Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye

KJK: Şer û têkoşîna xwebûnê ku ev ji 40 salî zêdetir e li çar parçeyên Kurdistanê didome, bi vê maneyê Ii parçeyê Rojava berbiçav bûye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/07/2019 - 12:12
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
KJK: Sekna Zîlan xetek e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê têkilî salvegera 8’an a Şoreşa Rojava daxuyanî dayî got, “Şoreşa Rojava jî hê di serî de divê xebatên hişmendiyê bike. Ji ber ku rûdana şoreşê her gav geşedanê, guherînê, mezinbûnê di nav xwe de vedihewîne, bûyerên ku her gav dertên hole, gavên ku têne avêtin wesf û domdariya şoreşê diyar dike.”

Koordînasyona KJK’ê ku daxuyaniyeke nivîskî dayî wiha got: “Em salvegera 8’an a ku 19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojava dest pê kirî pîroz dikin. Bi vê maneyê, di serî de afirînerê rasteqîniya şoreşê, pêşengê wê salvegera şoraşa Rojava li Rêbertiya xwe pîroz dikin. Em di salvegera şoreşê de li ber şehîdên xwe yê pîroz , ku derfetên jiyana birûmet a gel afirandin, ji bo avakirina civakeke xwedî nasname, xwedî xislet û qazad, bi rengekî fedayî, bi lehengî şer kirin û xak bi xwîna xwe, bi canê xwe parastin, bejna xwe bi hurmet ditewînin. Em salvegera şoreşê li hemû gelan ku bi salan e li nav şertên şer, bi vîna xwe li ber xwe didin, bi hemû derfetên xwe şoreşê xwedî dikin, pîroz dikin û em di qonaxên dîtir ên şoreşê de hêviya serkeftinê dikin.

Di sedsala 21’ê de ku bi pêşengiya jinê geş bûye û mîna dema berxwedanê ya gelan hatiye diyarkirin, Şoreşa Rojava ku gav gav xwe dihone û xebatên avakirina pergala alternative didome. Geşedanên ku li Rojava û Bakurê Sûriyê dertên holê, li dora perspektîfa civaka demokratîk, neteweya demokratîk dibine xebatên avakirina pergala demokratîk. Problemên pergala şaristaniya desthilatdarîxwaziya dewletî ya li Rojhilata Navîn, zor lê kiriye ku gel, baweriyên ji derdorên cuda, jin û ciwan hêza dînamîk derxînin holê. Bi vê maneyê pêşbîniya avakirina pergaleke wiha tê kirin ku hişmendiya faşîst, yekreng were qevaztin, hemû gel û baweriyan wekhev dibîne, di rêxistiniya jiyanê û rêveberina wê de, mafê nûnertiya wekhev dide her kesî û ji hêla wesfî ve geşedan û veguherînê dide ber xwe. Nexasim lêgerîn û modêlên çareseriyê yên Kurdan, ji tecrûbeya têkoşînê ya ji dîrokê heta bi roja me kelk werdigire û geş dibe. Bi vê maneyê, xwendinên li ser dîrokê yên tije ders, ji bo ku ku gelê Kurd pergala dewletîxwaz û navenda kapîtalîst a serwer biqevêzin û bibin xwedî vê pratîkê wê alîkar be.

Dahurandinên pergalê yên Rêberê Gelê Kurd, nirxandinên wî û pêşniyarên pratîk ên çareseriyê yên alternatiîv, ji bo gelê Kurd û mirovên Rojhilata navîn siûdek e. Bi vê çarçoweyê paradîgmaya Rêbertiya me, ya komunal, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, ji bo Kurdan û mirovên Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiya cîhnaê wê xizmetê bike û guherîn û veguherînê geş bike.

Jiyanîbûna projeya neteweya demokratîk a Rêbertia me, tê menaye ku gelê Kurd bi vê perspektîfê serdemeke nû, pêvajoyeke nû dide destpêkirin. Sîsika bûyera ku em jê re şoreşa Rojava dibêjin, ev e. Xweqevastina di ser hişmendiyên dewletî, pergalên serwerîxwaz re û li şûna vê, avakirina pergalên wiha ku gel vê qebûl bikin û bikaribin pê derbirîna xwe bikin. Ji ber vê jî, ji bo veguherîna hişmendiyê, pêvajoyeke wiha di nav xwe de vedihewîne ku wê kêferatên zêde werin kirin.

Şoreşa Rojava hê ji serî ve divê xebatên hişmendiyê bike. Rûdana şoreşê her gav geşedanê, guherînê, mezinbûnê vediheîne, bûyerên her gav, gavên ku têne avêtin wesf û domdariya şoreşê diyar dike. Civaka ku bi perspektîfa neteweya demokratîk rojane xwe diafirîne, ava dike, wê domdariya xwe ya şoreşî jî pêk bîne. Ji ber vê jî hewceyî bi sazûmanbûnê, pergalbûnê, bawerî, dilsoziya bi armancê, lêrawestînê heye û li bara her zehmetiyê divê mirov bi hêvî bixebite. Ji ber vê jî,peywirên pir dîrokî, destpêkê jn, dikevin ser mile ciwan gelên cuda bawerî û çandan.

