Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HDP: Em rêya sêyan in, stratejiya hilbijartinê neguheriye

Hevserokên HDP'ê piştî daxuyaniya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya parêzeran dayî, raman û tespîtên xwe par ve kirin. HDP'ê got, ''Daxuyaniya Rêzdar Ocalan û siyaseta ku heta niha HDP dike li hev dikin''.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/06/2019 - 14:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HDP: Em rêya sêyan in, stratejiya hilbijartinê neguheriye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî piştî daxuyaniya Ocalan ku bi rêya parêzeran dayî, raman û tespîtên xwe bi rêya nivîskî ragihandin.

Di daxuyaniyê de xeta ”Rêya Sêyan” tê destnîşankirin û tê gotin, daxuyaniya Ocalan û siyaseta ku heta niha HDP’ê kirî li hev tên. Hevserokan diyar kirin di stratejiya hilbijartinê de ya têkilî Stenbolê ya HDP’ê tiştek neguheriye û her wiha di gavên taktîk de jî tiştek neguheriye.

DAXUYANIYA OCALAN BI MANEYEKE DÎROKÎ YE

Daxuyanî wiha ye:

”HDP partiyeke wiha ye ku sembola siyaseta demokratîk û muzakereyên demokratîk e. Daxuyaniyên Rêzdar Ocalan ên têkilî HDP’ê, di ser hesapên siyasî yên rojane yên partiya desthilatê û polemîkên hilbijartinê re ne û xwedî wate û giranbûneke dîrokî ne.

HDP bi giştî li ser çanda lihevkirina demokratîk veguherandina demokratîk a civakê dide ber xwe. Ji bo hevalbendiya demokratîk, ji bo serkeftina têkoşîna demokrasî û aştiyê hewl dide. Ji ber van sedeman jî em daxuyaniyên  Rêzdar Ocalan ên bi heman çarçoweyê ji bo serkeftina demokrasî û aştiyê em pir jiyanî û girîng dibînin. Em bendewar in ku desthilat û muxalefet, hemû derdorên civakî jî, li ser çareseriya arîşeyan bi vê nêzîktêdayina demokratîk bin.

DIVE MIROV NEKE AMÛRA POLEMÎKAN

Gotinên ku  Rêzdar Ocalan ên bi çarçoweya dîrokî gotî, ku Ocalan di girtîgeha girava Imrliyê bi defetên pir kêm e ku bikaribe ramanên xwe par ve bike û hê jî di nav şertên tecrîdê de ye, dema ku bi alîgirî an bê alîgirî, bi niyetekê an jî bê niyetekê bike amûra hesabên siyasî yên rojane û polemîkên hilbijartinê, di serî de çareseriya demokratîk pirsgirêka Kurd, wê çareseriya li ser zemîna siyaseta demokratîk a pirsgirêkên civakî qels bike, ziyanê bigihîne têkoşîna demokrasî û aştiyê.

OCALAN YEK JI MÎMARÊ RAMANGERIYA DAMEZIRÎNER A HDP’Ê YE

Divê neyê jibîrkirin ku Rêzdar Ocalan her wiha yek ji mîmarê ramgeriya damezirîner a HDP’ê ye, ku HDP di têkoşîna demokrasiyê û aştiyê de bi pozîsyoneke polîtîk a girîng e. Helwesta berjewendîxwaziya rojene û derî sincî ya li bara Rêzdar Ocalan, ku Ocalan yek ji girîngtirîn muxatabê çareseriya demokratîk a pirsa Kurd û aştiya civakî ye, wê ziyanê bigîne têkoşîna aştî, dadmendî, wekhevî û azadiyê ya Tirkiyê.  Ji bo hevalbendiya destûrî ya demokratîk, ku li ser hîmê welatiyê wekhev peymana civakî wê bide ber xwe û ji bo çanda lihevkirina demokratîk ra û rîşalên xwe bi kûrahiyê ve berde, aliyên xwe çi dibin bila bibin, bi nirxên hiqûq, dadmendî, nirxên gerdûnî û li ser hîmê siyaseta azad, divê her kesek helwesta xwe diyar bike.

