Enter your email Address

Salı, Temmuz 29, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew dagirkeriya dewleta Tirk û kiryarên wê yên dermirovî red dikin. Her wiha komkujiya Til Rifetê ku li dijî zarokên Efrînî hatiye kirin, bi meşên girseyî ku li gelek herêman hatin lidarxistin, şermezar kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/12/2019 - 17:39
di nav Çalakî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 10 mins read
A A
slide 1 of 16
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên şermezarkirina komkujiya Til Rifatê
Li Qamişlo komkujiya Til Rifat hate şermezar kirin
Li Qamişlo komkujiya Til Rifat hate şermezar kirin
Li Qamişlo komkujiya Til Rifat hate şermezar kirin
Li Qamişlo komkujiya Til Rifat hate şermezar kirin
Li Qamişlo komkujiya Til Rifat hate şermezar kirin
Li Qamişlo komkujiya Til Rifat hate şermezar kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dirûşma “Wê faşîzma Tirk di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetise”, li herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên wî û komkujiya Til Rifetê ku tê de 10 koçberên Efrînê hatin qetilkirin û 12 birîndar bûn, meşên girseyî hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Beşdarên meşê li pêşiya noqteya tenduristiyê li navçeya Til Hecerê ya bajarê Hesekê kom bûn û alên QSD`ê û wêneyên zarokên komkujiya Til Rifetê her wiha pankertên bi nivîsên “Piştgiriya zarokên Efrînê bikin, “Qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin”, “Ka wijdanê mirovahiyê”, “Zarokên me nekujin” rakirin û ber bi kolana dêra Aşûrî ve meşiyan.

Meşvan li gelek kolanan geriyan û sloganên şermezarkirina dijminahiya deweta Tirk û silavkirina berxwedana Rûmetê û berxwedana şehîdan, ber kirin.

Meş li kolana sereke li nêzî dêra Aşûrî sekinî. Li wir mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk Silêman Bedir wiha axivî: ” em îro komkujiyeke ji komkujiyên Erdogan şermezar dikin. Komkkujiya ku dijminên xwînxwar li dijî zarokên Til Rifetê pêk aniye. Hemî çeteyên ku bi artêşa Tirk re şer dikin, çeteyên DAIŞ`ê ne lê bi navên cuda.”

Silêman wiha berdewam kir: “Erdogan êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê Aşîtiyê bi nav dike. Lê di rastiyê de ev opersyonên tundî û qirikinê derheqê gelên Bakur û Rojihilatê Sûriyê de ne.

Meş bi helbesteke zarokê bi navê Ibrahîm Derwîş ku li ser komkujiyên dewleta Tirk li dijî zarokên herêmê ye, bi dawî bû.

TIL KOÇER

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê ji bo şermezar kirina komkujiya Til Rifetê ya di encama topbaran artêşa Tirk û çeteyên wê li ser navçeya Til Rifetê pêk hatiye û zarok bûn qurbaniyên wê de, meşek li dar xist.

Di meşê de wêneyên zarokên komkujiyê û alên YPG,YPJ`ê hatin rakirin.

Meşê ji pêşiya parka jinê dest pê kir û di kolana sereke re dewam kir û li navrasta navçeyê sekinî. Li wê derê Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Ebdelhadî Ehmed axivî û bêdengiya navdewletî ya li hember komkujiya Til Rifetê şermezar kir.

Ehmed tekez kir ku çartêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyên bi armanca qirkirinê di nava bêdengiya navdewletî de pêk tînin û wiha axivî: ” Dixwazin bi vê yekê îradeya gelê me bişkînin. Divê em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî bin û sînorekî ji komkujiyên dewleta Tirk re deynin û erdên xwe ji dagirker û çeteyan paqij bikin.”

Meş bi dirûşmên şermezarkirina komkujiya Til Rifetê bi dawî bû.

DÊRAZOR-HERÊMA ŞIÊTAT

Bi sedan şêniyên herêma Şiêtat û derdorê wê, îro bi meşeke girseyî hêrsa xw li komkujiya Til Rifetê ya li dijî zarokên Efrînî nîşan dan. Her wiha civaka navdewletî ku li hemberî sûcên Tirkiyê û çeteyên wê li dijî gelan bêdengiya xwe diparêze, şermezar kirin.

