Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: ”Têkoşîna rizgariya Efrînê teqeze wê bi ser bikeve”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/01/2019 - 10:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: ”Têkoşîna rizgariya Efrînê teqeze wê bi ser bikeve”

????????????????????????????????????

ParvekeTweet

KCK’ê diyar kir ji bo ku Efrîn’ê ji dagirkirinê were xilaskirin berpirsyariya ku dikeve ser milê wan wê bi cih bînin û got, ”Em bawer dikin ku têkoşîna rizgariya Efrînê bi teqezî wê bi ser bikeve.”

NAVENDA NÛÇEYAN-Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê got, “Salvegera pêşî ya êrîşa li ser Efrînê ye. Dewleta Tirk bi êrîşa ser Efrînê, bi hilweşandina pergala demokratîk a bi azadîxwaziya jinê, armanc kiriye ku Efrînê dagir bike. Li dijî vê tevgera dagirker a bi armanca qirkirinê, gelê Efrînê bi rengekî fedaî li ber xwe daye. 300 jê jin, zarok, yixtiyar, 1000 kes şehîd daye. Em ên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne bi minet bi bîr tînin. Gelê Kurd vê dagirkeriya bi armanca qirkirinê wê ti carî ji bîr neke, Efrînê ji dagirkirinê rizgar bike.”

LI EFRÎNÊ SÛCÊ QIRKIRINÊ HATE KIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Efrîn û navçeyên wê bi temamî bajarên Kurd in” û hate domandin, ”Dewleta Tirk bi dagirkirinê re, zor lê kiriye ku bi sed hezaran Efrînê ji Efrînê koç bikin. Li gundan, navçeyan û li navenda Efrînê çete û malbatên bi Tirkiyeyê re têkildar bi cih kirine. Kurdên ku xwestine ku li Efrînê bimînin jî bi zext û zordariyê direvîne. Gelek saziyên navneteweyî gotine li Efrînê bi zext û zor û êşkenceyê Kurd ji ji şûnwarê xwe têne kirin û Efrîn ji Kurdan tê xalîkirin. Niha dewleta Tirk li ber çavê cîhanê bi guherandina avaniya demografîk sûcê qirkirinê dike. Li Efrînê ku 95 ji 100’ê wê Kurdan e, niha tenê 15-20 ji 100’î Kurd mane. Ev rasteqînî nîşan dide ku il Efrînê sûcê qirkirinê hatiye kirin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser van hêlan:

NY, YE, DYE Û RÛSYAYÊ DAGIRKERÎ TEŞWÎQ KIR

”Dema ku dewleta bi Tirk bi balafir, tang, topan jin, zarok, yixtiyar qetil dikirin Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE), Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsya li vê komkujiyê, dagirkirinê û qirkirinê temaşe kirine. Bi helwesta xwe rê ji vê dagirkirinê re vekirine û teşwîq kirine. Rûsya bi vekirina qada hewayî re, bi asta pêşî bûye hevkarê vî sûcê qirkirinê. Ya ku kir ku dagirkerî pek were qada hewayî ji balafir û helîkoptêran re vekirî Rûsya ye. Rûsya bi bazareke genî, ji bo ku çeteyên li Gutayê û derdora wê derkevin, bazara Efrînê bi Tirkiyê re kiriye. Niha beşekî girîng ên ku li Efrînê hatine bicihkirin ew çete ne ku ji Gutayê anîne û malbatên wan in. Tirkiyeyê li navçe û gundên nêzî sînorê xwe jî çeteyên bi ser Tirkiyê ve bi cih kirine. Ev der hê ji niha ve kirine parçeyek ji Tirkiyê.

TIRKIYE DIJMINÊ KURDAN Û DEMOKRASIYÊ YE

Tirkiye bi dagirkirina EFrînê dijminatiya xwe ya li Kurdan û demokrasiyê nîşan daye. Careke dî, bi rengekî zelal nîşan daye ku li dijî hebûna Kurdan, li dijî jiyana azad û demokratîk e. Ne tenê li Tirkiyê, li hemû Rojhilata Navîn nîşan daye ku dijminê demokrasiyê ye. Li hundir û derve Tirkiye li ser du xalan hesas e. Ya pêşî, dijminatiya li hebûna Kurdan û jiyana azad. Ya duyem; dijberiya demokrasiyê. Dema ku çav li van dikeve, weke boxeyê ku çav rengê sor kirî êrîşê tîne.

