NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dirûşma “Ji bo xwîna şehîdan” îro li qada Keramê ya Siwêdayê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakvanan doza rêzgirtina li zagonan kir, her wiha ji bo Siwêdayê mafê çarenûsî xwestin.
Çalakvanan pankartên bi nivîsên “Siwêda çarenûsa xwe xêz dike ne kesî din”, û “Em ji bo rastiyê têdikoşin” hildan.
Di çalakiyên de şêniyan jî pankartên bi nivîsên ku doza vergra koçberan bo malên wan, derketina kesên biyanî ji gundên wan û berdana girtiyan dikin jî, hildan.

