Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Komkujiya Enqereyê nîşaneya tifaqa DAÎŞ û AKP’ê ye

KCK'ê bi wesîleya komkujiya Enqereyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Ya ku desthilatdariya faşîst li Tiriyeyê têk bibe, pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bike û Tirkiyeyê aram bike, tifaqa demokrasiyê û têkoşîna vê tifaqê ye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/10/2019 - 9:33
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Komkujiya Enqereyê nîşaneya tifaqa DAÎŞ û AKP’ê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de şehîd bi minet û rêzdarî hatin bîranîn û hate destnîşankirin, wê bîranîn û hesreta wan bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad tacîdar bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku di 10’ê Cotmehê de hevkariya AKP-DAÎŞ’ê li dijî hêzên azadî û demokrasiyê komkujiyek kir û destnîşan kir, “Êrîşa AKP-DAÎŞ’ê ya li dijî hêzên azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn derbasî nava Tirkiyeyê kirin. AKP’ê dema ku dît wê desthilatdariya xwe ji dest bide kir ku DAÎŞ êrîşî hêzên demokrasiyê bike û bi vî rengî xwest desthilatdariya xwe biparêze. Êrîşa DAÎŞ’ê ya li dijî hêzên mûxalîfên AKP’ê nîşaneya berbiçav a vê hevkariyê ye. Komkujiya 10’ê Cotmehê dewama komkujiya 5’ê Hezîranê ya li Amedê û komkujiya 20’ê Tîrmehê ya li Pirsûsê ye. Bi heman armancê hatin kirin.

Di 10’ê Cotmehê de bi deh hezaran mirov bi daxwaza aştî û demokrasiyê li qada gar a Enqereyê li hev kom bûn. Yên ku xwe ji şer û xwînê xwedî dikin ji ber ku dibînin aştî û demokrasî ji bo wan mirine xwestin vî dengî bêdeng bikin. Rêberê Gelê Kurd di 28’ê Sibata 2015’an de bi Mûtabaqata Dolmabahçeyê re dixwest şer asteng bike û rê bide demokratîkbûnê. Lê belê gladyoya qesrê bi tifaqa xwe ya qirêj berê xwe da polîtîkaya şer û li dijî hêzên demokrasî û azadiyê dest bi şer kir. Di sala 2014’an de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd ‘Plana Têkbirinê’ hate amadekirin ku vê planê nîşan da ku şer wê di kîjan astê de bê meşandin. Ji xwe ya ku piştre qewimî jî di çarçoveya vê planê de bû. Bi vê planê re bi sedan mirov hatin qetilkirin, bajar hatin hilweşandin û şewitandin û bi sed hezaran mirov ji warê xwe bûn.

LI DIJÎ TIFAQA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê PÊWÎSTÎ BI TIFAQA DEMOKRASIYÊ HEYE

Mirovên ku li Enqereyê hatin qetilkirin nîşan dan ku faşîzm kê dike hedef. Ji xwe tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê niha êrîşî nêrîn û nasnameya siyasî ya mirovên di wê komkujiyê de hatin qetilkirin dike. Sosyalîst, sendîkavan, rewşenbîr, nivîskar, demokratên civakî, tevgerên jin û ciwanan, ekolojîst, HDP’î li Enqereyê li hev kom bûn û li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwestin di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên civakî û siyasî bên çareserkirin. Lewma tifaqa demokratîk a li dijî faşîzmê li vê qadê ava kirin. Tifaqa AKP-DAÎŞ’ê jî ji bo vê tifaqa demokrasiyê belav bike ku wê dawî lê bîne, komkujiyeke bi vî rengî kir. Ji bo ruhê 10’ê Cotmehê neafire niha jî êrîşî her kesên alîgirê demokrasiyê dikin. Yên ku di 10’ê Cotmehê de komkujî kirin, zîhniyeta ku komkujî da kirin niha li ser bingeha tifaqa AKP-MHP’ê li desthilatdariyê ne.

Bersiva herî baş a ji bo şehîdên 10’ê Cotmehê bê dayin li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê afirandina tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh e. Tifaqa ku di hilbijartinên şaredariya Stenbolê de yên 23’ê Hezîranê pêk hat, çawa ku tifaqa AKP-MHP’ê têk bir, tifaqa demokrasiyê ya li gelemperiya Tirkiyeyê bê avaikrin wê yên ku di 10’ê Cotmehê de komkujî kirin, zîhniyeta ku komkujî da kirin û desthilatdariya wan têk bibe.

Ya ku desthilatdariya faşîst li Tiriyeyê têk bibe, pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bike û Tirkiyeyê aram bike, tifaqa demokrasiyê û têkoşîna vê tifaqê ye. Heta ku tifaqa demokrasiyê neyê afirandin nepêkane ku ji desthilatdariyên komkujiya 10’ê Cotmehê kirin bê rizgarkirin. Hêviya rizgariya bi rêya hilbijartinê tê wateya nenaskirina faşîzmê. Hêzên faşîst hilbijartinê bi kar tînin, lê belê bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê bernadin. Têkbirina faşîzmê di hilbijartinê de tenê bi xurtkirina têkoşîna li ser bingeha tifaqa demokrasiyê dibe. Ji ber vê yekê neafirandina tifaqa demokrasiyê, bendemayina li hilbijartinê tê wateya xapandina gelan, tê wateya daxwaza teslîmbûna li faşîzmê.

Hêzên demokrasiyê di 10’ê Cotmehê de nîşan dan ku têkoşîna li dijî faşîzmê divê bi çi rengî be. Faşîzm ji ruhê 10’ê Cotmehê ditirse, lewma komkujiyeke bi vî rengî kir. Divê em jî tifaqa siyasî û civakî ya 10’ê Cotmehê biafirînin û li hemberî faşîzmê rawestin. Eger bi vê tifaqê têkoşîn li dijî faşîzmê bê kirin wê careke din komkujî nebe û Tirkiye demokratîk bibe. Pêkanîna hesreta şehîdên 10’ê Cotmehê jî bi vî rengî dibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD: Dibe ku dewleta tirk a dagirkber bi çeteyên xwe êrîşeke giran dest pê bike

Nivîsa Pêş

Dagirkeriya tirk çeteyên xwe bi konvoyeke ji 100 wesayitî anîn Kaniya Xezalan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dagirkeriya tirk çeteyên xwe bi konvoyeke ji 100 wesayitî anîn Kaniya Xezalan

Dagirkeriya tirk çeteyên xwe bi konvoyeke ji 100 wesayitî anîn Kaniya Xezalan

3’emîn Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi dawî bû

3'emîn Kongreya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê bi dawî bû

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.