Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

Edîtor: Nucan Serdoz
06/12/2025 - 17:59
di nav Bakur, Çalakî, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Platforma Şiyar Be ku bi meş û daxiyaniyekê avbûna xwe îlan kir. Nuneran da zanîn ku li Kurdisitan ê êdî zarokên 9 salî madeyên hişbirê bikar tînin û pirsgirêka fihûş û hişbirê pirsgirêkeke pergalî ye.

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be, li Wanê bi meşekê avabûna xwe îlan kir. Endam û rêveberên hemû pêkhateyên platformê li ber Wan AVMê kom bûn û heta Qada Bajêr meşiyan. Girseyê di meşê de pankarta “Ne jehrê, hêviyê himbêz bike” vekirin û dowîzên “jiyan xweş e Şîyar be”, “em heta dawiyê bi hevre ne”, “hişê xwe biparêze siberoja xwe reş neke” hwd. hatin hilgirtin. Ciwanên Welatparêz,  Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, parlementera DEM Partiyê ya Wanê û Hevberdevka Însiyatifa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek welatî tev li meşê bûn.

Polîsan navê ‘Kurdistan’ tehamul nekirin

Girseyê xwestin pankata ku li ser “Kurdistan” dinivîsî hilgirin. Lê polîsan nehişt pankart bê vekirin û destûr neda meşê. Girseyê bertek nîşanî bêtehemuliyê navê “Kurdistan” da û cih cih bi polîsan re hatin hemberî hev. Li ser nîqaşên 2 saetan polîsan pêşiya meşê vekir û girse meşiya. Di meşê de dirûşmeyên “jiyan xweş e şiyar be”, “li dijî fihûş û tiryakê şiyar be” berzkirin.

‘Pergala kapîtalîst xwe bi fihûş û tiryakê mezin dike’

Endamên PlatforMê piştî meşê bi Kurdî û Tirkî daxuyanî da. Bevberdevkê platformê Ercan Erkol bi kurdî, Hevberdevka platformê Rûken Kiliç daxuyanî xwend. Ercan Erkol diyar kir ku pergala kapîtalîst, civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, perçebûyî û qelsbûyî armanc dike û got: “Lewra birêvebirina parçeyan ango kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yek girtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike û bi darê zorê dikeve nav kesayetî û şêwazên têkiliya ku ji hêla pergalê ve neçar dihêle. Ev pirsgirêk ne tenê zerarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne. Hişbir û fihûş, amûrên bi kêrhatî ne ku civakê ji hundur ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike.”

‘Tiryak dibin amûrên bêhêz’

Ercan Erkol diyar kir ku elimandina maddeyan ne pirsgirêkeke ku tenê bandorê li tenduristiya fîzyolojîk an jî psîkolojîk a kesan dike û ev tişt got: “Ev pirsgirêk jehreke berbelave ku siberoj, exlaq û nasnameya civakê belav dike û dihelîne. Ji ber vê yekê, kesê ku tiryakê ve girêdayî dibe, dibe amûrek bêhêz û bi hêsanî tê beralîkirin. Sîstema kapîtalîst tiryakê weke çek bikar tîne; Ji bo civakê ji nirxên exlaqî qut bike û bike civakeke bê vîn, ciwanan dike hedef û vê tiryakê belav dike. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê li Kurdistanê daketiye 9 saliyê ev yek bi awayekî eşkere nîşan dide ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke pergaliye jî.”

‘Fihûş ne hilbijartinek e, lê encamek’

Ercan Erkol da zanîn ku fihûş jî wek tiryakê yek ji sûcên herî mezin ên li dijî rûmeta mirov û civakê ye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Têkoşîna li dijî fihûşê ne tenê bi tedbîrên cezakirinê di heman demê de bi veguhertineke ber bi koka xwe ve pêkan dibe. Divê ev veguhertin xizaniyê, nebûna perwerdehiyê û pergala ku mirovan ber bi bêhêvîtiyê ve dibe bike hedef. Ji ber ku fihûş ne hilbijartinek e, lê encamek e ku ji hêla bêhêvîtiyê ve hatî ferz kirine. Lê belê em ê vê rewşê qebûl nekin û nakin jî. Banga me ji civakê re ye; têkoşîna li dijî madeyên hişbir û fihuşê ne pirsgirêkeke takekesî û malbatî ye, meseleya wijdan û siberoja vê civakê ye.”

‘Em dikarin bi hev re civakek li ser nirxên exlaqî avabikin’

Ercan Erkol bal kişand ser çarserkirina pirsgirêka fihûş û tiryakê û wiha dawî kir: “Çareserkirina van pirsgirêkan ji hişmendiya takekesî wêdetir, birêxistinkirina civakî re pêwîst e. Pêvajoya avakirina civakê li ser bingehê nirxên exlaqî ji nû ve birêxistinkirinê, li ser xwebûna ciwan û civakê jêneger dike. Ciwanino, Jinino, Malbatino, Rêxistinên Girseya Demokratîk û em, hêza pêşeng a vê têkoşînê ne. Em hemû ji hişbirên ku siberoj û azadiya me ji me distînin re bibêjin na. Em dikarin bi hev re civakek li ser nirxên exlaqî avabikin. Di destê me de ye ku em vê tarîtiyê têk bibin. Ji ber ku nirxên ku civakê wenda kiriye bi bêdengiya me re winda dibin. Werin em bi hev re vê bêdengiyê bişkînin û bi hev re pêşerojeke azad ava bikin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

Nivîsa Pêş

Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Manşet

  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.