Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: “Mutabaqata Edeneyê Sûriye Xist Vî Halî”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/01/2019 - 11:49
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Kalkan: “Mutabaqata Edeneyê Sûriye Xist Vî Halî”
ParvekeTweet

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kalkan diyar kir, Mutabaqata Edeneyê mutabaqata komploya navneteweyî ye û got, “Naveroka Mutabaqata Edeneyê qediya ye, hewl didin ji nû ve zindî bikin. Ew şert û merc êdî nînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, ji bernameya “Ulkeden” ya qenala Medya Haberê re axivî ku wê îro êvarê bê weşandin. Kalkan diyar kir, ew nizanin bê Mutabaqata Edeneyê çiqasî bi dilê Rûsyayê ye, lê belê ev yek daxwaza Tirkiyeyê ye. Kalkan ragihand, çapemeniya Tirkiyeyê hewl dide zemînê ji vê yekê re biafirîne û got, “Ji bo Tayyîp Erdogan û rêveberiya Esad li hev rûnên, vê dikin. Ji ber ku gelekî heqaretên giran li hev kirin. Ji bo karibin ji ya xwe vegere, hewl dide zemînekî biafirîne.”

Kalkan bal kişand ser Mutabaqata Edeneyê ku di hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn de kete rojevê û got, Mutabaqata Edeneyê mutabaqata komploya navneteweyî ye.

DIVÊ RÛSYA CIDÎ BE

Kalkan ji bo Rûsyayê got, “Ji aliyekî ve bi Kurdên azadîxwaz re rûdinê, qaşo hevdîtina bi rêveberiya Esad re teşwîq dike, lê li aliyê din bi Tirkiyeyê re Mutabaqata Edeneyê dixe rojevê. Divê Rûsya cidî be. Her wiha divê baldar be. Ya rast; me qîmet dayê, em ne li dij in ku  li Rojhilat Navîn, li herêmên din bibe xwedî hêz. Lê belê ev nêzîkatiya ku li berjewendiyên erzan difikire, her kesî li ber hev radike û hewl dide ji wê tevlîheviyê sûdê werbigire, nêzîkatiyeke rast nîne.”

MUTABAQATA EDENEYÊ SÛRIYE XIST VÎ HALÎ

Kalkan diyar kir, Mutabaqata Edeneyê Sûriye xiste vî halî û destnîşan kir, tiştek ji dewleta Sûriyeyê li holê nemaye. Kalkan got, “Me hemûyan dît bê Sûriye kete çi halî. Ya ku rê li ber vê rewşê vekir Mutabaqata Edeneyê ye. Eger rêveberiya Esad vê fêhm nake wê çaxê kor e, tiştekî ji siyasetê fêhm nake. Lê ne bawerim ku fêhm nake. Rêveberên Sûriyeyê bi aqil in, siyaseta li Şamê ne karekî hêsan e. Ji aliyê dîrokî ve navendeke rêveberiyê ye. Rêveberên heyî yên Sûriyeyê jî xwedî rastiyeke bi vî rengî ne. Hîn bûn û fêhm kirin ku ya bi serê wan ve hat ji ber Mutabaqata Edeneyê, ji ber têkiliyên bi TC’ê re ne.”

TIŞTEKÎ KU QEDIYA YE NABE JI NÛ VE BÊ BIKARANÎN

Kalkan got, “Sala 98’an Rêber Apo derket. Li ser bingeha Mutabaqata Edeneyê bi Tirkiyeyê re li hev kirin; Sûriye kete vê rewşê. Ev yek vekirî ye. Ji ber ku Sûriye ketiye vî halî dibe ku Rûsya xurt bûye, bandora Rûsyayê ya li ser Sûriyeyê zêde bûye, lewma tiştekî wiha xistine rojevê. Em ne bawer in ku rêveberên Sûriyeyê wê vê qebûl bikin û ji nû ve li wê mutabaqatê vegerin. Ji xwe 20 sal di ser re derbas bûn, gelek tişt li ber bê ket. 8 sal in li Sûriyeyê şer heye, parçe parçe bûye. Li Sûriyeyê her tişt xera bûye, di pratîkê de bûye sê parçe. Rewşa heyî û rewşa ku Mutabaqata Edeneyê lê hate kirin, qet naşibin hev. Ji ber vê yekê, tiştekî ku qediyaye niha hewl didin ji nû ve bi kar bînin. Em nizanin bê ev yek çiqasî bi dilê Rûsyayê ye, lê belê Tirkiye vê yekê dixwaze. Çapemeniya Tirkiyeyê hewl dide zemînekê biafirîne. Ji bo Tayyîp Erdogan û rêveberiya Esad li hev rûnên, vê dikin. Ji ber ku gelekî heqaretên giran li hev kirin. Ji bo karibin ji ya xwe vegere, hewl dide zemînekî biafirîne. Lê belê ne bawerim ku wê karibin bandorê li rêveberiya Sûriyeyê bikin, ji ber ku wê hîn bi aqilane tevbigere. Ew pêvajo êdî bihurî. Naveroka Mutabaqata Edeneyê nemaye.”

JINÛVE MUTABAQAT WÊ BIBE FELAKET

Kalkan anî ziman, Mutabaqata Edeneyê wê were wateya jinûve destpêkirina şerekî li Sûriyeyê yê mîna 8 sal berê; ev yek wê ji bo rêveberiya Sûriyeyê bibe felaket û got, ew ne bawer in wê pêk were û divê pêk neyê. Kalkan diyar kir, nexasim li rojhilatê Firatê têkiliyên Kurd-Ereban gihîştiye asteke baş, bi gelên din re sîstemeke demokratîk derketiye holê û got, li pêş çavan e bê ev sîstem çiqasî rê li ber hevgirtinê vedike û hêzê diafirîne. Kalkan got, “Em hêvîdar in hêzên Ereb hemû, eşîr, partî û rêveberiya heyî van rastiyan baş bibînin. Hêvîdar in wê zêde guhê xwe nedin berjewendiyên erzan û bandora derve, wê bibînin ku nêzîkatiyeke bi vî rengî ya demokratîk hêja ye û çareseriyeke bi vî rengî biafirînin. Naxwe ya din, ya ku Tirkiye ferz dike, şer e. Hêzên din hewl didin rê li ber şer vekin. Ji xwe ya ku divê niha were kirin ew e ku tifaqeke giştî bê kirin ji bo Tirkiye ji herêmên dagir kiriye bê derxistin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komîteya Şehîdan a PKK’ê daxuyaniya doh sererast kir

Nivîsa Pêş

Şervanên QSD’ê 2000 sîvîlê din rizgar kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
600 sivîl ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgar kirin

Şervanên QSD'ê 2000 sîvîlê din rizgar kirin

Endamê Meclisa Ciwanan Çeko Mîmkara hate binçavkirin

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çeko piştî ku serbest hate berdan dîsa binçav kirin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.