Ev ji 40 salî zêdetir e, şer û têkoşîna xwebûnê yê li çar parçeyên Kurdistanê diome bi vê maneyê li Rojava berbiçav bûye. Em dikarin bibêjin, bi şoreşa Rojava re rasteqîniya têkoşînê ya Kurd û Kurdistanê, ketiye qonaxeke nû. Û nemaze, bûye xwedî karakterekî têgerokî, hemû gel û jinên cîhanê ber bi xwe ve dikişîne û bala her kesî dikişîne ser xwe. Ji vî alî ve, şoreşa Rojava, bûye wesîleya ku şoreşa Rojava, jin, gel û derdorên cuda yên civakî dengê xwe bilind bikin. Her wiha kiriye ku hemû gelên cîhanê, mirovahî lê bifikire ku jiyaneke cudatir dikare were jiyîn û bi vê maneyê bûye hêvî.

CIVAK LI GORÎ PÊDIVÎYAN XWE BIRÊXISTIN DIKE

Ev geşedanên li Rojava heta îro gihişt gelek qonaxan. Ji xweparastinê heta aborîyê, ji tendirustiyê heta perwerdehî, çand û hiqûqê, li ser bingeha civaka demokratîk, neteweya demokratîk xwe birêxistin kir. Civak li gorî pêdivîyên xwe, xwe birêxistin dike. Bêyî ku tu cudatiyê têkeve navbera wan, hemû çand û bawerî di nav vê pergalê de cih digirin. Vê pergala ku wan ava kirine, hemû gelên Rojava û gelên Bakurê Sûriyeyê parastin û geşkirina wê ji xwe re kirine armanceke jiyanê. Jin di serî de em dibînin ku dayîk, ciwan û gel xebatên avakirinê ji dil dikin.

Em bawer in ku wê gelê Kurd ê li Rojava û gelên Bakurê Sûriyeyê wê xwedî li van destkeftiyan derkevin. Di dema şer de bi awayê seferberiyê xwedî lê hate derketin, bi qasî derfetên xwe tevlî berxwedanê bû û piştî şer jî bi giyanê seferberiyê nirxên şoreşê diparêze. Xwe dispêrin hêza xwe û xweparastina xwe ava kirin. Hemû destkeftiyên bi pêşengiya jinan hatiye bidestxistin, bala gelên cîhanê kişandiye û xebatên xweparastin, ekonomî, tendirustî, perwerdehî, çand ên bi pêşengiyan jina jî tê kirin, wê destkeftinên mezin bi dest bixe.

ŞOREŞA ROJAVA BI HÊZA JINAN BANDORÊ LI ROJHILATA NAVÎN Û GELÊN CÎHANÊ DIKE

Rêbertîya me diyar kir ku şoreşa Rojava, şoreşa jinan e. Bi vî alîyê xwe bala gelên herêmê û gelên cîhanê kişandiye. Ev alîyê wê yê xweser e. Şoreşa Rojava ya ku deng û rengê jina tê de ye, wê bi hêza xwe ya rêxistinkirî bandorê li hemû Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bike. Pêşengiya jin û ciwanan, dîrokeke tevlêbûneke rêxistinkirî daye destpêkirin û civak ji nû ve li ser kokên xwe radibe ser pêyan. Jina Kurd ev tişt pêk anîye. Jinên Kurd ên ku pênc hezar sal in di malê de asê mane û peywira wê xizmet û koletî ye, bi têkoşîna azadiyê û îdeolojîya Rêbertî vê koletîya wê hatiye kuştin. Ji dêvila wê kesayetîya jinan a ku siyasetê dike, polîtîkayan ava dike, jixwebawer û di her qada jiyanê de şerê azadiyê dide, bi xwe re ava kiriye. Êdî tu kes, pergal û rejîm nikare pêşiya vî tiştî bigire. Kes nikare pêşiya berxwedana jinên Kurd bigire.

Ji serê şoreşê ve, çeteyên ku dewleta Tirk a faşîst alîkarî dida wan, êrîş kirin. Dewleta Tirk li ser navê ez sînorên xwe diparêzim gelek caran êrîş kir û her roj van êrîşên xwe didomîne. Ji ber vê jî ji her demê zêdetir divê jin, ciwan û hemû beşên civakê şoreşa Rojava biparêzin û pêşiya dagirkeriyê bigirin. Em bang li gelê xwe yê kedkar, fedakar dikin ku li hemberî dagirkeriyê helwesta xwe diyar bikin. Di vê pêvajoye de di xebatên parastin, geşkirin û mezinkirina şoreşê de divê em bi giyanê seferberiyê tevlî pêvajoyê bibin.”

Parve Bikin27TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Polîsên dagirker ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir

Nivîsa Pêş

KCK’ê sala 8’an a şoreşa Rojava pîroz kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK’ê sala 8’an a şoreşa Rojava pîroz kir

KCK'ê sala 8'an a şoreşa Rojava pîroz kir

LEZGÎN – Gerîlayên HPG û YJA Strê li Erzîncan û Xakurkê çalakî li dar xistin

LEZGÎN - Gerîlayên HPG û YJA Strê li Erzîncan û Xakurkê çalakî li dar xistin

Manşet

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.