PLANA HILWEŞANDINA PERGALA DEMOKRATÎK DIKIN

Desthilata AKP-MHP’ê ku li Bakurê Kurdistanê her roj êrîşê dibe ser Kurdan û hêzên demokrasiyê, li cîhanê pergaleke faşîst ya nedîtî ava kirine, niha jî dixwazin êrîşê bibin ser pergala demokratîk a li Minbicê û Bakurê Sûriyê. Bi armanca ku pergala demokratîk a ku Kurdan, Ereban, Sûryanan û gelên din bi hev re ava kirine, ji holê were rakirin, plana dagirkriinê tê kiin. Weke li Efrînê hatî kirin,  dixwaze çeteyên bi ser xwe ve li Rojava û Bakurê Sûriyêbi cih bike, li van deran Kurdan nehêle û pergaleke mezhebî û faşîst ava bike. Desthilata AKP-MHP’ê bi vê hişmendî û polîtîkaya xwe nîşan daye ku ne tenê li Tirkiyê, li hemû Rojhilata Navîn berevaniyê li paşverûtiyê dike. Ji ber ku dibînin di demokratîkbûna Sûriyê û Rojhilata Navîn de pergala wan a qirker, mêtinger û dijminê gelan wê têk biçe, bi paşverûyên herêmê yên ku dijminê demokrasiyê ne, hevalbendiyê dike.

HETA KU FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê NEYÊ ŞIKANDIN AŞTÎ NE PÊKAN E

Çeteyên ku faşîzma AKP-MHP destekê dide wan û Sûriyeya ku ew dixwazin ava bikin, nîşan dide ku ev desthilat ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo hemû mirovahiyê taloke ye. Têkoşîneke li dijî faşîzmeke wiha têkoşîna parastina hemû mirovahiyê ye. Heta ku faşîzma AKP-MHP’ê neyê têkbirin, ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn aştî, aramî û demokrtîkbûnê pêk were. Ji bo vê jî berxwedana Kurdan a a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û ya li dijî êrîşên wê, berxwedana hemû mirovahiyê ye. Kurd li Bakurê Kurdistanê, li Qadên parastinê yên Medyayê, li Rojava û Bakurê Sûriyê li ser navê hemû mirovahiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ji niha û pê de jî wê heta dawiyê li ber xwe bide.

KURD HEMÛ JI BO RIZGARIYA EFRÎNÊ DIVÊ LI BER XWE BIDIN

Berxwedana Efrînê berxwedana rûmet û namûsê ya hemû Kurdan e. Efrîn yek ji quncika bihiştê ya Kurdan e. Heta ku Efrîn ji dagirkirinê neyê rizgarkirin Kurd li ti deverê nikarin bi rehetî rûnin û razin. Rizgarkirina Efrînê ne tenê berpirsyariya Efrîniyan û Rojava ye, berpirsyariya hemû Kurdan e. Hemû Kurd ji bo rizgariya Efrînê çi dikeve ser milê wan divê bikin. Tevgerên siyasî yê Bakurî, Başûrî, Rojhilatî û gelê li çar parçeyan teqez divê bi rojeva Efrînê bin, ji bo rizgariya Efrînê divê xwe bixin bin bar. Bêguman divê tenê xeyalek, armancek û armanceke jiyanê ya ciwanên Efrînê hebe; ev jî divê ew be ku ji bo rizgariya Efrînê di nav berxwedanê de cih bigirin.

Di salvegera pêşî ya êrîşa ser Efrînê de em berxwedana mezin slav dikin, şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin, careke dî diyar dikin, di têkoşîna rizgarkirina Efrînê de berpirsyariya ku dikeve ser milê me, em ê bi cih bînin; bawer dikin ku têkoşîna rizgariyê ya Efrînê bi teqezî wê bi ser bikeve û li ser vê bingehê em bang dikink u li dijî dagirkeriyê em têkoşînê geş bikin.”

Parve Bikin6TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ-Niha Dem Dema Berxwedanê ye!

Nivîsa Pêş

Li Amed’ê 2 ciwanê birayê hev hate binçav kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di qirkirinên  siyasî yên li Erdîş’ê 13 kes hatin girtin

Li Amed'ê 2 ciwanê birayê hev hate binçav kirin

HDP, li Amed’ê bi diruşmê ‘’Demokrasî, Azadî û Edaletê’’ derdikeve qadan

HDP, li Amed'ê bi diruşmê ‘’Demokrasî, Azadî û Edaletê’’ derdikeve qadan

Manşet

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.