin Hakî Karer, Egît, Sara, Zîlan, Adil, Nûda, Delal, Atakan, Zekî Şengalî, Helmet, Sînanê Sor, Şevîn, Çîçek Botan, Cemîl û Demhat de şehîdan hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku em ê armancên wan pêk bînin, nirxên wan bi hesasiyeteke mezin biparêzin û xurt bikn.

Em sala nû li dayikên van lehengên me yên hêja, li malbatên şehîdan ên ku hevrêtî ji şehîdan re kirin pîroz dikin. Di şexsê malbatên şehîdan de em careke din soz didin gelê Kurdistanê û gelan hemûyan ku wê Rêberê azad û Kurdistana azad a bi keda wan, wê pêk were.

‘MÊTINGER WÊ DI NAVA XWÎNA KU DIRIJÎNIN DE BIFETISIN’

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker û hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ku tetîkkêşiya wê dike, di sala 2019’an de li dijî gelê me êriş û komkujiyên ku wijdan û exlaqê mirovahiyê diêşîne kirin û hîn jî dikin. Ev hêza dijminê mirovahiyê ku di berxwedana bajaran de hevrêyên me bi zindî şewitand, partiya şehîdan her roj hesab ji wan dipirse û wê her tim hesab ji wan bipirse. Ev sîstema faşîst û berdevkên wan di salvegera komkujiya Roboskî de li Til Temirê bi kuştina 9 zarokan heman komkujî kir. Sîstema faşîst çiqasî pesnê xwe bi komkujiyên xwe bidin jî wê di nava xwîna ku rijandine de bifetise.

Zalim û zordaran ti carî nekarîne xwe ji hesabdayina ji têkoşîna mafdaran rizgar bikin. Vê hikumeta faşîst bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re ne tenê êşkence li cenazeyan kirin, her wiha cenazeyên şehîdan bi mehan li morgan hiştin û nedan malbatan bi vî rengî êşkenceya taybet û psîkolojîk kirin.

Bi rengekî li dijî exlaq û baweriyan hemûyan goristanên me jî xera kirin û li nava kolanan êşkence li dayikên me kirin ku ev bê exlaqî şermezar dikirin. Li dijî van polîtîkayên faşîzan û derveyî mirovahiyê û êşkenceyê gelê me paşve gav neavêt, xwedî li nirxên zarokên xwe derket û şerê taybet û psîkolojîk têk bir. Em vê baş zanin ku dîroka gelan a bi berxwedaneke mezin hate nivîsandin wê rastiyê li şûna wê bi cih bike û edaletê pêk bîne.

Rêber Apo bi gotina ‘Divê mirov wan weke kesan nebînin, divê mirov wan weke saziyekê bibînin. Ji ber ku di demekê de ku bi milyonan mirov bûn qurbanê jiyaneke xapînok û di demekê de ku xiyanet bi her rengî dihate kirin, ew bûn berdevkê rastiyê’ nîşan da ku şehîdên me bi hişmendî û berpirsyariyeke çawa tevgeriya bûn, rastiya PKK’ê û pîvanên PKK’ê nîşan dabû. Dema ku mirov bala xwe bidin ser destana lehengiyê ya 42 salan a PKK’ê wê were dîtin ku her şehîdekî me rastiya vê dîrokê bi rengekî eşkere nîşan dan.

‘SALA 2020’AN WÊ BIBE SALA TÊKOŞÎNÊ Û XWEGIHANDINA RÊBERTIYA AZAD’

Ji ber vê yekê şehîdên me ji bo me nirxên jiyanê yên ispatkirî ne. Ne tenê nirxên me ne ku divê bên bîranîn, ew di heman demê de bingeha partiya me bi xwe ne. Hêza fermandariyê ye ku nîşanî me didin divê bi çi rengî bijîn. Ji ber vê yekê çawa ku PKK tevgereke Rêbertî ye, her şehîdên PKK’ê jî reng, kesayetî, karakter, pîvan û jiyana PKK’ê nîşan didin. Ji ber vê yekê ji destpêkê ve Rêbertiya PKK’ê bi hişmendiya liv û tevgera bi artêşa şehîdn re her şehîdekî me kiriye pêngava serketinê, bingeha serketinê. Partî û têkoşîna me nêzîkatiya li her şehîdan weke pîvana serketinê dîtin. Bi jiyana xwe dîtin ku eger vê nekin wê têk biçin.

Li ser vê bingehê di vê pêvajoya dîrokî de bi qasî şehîdan wê hevrêyên şehîdan û malbatên wan bi heman hişmendî û berpirsyariyê tevbigerin, xwedî li armancên şehîdan derkevin ku temînata yekîtiya netewyî ye. Li ser vê bingehê em pê bawer in ku sala 2020’î wê bibe sala azadiya welat û têkoşîn û hevdîtina bi Rêberê azad re. Bi vî rengî em careke din soza ku me dane şehîdan dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dagirkeran bejahiya Şirnexê bi temamî qedexekirin

Nivîsa Pêş

11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn

11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweş ê li dijî derpkirinê li ber xwe da birîn

Alîgirên Heşdî Şebî dixwazin bikevin konsolosa Emerîkayê

Alîgirên Heşdî Şebî dixwazin bikevin konsolosa Emerîkayê

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.