Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ- Gelê Şeladizê ji dagirkeriya Tirk re gotiye raweste!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/02/2019 - 0:02
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
LEZGÎN- Gelê Başur rabû serhildanê û baregaha Tirk şewitand
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê navenda Şêladizê gel li hember dewleta Tirk a dagirker raperîn kir. Balafirên dewleta Tirk bi bombebaranê 4 kes kuştin û vê raperînê de gel dest da li ser qereqola û leşkerên li wir teslîm girtin. Wesayit û tankên leşkerî hatin şewitandin.

Berteka gel a ku li Şêladizê derkete holê, bu sedema tirsa dewleta Tirk. Ji ber ku heya niha li Başûrê Kurdistanê li hember van qereqolan rastî êrîşa gel nehatibûn. Heman demê de ev bûyer berteka gelê Başûr a li hemberî dagirkeriyê dide nîşan. Ji xwe gelê ku raperîn kirin jî ev eşkere anîn ziman.

Li hember berteka gel dewleta nijadkujer bi dîsa balafirên şer bilind kirin û bombebaran berdewam kirin. Ji Zapê bigire heya Şêladizê wê erdnigariya fireh de bi giranî jî cihê ku gel li ser qereqolan da girtibû da ber bombebaranê. Di vê bombebaranê de jî bi tevahî zaroka sê kes hatin kuştin û birîndar jî çêbûn. Piştre di serî de Serokkomarê Dewleta Tirk û wezirê parastinê, wezirê karê derve bi axaftinê derew dest bi propagande ya reş kirin. Daxuyaniyê ku Kurd a piçûk dibînin dan, heqaret kirin û gef xwarin.

Hêzên hevkarê dewleta dagirker û nijadkûjer ev gef ên wan ji bo xwe wek peywir girtin û bi lez ketin tevgerekî. Hevkarî bernedan, li ba gelê xwe nesekinin wekî her demê gotinê TC’yê dubare kirin. Lêborîn ji wan xwestin û daxuyaniyê di komkujiyê de PKK berpirsiyar dîtî weşandin. Bi wan re bi yek devî kirin. Dema TC’yê bombebaran dikir wan jî wek perçeyek artêşa Tirk êrîşê gelê Şêladizê welatparêz yê li hember hêzên dagirker berxwe dida kir. Bi zordestiya çek û îşkenceyê hewl dan kû gel hildin bin zordestiyê.

Di Şêladizê de hêrsa gel a ku zivirî teqînê li ser dagirker û hevkarê wan tirseke mezin çêkir. Piştî Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li Başûr jî li dij derketina dagirkeriya dewleta Tirk. Di serî de Başûr û her deverê Kurdistanê, dewletên rojhilata navîn û bi giştiyê cihanê de bû rojev. Xwedî li vê berxwedana hember dagirkeriyê hate derketin û gelê Şêladizê tenê nehat hîştin.

Bi vî awayî hebûn, rastî, dagirkerî, nijadkujerî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê carekî dîsa derkete holê. Helbet ya ku ev rastiya derxiste holê xeynî gelê Şêladizê welatparêz kes nîne. Bi bandora hêzeke ji derve jî nebû. Hemû bertekên gel ê ku êdî “kêr gihîşte hestî” bû li hember dagirkerî nijadkujerî û êrîşa derkete holê.

Dewleta Tirk a dagirker, di encama peymanên veşartî yê navbera hevkarên xwe salên 1990’an pê de Başûrê Kurdistanê bi leşkerî dagirker kir û qereqolê dagirkeriyê çêkir. Şêladizê jî di navbera van qereqolan de cih digire. Dagirkeriya dewleta Tirk ya nijadkujer ji xeynî çend kesê KDP’ê kesî nepejirand. Çend cara bertek jî nîşan da bûn. 21-29 Sibat 2008’an de dewleta Tirk bi navê “Herekata Rojê” li ser Zapê operasyonek destpêkir û bi aliyê gerîla ve têkçû. Li hember êrîşa dagirkeriyê berxwedana gel li Bamernê di dîroka nêz de bû mînakek.

Niha jî berxwedana Şêladizê ya 26’ê Çile li hember dagirkeriyê derkete qadan hate ser van berxedana.

Rojek beriya 26 Çile dewleta Tirk dîsa ev herema bi balafirên şer dabû ber bombebarana û 4 Kurd kuşti bû. Ev komkujiya dewleta Tirk ya sereke nebû. Berê jî gelek cara bombebaran kiribû û komkujî kiri bûn. Komkujî hatibûn asteke wisa ku gel rojan nikaribû cesedê xwe ji erdê rake, biçin zevî, mêrg û bostanê xwe, ajalê xwe biçêrîne. Evê jî di gel de bertekek mezin afirand. Komkujiya 25’ê Çile jî bû “dilopa dawiyê ku li ser qedehê dirêje”.

Ne pêkan bû ku gelê Şêladizê di roja 26’ê Çile biketa nav helwesteke cûda. Berê jî li hember zilm û zordariya rejîma Saddam Huseyîn berxwedan pêk hatibû. Ji ber wê ku tiştên ku li Şêladizê qewimîn rasthatinî nebû. Bi bandora hin kesên derve jî pêk nehat. Bi tersî taybetmendiya wê ya berwedana li hember dagirkerî û mêtingeriyê hebû. Helwesta xwedî derketina heremên Behdînan û Soran jî berteka Başûrê Kurdistan ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk derxiste holê.

A rastî heqîqet jî ev e, tê wê wateyê ku helwesta li hember dewleta nijadkujer a ku îro li çar perçê Kurdistanê de, li hemû erdnigariyê Kurd lê dijîn neyartiya Kurda dike û li hember kurda rast e rast şerê taybet û qirêj dimeşîne ye.

Xuyaye ku pêwiste hemû şoreşgerê Kurdistanî, hêzên demokratîk û azadîxwaz encamên pir bi hêz derxin. Gelê Kurdistanê dixwaze li hember dewleta Tirk a mêtinger û nijadkujer di nav têkoşîneke yekpare de be. Pêşdetir wek ku Kerkûk û Efrînê qewimî li Şêladizê jî bi helwesta berxwedanê bangewaziya xwe nûkir.

Divê şoreşgerê Kurdistanî, hêzên demokratîk û azadîxwaz wateyek rast bidine vê bangewaziya gel, werin ba hev û di nav xwe de yekîtiyek demokratîk pêk bînin. Ji bo gelê ku bi hevre dijîn azad û wekhev bijîn jî ev hewcedarî heye. Divê vê wek peywir û berpirsiyariyek dîrokî ku pêwîste bînin cih qebûl bikin.

Cemal Şerîk

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtika

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 1’Ê SIBATÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ- Yek ji polîtikayên şerê taybet: “Asîmîlasyon!”-1-

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ- Yek ji polîtikayên şerê taybet: “Asîmîlasyon!”-1-

ANALÎZ- Yek ji polîtikayên şerê taybet: "Asîmîlasyon!"-1-

TAYBET- Romanê ku Rêberê Gelan Ocalan “pêwîste were nivîsandin” gotibû hat nivîsandin- “AMARA”

TAYBET- "Nivîskarê Romana "Amara", Romana Kurd vedibêje"

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.