Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

TAYBET – Budceya îstîxbarata Tirk MÎT’ê nîşaneya tirsa rejîma Akp-Mhp’ê ye

Erka sereke a MÎT’ê ew ku rê li ber hemû êrîşên li ser rejîma Akp-Mhp bigre û diktatoriya ku Erdogan avakiriye biparêze. Ji bo vê jî Erdogan û rejîma Akp-Mhp hemû derfetên dewlet bikar tînin û ev dixe bin destê saziya sîxuriyê MÎT’ê ku yekser girêdayî wan e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/10/2019 - 0:10
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
TAYBET – Budceya îstîxbarata Tirk MÎT’ê nîşaneya tirsa rejîma Akp-Mhp’ê ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya îstîxbarata dewleta tirk a dagirker ‘MÎT’ ji bo fealiyetê xwe ê sîxurtî çiqas budce girtiye û çiqas pere xerç kiriye? Ji vê pirsê em derdikevin rê û xwe digihînin gelek agahiyên berbiçav ku giringiya MÎT’ê ji bo rejîma Akp-Mhp’ê û Erdogan derdixe holê. Li gorî rapora fermî a dewleta dagirker ya sala 2018’an saziya Sîxuriyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) ji bo rejîma Akp-Mhp li ser linga bihêle, ji bo karê xwe ên sîxurtî sedî 31 zêdetir pere ji budceya dewletê girtiye. Budceya ku MÎT werdigre û xerç dike, detayên xerçkirinê eşkere nake. Li Tirkiye, Kurdistanê û li dewletên navnetewî MÎT hemû muxalefetên ku li dijî rejîma Akp-Mhp û Erdogan derdikevin dişopine û hewl dide bi şerê xwe ê taybet bê bandor bike. Erka sereke a MÎT’ê ew ku rê li ber hemû êrîşên li ser rejîma Akp-Mhp bigre û diktatoriya ku Erdogan avakiriye biparêze. Ji bo vê jî Erdogan û rejîma Akp-Mhp hemû derfetên dewlet bikar tînin û ev dixe bin destê saziya sîxuriyê MÎT’ê ku yekser girêdayî wan e.

LI GORÎ SALA 2016’AN, DI SALA 2017’AN BUDCEYA MÎT’Ê JI SEDÎ 248 ZÊDE BÛ

Li gorî rapora 2018’an ku dîwana muhesebat eşkere kir, mal û milkê MÎT’ê ji 2,9 milyar TL gihiştiye 3,81 milyar TL. Di sala 2016’an ev mal û milk hin 834 milyon TL bû. Ruxmê ku ev dîwana muhesebat ji aliyê rejîma Erdogan-Bahçelî bêhêz hatiye hiştin, dîsa wek saziyek giring tê ditîn. Ev dîwan çiqasî hatibe tebisandin jî ji bo çavdêriya xerçkirinê saziyên dewletê rolek serek digre ser xwe û salane raporê xwe eşkere dike.

Erdogan ev stratejiyek dimeşand da ku MÎT’ê bi hêz bike, hemû maf jê re bê dayîn beyî ku hesab jê bixwaze. Erdogan ji bo bêrêtî û kiryarên xwe veşêre, ji budceya giştî a dewletê payek mezin da MÎT’ê. Dema sala 2013’an du operasyonê bêrêtî li dijî Erdogan destpêkê, ew dem MÎT ket dewrê û ev êrîşên li ser hebûna Erdogan vala derxistin. Ji budceya giştî a dewletê MÎT di sala 2017’an 2 milyar TL girtîbû, ev rekam di sala 2018’an ji sedî 17 zêde bû û gihişt 2,34 milyar TL. Lê bes MÎT ev budceya xwe a salên 2017 û 2018 fermî wek 2,9 milyar TL daxuya kirin. Li gorî fermiyetê 1,44 milyar TL nehatiye nîşandan.

JI FONÊ SEROKKOMAR JÎ MÎT PERE WERDIGRE

Li gorî armanc û stratejiya Erdogan, MÎT di heman demê de beşek girîng a fona teqdîr ya ku ji serokkomar re hat dayîn digre. Xerçkirinê ji vê fonê ji aliyê MÎT’ê nayê eşkere kirin. Li gorî agahiyên ji Rêvebiriya darayî ya gelemperî ya Tirkiyê hatiye wergirtin, di sala 2017’an MÎT’ê 1,3 milyar TL ji fona teqdîr a serokkomar girtiye û sala 2018’an jî 1,7 milyar TL.

