Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Leyla Guven: “Ez bi serketina vê çalakiyê bawerim

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/02/2019 - 15:39
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Leyla Guven: “Ez bi serketina vê çalakiyê bawerim
ParvekeTweet

Leyla Guven: “Em îro li vir in, lê belê sibe dibe ku hevalên din vê berxwedanê bidomînin. Ya girîng xeleka li dora vê çalakiyê û piştevanî ye. Ji ber vê yekê ez piştevaniyê gelekî girîng dibînim.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 112 roj in di greva birçîbûnê de ye. Serdanên ji bo piştgiriya bi Guven re dewam dikin.

‘HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE AXAFTIN LI SER TIŞTEKÎ DIN NABE’

Jinên ji Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û femînîstên Tirkiyeyî serdana Guven kirin. Guven di dema serdanê de axivî û diyar kir, çalakiyên ku ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re tên kirin hêzê didin wê. Guven got, “Heta ku pirsgirêka Kurd li vî welatî weke pirsgirêka bingehîn bimîne, em nikarin li ser pirsgirêkên din biaxivin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên gelekî giran hene. Hemû jî bi hev ve girêdayî ne.”

Guven bi bîr xist, çalakiya greva birçîbûnê ji bo bidawîbûna tecrîdê dest pê kir û got, “Heta ku tecrîd bi dawî nebe em nikarin li ser pirsgirêkên din biaxivin. Lewma divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Bi piştgiriya we ev çalakî mezin bû. Em îro li vir in, lê belê sibe dibe ku hevalên din vê berxwedanê bidomînin. Ya girîng xeleka li dora vê çalakiyê û piştevanî ye. Ji ber vê yekê ez piştevaniyê gelekî girîng dibînim.”

Leyla Guven diyar kir, ew bawer e ku çalakiyên greva birçîbûnê wê bi ser bikevin û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê nikare hîn bêhtir bêdeng bimîne. Tiştekî ku em ji dest bidin nîne. Ji xwe me berdêl dan pêş çavên xwe û dest bi vê berxwedanê kir. Ez li her tiştî fikirîm û piştre min dest bi vê çalakiyê kir. Di nav de mirin jî dikare hebe. Ya rast, ez zanim ku ev çalakiya min wê rê li ber nemirinê veke. Hûn piştgiriyê didin, ev çalakî zûdeyî bi ser ketiye.”

‘DIVÊ EM BIBÎNIN; HER KES TECRÎDKIRÎ YE’

Guven bal kişand ser êrîşa 15’ê Sibatê ya polîsan a li dijî wekîlên HDP’ê yên dixwestin bimeşin, her wiha dorpêçiya polîsan a li dora mala wê jî bi bîr xist û got, “Hêzên serdest ji berê ve li lpêşberî şoreşgeran bêçare mane. Şoreşgeran kengî berxwedan geş kirin û veguherandin serhildanên bi heybet, wê çaxê neçar man ku gavan biavêjin. Divê em felsefeya Che Gûevara ji bîr nekin. Li welatekî şoreş pêk were jî, ji bo pêkanîna şoreşê berê xwe dide welatekî din. Dibe ku Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirî be, lê belê divê em bibînin ku her kes tecrîdkirî ye.”

‘EZ BI SERKETINÊ BAWERIM’

Leyla Guven anî ziman, çalakî wê bi ser bikeve, gelên Tirkiyeyê wê di nava aştiyê de bijîn û got, “Faşîzm wekî din çawa dikare bê têkbirin? Vê çalakiyê asta tecrîdê ya li Tirkiyeyê raxist pêş çavan. Li zindanan di asteke bilind de mafên mirovan tên binpêkirin. Berxwedana li zindanan gelekî hêja ye. Hevalên me bi berxwedana xwe polîtîkayên qedexekar hemû têk birin. Ez bi serketina vê çalakiyê bawerim.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şemrexê tevgera leşkerî ya dagirkerî

Nivîsa Pêş

Di êrîşa rejîma Îranê de kolberek hate kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di êrîşa rejîma Îranê de kolberek hate kuştin

Di êrîşa rejîma Îranê de kolberek hate kuştin

QSD rizgarkirina zarokên Êzîdî didomîne

QSD rizgarkirina zarokên Êzîdî didomîne

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dêra Zorê Civînek Komînê Lidarxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.