Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê gerîlayên li Mêrdîn û Wanê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê çar gerîlayên ku 12'ê Hezîranê û 26'ê Hezîranê li Mêrdîn û Wanê şehîd bûn bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/07/2019 - 12:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê gerîlayên li Mêrdîn û Wanê şehîd bûn bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di daxuyaniya 24’ê Hezîranê de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker 12’ê Hezîranê li qada Omerya ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kiriye û ji ber bomberdûmana di dema operasyonê de 2 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên der barê hevrêyên me Cîger û Leyla ên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Cîger Zîlan
Nav paşnav: Omîd Edvay
Cihê jidayikbûnê: Hewreman
Dayik-Bav: Safiye-Ata
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Mêrdîn

Nasnav: Leyla Xwînrej
Nav paşnav. Mûkaddes Çinar
Cihê jidayikbûnê. Mêrdîn
Dayik-Bav: Salîha-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Hezîrana 2019’an / Mêrdîn

Hevrêyê me Cîger ku sala 1992’an li Hewremanê ji dayik bû, di nava bedewiya mezin a Rojhilatê Kurdistanê de mezin bû. Di temenê zarokatiyê de kedkarî nas kir û bû kedkarekî hêja. Parçeyên din ên Kurdistanê timî bi wî re hesret bû û sala 2011’an berê xwe da çiyayan ku qada xewn û xeyalên wî bû. Her ku hevrêyên ji parçeyên din ên Kurdistanê nas kir hîn bêhtir bedewî û dewlemendiya Kurdistanê dît û vê yekê girêdana wî ya bi têkoşînê re xurtir kir. Hevrê Cîger ku timî bi xwe re û jiyanê re di nava têkoşînê de bû, bi vê têkoşîna xwe nirxên mezin afirand û ev têkoşeriya xwe veguherand girêdaneke mezin. Ji bo wî ne girîng bû ku karek biçûk e yan mezin e, ya girîng ew bû ku xizmetê ji şoreşê û Rêbertî re dike û bi vê hişmendiyê tevlî kar bû. Ji bo wî keda ji bo jiyanê girîng bû. Hevrê Cîger tevî şervaniya xwe bi kesayetiya xwe ya wêjeyî jî dihate naskirin. Ji bo Rêbertî, şehîdan û hevrêyên xwe helbest nivîsand. Ji dema ku tevlî nava partiyê bû heta dema şehadetê bi rengekî fedayî têkoşiya û da ser şopa şehîdan.

Hevrêya me Leyla sala 1992’an li Mêrdînê ji dayik bû. Dayika wê Kurd bavê wê Ereb e. Tevî ku li nava çanda Ereb mezin bû, bedewiya keça ji du gelan xwe di kesayetiya wê de nîşan da. Piştî ku ji dayik bû malbata wê ji ber sedemên aboriyê neçar ma koçî Îzmîrê bike. Li Îzmîrê li xaka ku nas nake bi zimanekî ku pê nizane çû dibistanê û hînî Tirkî bû. Li dijî sîstemeke ku hewl dida zimanê wê bi wê bide jibîrkirin kete nava nakokiyan û herî zêde nêzîkatiya li jinê ya li nava civakê bû sedem ku ew berê xwe bide îdeolojiya Rêbertî. Di encama lêgerînên xwe de Rêbertî nas kir û sala 2010’an biryar da ku bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî bimeşe û tevlî nava refên partiyê bû. Ji dema tevlî partiyê bû û pê ve ji bo tola asîmîlasyona ku li wê, li jineke Kurd-Ereb hate kirin hilîne û ji bo li cewhera xwe vegere kêlî bi kêlî xwe perwerde kir û di demeke kurt de bi bedewiya çiya re bû ye. Hevrê Leyla bi wêrekî û kesayetiya xwe ya durust ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin û bi biryardariya xwe jî hêrsa xwe di her kêliyê de xurt kir. Her ku kelecana meşa cewhera jinê di kesayetiya xwe de afirand, ev yek di hevrêtiya xwe ya xurt û kenê xwe de nîşan da. Ji bo bibe milîtaneke Rêbertî bi rengekî fedayî tevlî nava jiyanê bû û her kêliya xwe ji bo têkbirina komploya li dijî Rêbertî û hilanîna tola hevrêyên şehîd feda kir.

Di daxuyaniya xwe ya 12’ê Tîrmehê de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker 26’ê Hezîranê li qada gundê Arkenis ê navçeya Şax a Wanê dest bi operasyonê kiriye û di dema operasyonê de di navbera dagirkeran û hêzên me de şer qewimeiye, di encamê de 2 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Agahiyên der barê hevrêyên me Bedran û Mazlûm ên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Bedran Med
Nav paşnav: Mehmet Alî Başak
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Sûltan-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Hezîrana 2019’an / Wan

Nasnav: Mazlûm Malazgîrt
Nav paşnav: Ramazan Tûna
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Vahîde-Hûdeyda
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Hezîrana 2019’an / Wan

Hevrêyên me Mazlûm û Bedran li dijî komkujî, talan, zext û zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê ji bo karibin bi rengekî azad û bi rûmet bijîn û şer bikin di demên cuda de tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyên me Mazlûm Bedran ku li qada bakur tevlî nava refên gerîla bûn wezîfeyên xwe bi rengekî milîtanî bi ked û fedakariyeke mezin pêk anîn. Li Şaxê dema ku wezîfeya xwe pêk dianîn, ji ber operasyona artêşa Tirk a dagirker şer qewimî û di şer de bi lehengî li ber xwe dan. Piştî şerê bi saetan ku gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û tevlî karwanê nemiran ên Kurdistanê bûn.

Di serî de malbatên çar hevrêyên me yên li Mêrdîn û Wanê şehîd bûn em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya têkoşînê ya şehîdan bi ser bixînin.”

 

1 Ji 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

Parve Bikin447TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Hewlêrê 2 depoyên çekan teqiya

Nivîsa Pêş

Polîsên dagirker ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Polîsên dagirker ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir

Polîsên dagirker ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir

KJK: Sekna Zîlan xetek e

KJK: Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye

Manşet

  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dêra Zorê Civînek Komînê Lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.