BUDCEYA PÎŞESAZIYA PARASTINÊ XISTIN BI DESTÊ MÎT’Ê

Her wiha MÎT cihê xwe di nava Fona Piştgiriyê Pîşesaziya Parastinê ya Tirkiyê (SSDF) ku ji aliyê Misteşariya Pîşesaziya Parastinê (SSM) tê rêvebirin digre. Bi guhertina hindek zagonan rejîma Erdogan-Bahçelî ew maf da MÎT’ê ku beyî fermî xerçkirinê xwe bide xuyakirin bikare mîktara ku bixwaze ji vê fonê parastinê werbigre. Ev fonê parastinê ku ji sala 1985’an tenê artêşa tirk a dagirker dikarîbû ji bo projeyên parastinê bikar bine, ket bindestê MÎT’ê. Tabii li dijî vê yekê di nava artêşê nêrazîbûn derketin holê, lê ev nêrazîbûn bi ‘darbeya’ ku 15’ê Tîrmeha 2016’an bi destê Erdogan bixwe hatibû pêk anîn ji holê rabûn. Bi sedan generalê artêşê bi derbekê re hatin guhertin û bi vî awayî jî nêrazîbûnê li dijî vê bi temamî ji holê rabûn. Li gorî raporên SSM, di salên 2015, 2016 û 2017 MÎT’ê 623 milyon TL pere ji budceya parastinê girtiye. Di salana 2018’an jî MÎT’ê dîsa 792 milyon TL ji wê budceyê girt. Ji sedî 20 fonê Pîşesaziya Parastinê ji MÎT’ê re diçe.

NIRXÊ AVAHÎ Û MALÊN DI DESTÊ MÎT’Ê DE GIHIŞT 19,56 MILYAR TL

Beşek din ya giring ew ku erd û malên girêdayî MÎT’ê di sala 2016’an bi qederê 483 milyon TL bû, ev di sala 2017’an gihişt 1,53 milyar TL. Li gorî hindek raporan hate destnîşan kir ku nirxa tevahiya erd, avahî û malên bêkêmasî ku di destên MÎT’ê de ne di dawiya sala 2017’an gihiştiye 19,56 milyar TL. Sala 2018’an jî dîsa bi 2,13 milyar TL hate lê zêdekirin. Ev rekam ji bo avahiyên MÎT’ê en wek akademî an jî cihên perwerde û projeyên avahiyan lêkirinê pirr zêde xuya dike. Di vir de ew guman ava dibe, ku MÎT li ser fermiyetî tenê wusa dide xuyakirin, lê ev pere ji bo karên sîxurtî yên din bikar tinin.

JI PARASTINA REJÎMA XWE HEMÛ DERFET XISTINE DESTÊ MÎT’Ê

MİT ji ber hesasiya kiryarên xwe her dem ji çavdêriya dewletê tê xistin. Bi piştgiriya rejîma Akp-Mhp ev çavdêrî daketiye asta herî jêr. Erdogan bi sîstema xwe a diktatorî Meclîsê bêkêr kiriye, dadgehê bêfonksiyon kiriye û çapemeniyê jî bêdeng kiriye. Ji raporên hatine eşkerekirin vekirî tê xuyakirin ku çawa MÎT ji milê maddî û ji aliyê maf hatiye bihêz kirin. Ev jî nîşaneya tirsa di dilê rejîma Akp-Mhp û Erdogane ku rejîma wan li ber hilweşandinê ye. Ji bo rejîma xwe biparêz ji derfet û îmkanên di destê wan de heye dayê MÎT’ê ji bo muxalefet, kesên dijberî wan û rêxistinên ku dixwazin pergala wan hilweşine bê bandor bike.


NC/Hamza Munzur

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di nava Akp’ê de serhildan heye

Nivîsa Pêş

ÇAVDÊRÎ – Jinwar hêvî dide hemû jinên cihanê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ÇAVDÊRÎ – Jinwar hêvî dide hemû jinên cihanê

ÇAVDÊRÎ – Jinwar hêvî dide hemû jinên cihanê

HDP’ê dest bi kampanyaya zimanê kurdî kir

HDP’ê dest bi kampanyaya zimanê kurdî kir

Manşet

  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dêra Zorê Civînek Komînê Lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.