Meş ji bajarokê Kişêşa ya herêma Şiêtatê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi telêbûna bi dehan şêniyên hermên p saziyên sivîl û leşkerî destpê kir û bi kolanên sereke geriyan. Meşvanan tekez kirin ku divê hemî ciwan, kalpîr, jin û zarokên Dêrazorê piştgiriyê bidin şîniyên Til Rifetê û koçberên bi darê zorê ji Efrînê derketine. Her wiha komkujiya ku li dijî zarokên Til Rifetê hatiye kirin şermezar kirin.

Meşvan li bajarokê Kişîşê kom bûn û Hevserokê Şaredariya Gel li herêma Şiêtat Ebderhman El-Dixîvij axivî û komkujiya dewleta Tirk li dijî zarokên Til Rifetê bi karê tirsonek ê di rêzesûcên artêşa Tirk de, bi nav kir.

El-Dixîvij bang li her kesî kir ku ji bo dîtina çareseriyeke demokratîk û adil û rakirina zilmê, her wiha ji bo yekkirina ax û gelê Sûriyê yên ji mezhebên cuda, asta xebatên xwe bilind bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê li dijî komkujiya artêşa Tirka da girker li dijî şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne û li Til Rifet bi cih bûne, daketin qadan.

Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Bi navê olê em ji aliyê dewleta Tirk a faşîst rastî qirkirina etnîk tên, qîrîna zarokên Efrînê bibhîzin, dewleta Tirk a faşîst û çeteyê wê dê di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetisin” her wiha wêneyê şehîdên komkujiya Til Rifetê hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina kiriyarên dewleta Tirk li dijî şêniyên Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha yên şermezarkirina Erdogan û silavkirina berxwedana QSD, Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

Meş li navenda bajarok veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama desteya rêveber a PYD`ê Sîlvana Elî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiya Til Rifetê re, xwest.

Sîlvana destnîşan kir ku ev ne cara yekemîne ku artêşa Tirk li dijî şêniyên Efrînê komkujiyan pêk tîne û zarokan dike hedef.

Di dawiyê de Sîlvana bang kir ku Erdogan radestî dadgeha navdewletî were kirin ji ber rêveberiya wî û artêşa wî li dijî şêniyên Efrînê û niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûc pêk anîne û hesab ji wan were xwstin.

DÊRIK

Bi hezaran pêkhateyên Dêrikê, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û oldar li Qada Azadî kom bûn.

Di meşê de zarokên Dêrikê wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifet, wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, pankartên bi nivîsa “Xwîna şehîdên e û qêrînên wan dê hesab ji we bixwazin” hildan.

Meş li pêşiya avahiya PYD`ê veguherî mîtîngê. Di mîtîngêd e ji rêveberên PYD`ê Silêman Ebû Bekir axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest.

Ebû Bekir destnîşan kir ku hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî zarokên ku ji ber topbarana dewelta Tirk neçarî koçberiyê bûne da pey zarokan heta Til Rifetê û wiha anî ziman:”Armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, hebûna Kurdan, pêkhate û gelên herêmê tine bike.”

Bi navê partiyên siyasî li Dêrikê Şemsedîn Feqe wiha got:”Dîroka dewleta Tirk tijî komkujiyên li djiî gelê Kurd û gelên herêmê ye. Mînaka wê jî komkujiya Dêrsim, Gelê Zîlan û heta komkujiya Til Rifetê.”

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên Til Hemîs, Til Birak, endamên saziyên sivîl, meclisên bajarok ên girêdayî wê ji bo şermezarkirian komkujiya artêşa Tirk li dijî zarokan li Til Rifetê, beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya meclisa navçeya Til Hemsîs dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina faşîzma Tirkiyê hatin berzkirin.

Meş li pêşiya navenda çandiniyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen û sersaxî ji malbatên şehîdan re û şehîdên komkujiya Til Rifetê re, xwest.