DERÎ ETÎKBÛNA AA’YÊ
Helwesta sersar a AA’yê ku mîna ajansa desthilatê dixebite, ji bo ku mirov bibîne ku sincê çapemeniyê çawa davêjin ber piyan, ibret e. Helwesta AA’yê çespandina pênebaweriya li hiqûqa Imraliyê û binpêkirina wê ye. Metneke bi berpirsyariya dozgeriyê û rêveberiyê, hê negihayî muxatabên xwe, dayina nav destê AA’yê, çespandina derhiqûqî û dersinciya 20 salan e. Raya giştî ya demokratîk divê dêhn û bala xwe bide ser vê rewşa kêfî. Hewldana Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Erdogan, a di ser metneke wiha re, ku bi rengekî derî sinc hatiye parvekirin, ya bi mebesta ku partiya me û Rêzdar Ocalan bîne pêşberî hev, nîşan dide bê ka çendî bi refterên pragmatîs e û çendî bêgav maye.

STRATEJIYA RÊYA SÊYAN

Weke ku Rêzdar Ocalan di Stratejiya Rêya Sêyan de, ya ku wî hilberandiye, û di bangê de diyar kirî, HDP di siyaseta dubendî de, ya di navbeyna Hevalbendiya Cumhur û Hevalbendiya Milet de ne alî ye. Mirov nikare ji nedîtî ve were zimanekî navtêdar û dubendiyê çêdike û her tiştî bi ”reş-spî” bi nav dike, di ser dijberiyan re tê avakirin, li gel stratejiyeke rageşiyê tê domandin, şêwazeke siyasetê ya ku bi doqikê destan tê kirin, pirsgirêka Kurd jî di nav de, hemû pirsgirêk kirine rewşeke kronîk û derfetên çareseriya demokratîk ji holê rakiriye, her ku diçe derfetên jiyana hevpar tine dike. Li şûna zimanekî bi kuşpeneyî û ya xwe bi ser yê dî dixe, ku mohra xwe li pêvajoya beriya hilbijartinê dayî, li şûna siyaseteke navtêdar û dubendiyan çêdike, serwerkirina zimanekî qanîkirinê û şêwaza siyaseta demokratîk, çareserkirina arîşeyan a bi azîneya danûstandinên demokratîk, hewldana ku mirov çanda lihevkirina demokratîk geş bike, wê bie gava destpêkê ya iklimîke siyasî ya nû.

HDP RÊYA SÊYAN E

Perspektîfa siyasî ya berfireh a daxuyaniya Rêzdar Ocalan têra xwe zelal e û gotiye, ”rêya sêyan hûn in”. Ya ku HDP jê re ”rêya sêyan” dibêje, rêya demokrasî, rêya aştiyê ye. Rêyeke wiha ye ku hemû derdorên civakî li ser para demokrasiyê digihijin hev.

DAXUYANIYA OCALAN BI SIYASETA HDP’Ê RE LI HEV DIKE

HDP, ji kûderê tê bila were, li dijî zilm, neheqî û zordariyê ye.  Em HDP bi stratejî û taktîkên polîtîk ku heta niha me şopandî, bi qelskirina desthilata AKP’ê, ku AKP her ku dibe xwedî hêz dibe xwedî karekterê olîgarşîk, hewl didin ku vegerînin ser nirxên demokratîk. Stratejiya me her wiha ew e ku hemû hêzên muxalîf ên civakî, di serî de li ser pirsa Kurd, li bara hemû arîşeyên Tirkiyê bikişîne ser bihistyariya demokratîk. Ji ber vê, daxuyaniya Rêzdar Ocalan û siyaseta ku heta niha HDP’ê kirî, li hev tên. Rêzdar Ocalan jî, HDP jî li ser şêwaza siyaseta demokratîk radiwestin û pêşniyar dike ku çareseriya arîşeyên siyasî û civakî yên Tirkiyê, li ser hilbijartina Stenbolê, ku geşedaneke rojane ye, neyên nirxandin.

STRATEJÎ Û TAKTÎKA HILBIJARTINÊ NEGUHERÎ YE

Di stratejiya hilbijarinê û gavên taktîk  ya HDP’ê de, ya li ser hilbijartina Stenbolê,  ku HDP di nav du blokên dîrokî de ne alî ye û stratejiya Rêya Sêyan bi rengekî biryardar û lê rawestiyayî didomîne, ti guhertin nîn e.”

Parve Bikin6TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê Gerîllaya enternasyonalîst Sara Dorşin bi bîranî

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – HRE: Li Efrînê çeteyek hate kuştin, 6 jî birîndar bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN  – HRE: Li Efrînê çeteyek hate kuştin, 6 jî birîndar bûn

LEZGÎN - HRE: Li Efrînê çeteyek hate kuştin, 6 jî birîndar bûn

LEZGÎN – HPG: Li Geverê 8 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin

LEZGÎN - HPG: Li Geverê 8 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.