HELEP – Insyatîfa Jinan ya azadiya Rêber APO bi hevkariya Meclisa Jinan a malbatên Şehîdan li Helebê meşek li dar xistin, çalakgeran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Koçberên bajarê Efrîn, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û Hêzên Ewlehiya Hundirîn beşdarî çalakiyê bûn, wêneyê Rêber APO û pankartek bi nivîsa “Bi rihê komînal û civaka demokratîk, em ê bi Rêber APO re bi azadî bijîn” vekirin.
Meş ji çerxereya Zeytûnê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê dest pê kir heya çerxereya Şehîdên Şoreşê ya li taxa Eşrefiyê ve çû.
Li wir, piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Înîsiyatîfa Jinan ji bo Azadiya Rêber APO Ronahî Yûsif axivî û diyar kir ku pêwîst e Rêber APO azad bibe da ku pêşengiya pêvajoya aştiyê bike.
Rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk Hefîza Hisên diyar ku Rêber APO felsefeya yekitî û lihevhatinê ava kiriye û ji bo her kesê ku dixwaze civakek dadmend û aştiyane ava bike bûye lêveger.
Meş bi qîrîna dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.