Şahoz Hesen got divê rêxisdtinên mafên mirovan û tevahî cîhan artêşa Tirkiyê ji bo sûcên ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên ku pêk anîne, hesab bixwazin.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina Erdogan û çeteyên wî her wiha şermezarkirina komkujiya Til Rifetê, bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Îro sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê derketin qadan û komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê pêk anîn û zarok kirin hedef şermezar kir û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Meşa ku li ser banga PYD`ê pêk hat, ji pêşiya navenda ciwanên şoreşger ên Sûriyê li navçeyê dest pê kir û di kolanên navçeyê re meşiyan.

Beşdaran wêneyên qûrbaniyên komkujiyê û pankartên li ser nivîsa “Dê faşîsta Tirkiyê têk biçe” û gelek pankartên din hildan.

Di meşê de endamê desteya rêveberiya PYD`ê Ebdilkerîm Sarûxan axivî û komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li Til Rifetê li ser zarokan pêk anî şermezar kirin û wiha gotin: “Komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker ku tê de zarokan hatin qetil kirin, mînaka hovîtiya Tirkiyê ye.”

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

REQA/KERAMÊ

Xwepêşandêr li Qada Selamê li bakurê bajarê Keramê kom bûn û dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî beramberî komkujiya li Til Rifetê qîriyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li pêşiya avahiya hêzên ewlehiya hundirîn li navenda bajarok, bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ebdellah El-Şeblî û bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa axivîn û sûca ku artêşa Tirk a dagirker pêk anî şermezar kirin.

Her wiha axaftvanan dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din şermezar kir.

AMÛDÊ

Meş ji Çerxerêya Jinê li rojhilatê navçeya Amûdê dest pê kir û di kolanên sereke re meşiyan, şêniyan dirûşmeyên şermezarkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir, her wiha dirûşemyên tekoşîna YPJ û YPG li dijî artêşa dagirker qîriyan.

Meş ji qada şehîd Cîhad li navenda bajêr rawestiya, endama rêveberiya PYD`ê Erîfe Bekir sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û hemû şehîdên azadiyê bibîr anî.

Erîfe da zanîn ku di destpêka aloziya Sûriyê de û destwerdana dewletên mezin, dewleta Tirk di nav van dewletan de bû û êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û komkujiyên neexlaqî pêk anîn.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê jî partiyên navçeyê tev li meşê bûn, Partiya Desteya Neteweyî ya Erebî, Partiya Lîbral a Kurdistanê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Modernîteya Demokratîk li Sûriyê, Partiya Roj a Demokratîk Kurdistanê û Tevgera Nûjen û Guhertinê û El-Partî ya Demokratîk a Kurdistanê.”

Partiyên siyasî di meşa ku ji pêşiya navenda Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê dest pê kir daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku Tirkiyê li ser sûc û komkujiyan li ser gelê Sûriyê darzînin.

Paşê bi navê partiyên siyasî endamê Desteya Neteweyî ya Erebî Hikmet Hebîb axivî û bêdengiya rejîma Sûriyê beramberî dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê şermezar kir, her wiha bêdengiya dewletên destwerdanên di aloziya Sûriyê jî şermezar kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Qamişlo komkujiya Til Rifat hate şermezar kirin

Nivîsa Pêş

Li Şehbayê hovitî û dagirkeriya tirk hate şermezar kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Şehbayê hovitî û dagirkeriya tirk hate şermezar kirin

Li Şehbayê hovitî û dagirkeriya tirk hate şermezar kirin

Xwendekar û Mamosteyên Til Rifat: Divê rêxistinên mirovî parastina jiyana sivîlan bikin

Xwendekar û Mamosteyên Til Rifat: Divê rêxistinên mirovî parastina jiyana sivîlan bikin

Manşet

  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn
  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe
  • Şehîd Bêrîvan Hesekê li ber mala xwe hat bi bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tebqa şehîdên pêşeng ên tevgera ciwanan hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mexmûrê Şehîd Sara Hogir û Şehîd Bîşeng Birûsk hatin bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Divê her kes tevlî pêvajoyê bibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê civîna xwe li darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.