Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Karayilan; “Di 2018 de her derê Kurdistan’ê bû qada berxwedanê”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/12/2018 - 14:07
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Karayilan: ”Li dijî êrîşan wê berxwedana gelê me û şerê me bidome’
ParvekeTweet

Karayilan sala 2018’an nirxand û got, “Gelê me bi berxwedana Efrînê dest bi sala 2018’an kir. Piştre jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedan û şerekî mezin hate kirin. Bakurê Kurdistanê bi temamî bû qada berxwedaneke mezin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bû mêvanê Bernameya Taybet a radyoya Dengê Welat û bersiv da pirsên Rosîda Mêrdîn. Karayilan bûyerên ku di sala 2018’an de qewimîn nirxand û got, “Sala nû li Rêber Apo, gelê me û gelên cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ku di sala nû de têkoşîna demokrasî û azadiyê xurtir bibe û bibe sala çareseriya pirsgirêkan. Her wiha Cejna Noelê ku rojbûna Hz. Îsa ye li civata Mesîhiyan pîroz dikim.”

Karayilan bal kişand ser komkujiyên ku li gelê Kurdistanê tên kirin û got, “Beriya sersalekê Komkujiya Roboskî kirin. Beriya niha bi 7 salan 34 ciwanên me ji aliyê çeteyên Erdogan û dewleta Tirk a dagirker ve bi zanebûn hatin kuştin. Şehîdên Roboskî û di şexsê wan de hemû şehîdên me bi bîr tînim û soza ku me daye wan dubare dikim. Xwîna wan wê li erdê nemîne, em ê bi têkoşîna xwe xwedî li bîranîna wan derkevin û ala wan a têkoşînê heta serketinê bilind bikin.”

KONSEPTA REJÎMA QIRKER

Karayilan sala 2018’an nirxand û got, “Gelê me bi berxwedana Efrînê dest bi sala 2018’an kir. Piştre jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedan û şerekî mezin hate kirin. Bakurê Kurdistanê bi temamî bû qada berxwedaneke mezin.”

Karayilan anî ziman, rejîma Enqereyê ya mêtinger-qirker a bi serkêşiya Erdogan dest bi konsepteke nû kir û got, “Di çarçoveya vê konseptê de xwestin li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê Tevgera Azadiyê tasfiye bikin û destketiyên gelê Kurdistanê ji holê rakin. Li gorî derfetan xwestin destê xwe dirêjî Rojhilatê Kurdistanê jî bikin. Konsepta nû ya rejîma Enqereyê ya faşîst bi kurtasî wiha ye. Di çarçoveya vê konseptê de êrîşî sê parçeyên Kurdistanê, Şengalê û Mexmûrê dike.”

BERDÊLÊN GIRAN HATE DAYIN, LÊ DI ENCAMÊ DE PÊŞÎ LI KONSEPTÊ HATE GIRTIN

Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk negihaştiye armanca xwe û wiha dewam kir: “Belê dibe ku Efrîn dagir kiribe, lê belê li Efrînê şer hîn dewam dike. Zehmet e ku mirov bêjin dewleta Tirk bi ser ketiye, ya jî Efrîn bûye malê dewleta Tirk. Nexêr, berxwedan û şer dewam dike. Hîn ne diyar e bê aqûbeta rejîma Enqereyê ya faşîst a li Efrînê çi be. Ji bilî ketina nava Efrînê dewleta Tirk tiştek bi dest nexistiye.”

Karayilan bi bîr xist ku di nava salê de hilbijartinên 24’ê Hezîranê pêk hat û got, “Encamên hilbijartinê nîşan da ku gelê Kurd û hêzên çep demokratîk ên li Tirkiyeyê di helwesta xwe de bi israr in. Di encama vê helwestê de HDP’ê bi siyaseta xwe ya demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê zêdeyî 11 ji sedî yê dengan wergirt. Yanî di nava gel de şikestinek nîne, gel xwe venagire.”

DEWLETA TIRK NEGIHIŞT ARMANCA XWE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan işaret bi berxwedana gerîla ya sala 2018’an kir û got, “Sîstema me ya gerîla niha li hemû eyaletan bi rê ve diçe. Rast e, me hin derb xwar, li hin deveran valahî çêbûn lê sîstema gerîla li ser piyan e. Dijmin nekarî sîstema me ya gerîla parçe bike. Nekarî li Îmraliyê bi Rêber Apo paş ve gav bide avêtin. Nekarî Şoreşa Rojava bifetisîne. Xwest Başûrê Kurdistanê dagir bike û hat heta Lêlîkanê. Lê bi berxwedana li Lêlîkanê, çiyayê Govendê, Tepê Xwedê, girên Xeregol û Koordîne yên li Zapê, nekarî ji vir û wêde biçe. Dema ku mirov li van daneyan rewşê binirxînin, tê dîtin ku dewleta Tirk a qirker negihiştiye armanca xwe.”

LI BAKUR Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 500 ŞEHÎD HATIN DAYIN

Karayilan anî ziman, di berxwedana mezin a gerîla de bêguman berdêlên giran ahtin dayin û wiha dewam kir: “Sala 2018’an hejmara şehîdên me derdora 500 e. Salek beriya wê nêzî 600 hevalên me şehîd bûn. Lê belê îsal gelek hevrêyên me yên fermandar ên bi salan ked dan şoreşê şehîd bûn. Hevrê Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Ronî, Kemal Garzan, Welat Gever, Rizgar Gever, Çetîn, Cûma Mardîn, Medya Mawa, Vedat Amed, Tarik Artvîn, Cûdî Zaza bi berxwedaneke lehengî gihîştin asta şehadetê. Dibe ku li vir em nikaribin navê hemû hevalan bînin ziman, lê şehadetên îsal rû dan hemû ji bo me giran e. Bêguman bi saya vê lehengiyê şerekî mezin hate kirin.”

DI BERXWEDANA SERDEMÊ DE NÊZÎ HEZAR ŞEHÎD HATIN DAYIN

Karayilan anî ziman, di şexsê Avesta û Karker de bi berxwedana Efrînê re dîrok hatiye nivîsandin û diyar kir, di Berxwedana Serdemê de nêzî hezar şehîd hatin dayin.

‘EM DIXWAZIN SALA 2019’AN BIKIN SALA SERKETINÊN MEZIN’

Karayilan da xuyakirin, sala 2018’an ji bo wan bi dersên girîng dagirtî ye û bi dersên ji sala 2018’an derxistî ew dixwazin sala 2019’an bikin saleke ji serketinên mezin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Farqîn’ê di serdegirtinên malan de gelek kes hate binçavkirin

Nivîsa Pêş

Malbatên Roboskî; “Em doza Roboskî ji nû ve zindî bikin”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Malbatên Roboskî; “Em doza Roboskî ji nû ve zindî bikin”

Malbatên Roboskî; "Em doza Roboskî ji nû ve zindî bikin"

Karayilan; “XETA KOMPLOYÊ WÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN”

Karayilan; "XETA KOMPLOYÊ WÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN"

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.