Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Malbatên Roboskî; “Em doza Roboskî ji nû ve zindî bikin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/12/2018 - 14:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Malbatên Roboskî; “Em doza Roboskî ji nû ve zindî bikin”
ParvekeTweet

Malbatên Roboskî di 7’emîn salvegera komkujiyê de li ser gora zarokên xwe kom bûn û ew bibîr anîn.

ŞIRNEX – Malbatên Roboskî di 7’emîn salvegera komkujiyê de li ser gora zarokên xwe kom bûn û ew bibîr anîn.Malbatan got: “Ji bo kujer û berpirsên komkujiyê derkevin pêşberî edaletê, em ê ji nû ve dest bi her tiştî bikin.” Malbatan ji hiqûqnas û siyasetmedarên berpirsiyariya wan di dosyeya dozê de heye xwest rexnedayîna xwe bidin û wiha bang li AKP’ê kirin: “Berdin bila edalet cihê xwe bibîne.”

19 jê zarok 34 welatiyên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan di 7’emîn salvegerê de li ser gora xwe hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê, parêzvanê mafên mirovan û parêzerên endamên gelek baroyan beşdarî bîranînê bûn.

Malbatan îro cilên reş li xwe kirin û ji bo bîranînê li mizgefta gund kom bûn. Malbat ji mizgeftê çûn ser gora zarokên xwe û gor hembêz kirin. Dayikan xwe negirt û rondik ji çavên wan bariyan. Wêneyên zarokên xwe danîn ser goran.

Malbatan li gel beşdarvanan li goristanê daxuyaniya çapemeniyê dan. Serokê Roboskî-Derê ya bi KHK’ê hat girtin Velî Encû yê ku xizmên wî jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da.

‘KOMKUJÎ MEHKÛMÎ TARIYÊ KIRIN’

Velî Encu roja komkujiyê bi bîr xist û got: “Me wê şevê li ser pişta hêstiran û di romorkên traktoran de can da. Em 34 can bûn. Ev 2 hezar û 558 roj em li ser gorên xizmên xwe li edaletê digerin. Her ku me edalet em rastî heqaret û dozan hatin. Malên me hatin dorpêçkirin û me binçavkirin û em hatin girtin. Tevî ku tê zanîn komkujî ji aliyê kî ve ferman hatiye dayîn û pêk hatiye jî lê tu kes hêj nehatiye darizandin. Ji bo dîtina kujeran sozên dan me pêk nehatin. Komkujî mehkûmî tariyê hat kirin.

Her dawî Dadgeha Mafên Mirova ya Ewrûpa (DMME) bi hêceta ‘Rêyên hiqûqa navxweyî qediyane’ dozê red kir. Di asta em gihîştinê de zindîkirina doza Roboskî ji zindîkirina miriyekî zortir bûye. Dosye di bin siya siyasetê de bêhn dida û disitend. Dadgehê dosyeyê fîhil kir. DMME’yê jî li hember komkujiyê lîstika ‘sê maymûn’ tercîh kir.

QÊRÎNA ME TENÊ LI ÇIYAYÊN ROBOSKÎ OLAN DIDE

Em tiştek din jî dibêjijn. Dema em van dibêjin yên bi me re bûn bêdeng man û dengê me li rûyê bêdengan dikeve. Bêdengiya wan şermê bi xwe re anî. Dengê me ji bilî gund dernakeve. Kesên ji bo tazmînat an jî şohreta siyasî û civakî xwestin Doza Roboskî ji xwe re bikin berjewendî dema ku dozê bi biryarek skandal hat encamkirin me li derdora xwe nedît. Em dibêjin di esasê xwe de du kes bi qebhet in. Qêrîna me li çiyayên Roboskî olan dide. Lê bes dengê me ji gundê me dernakeve. Olana dengê me xwe dizivirîne û li rûyê me dikeve.

DEYNDÊ REXNEDAYÎNA BEŞTAŞ Û ELÇÎ HEYE

Ji bo rêvebirina dosyeya Roboskî ji milê partiya siyasî Meral Daniş Beştaş û ji milê baroyê ve jî Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî berpirs bûn. Beştaş û Elçî divê di serî de deynê rexnedayîna xwe ku bidin malbatan, pişt re jî bidin gelê kurd û dû re jî bidin raya giştiya heqperest a Tirkiyeyê. Divê hesab bidin. Berpirsyariya wan heye. Lê mixabin her du mirov jî heta îro tu rexnedayînek nedane. Her ku em vê bêberpirsyariyê rexne dikin qey tu yê bêje Komkujiya Roboskî li serê wan qewimiye û me wê dozê têk biriye bi muameleyan re rû bi rû dimînin. Ev berpirsyarî ya siyasetmedaran, endamên Baroya Şirnexê û rêxistinên civakî yên sivîl e. Her çiqas me dereng fêm kiribe jî hat fêmkirin ku Roboskî bêxwedî ye. Em wisa bêxwedî ne daxwaznameya der barê parêzerê eleqedar de me da baroyê jî bêbersiv maye û em nikarin aqûbeta daxwaznameya xwe hîn bibin. Em ji vê bêdengiyê ditirsin. Lê em ê paş de gav neavêjin. Heta ew mirî zindî bibe, ji kujer û berpirsên Roboskî hesab bê xwestin û li pêşberî edaletê hesab bide em ji nû dest bi her tiştî dikin.

BILA KONFERANS BÊ LIDARXISTIN

Heta hesabê xemsariya ji bo dosyeya Roboskî neyê dayîn, em nikarin ji nû ve dest bi têkoşîna edaletê bikin. Ji bo dîsa ji nû ve dosyeya Roboskî bê vekirin em dixwazin konferansek bê lidarxistin.

Bila baroyên Kurdîstanê, rêxistinên mafên mirova, parêzvanên mafan û şexsiyet konferansê tertîp bikin. Bila di konferansê de hemû hûrguliyên Roboskî bên vegotin. Ji bo dîsa nebe mijara berjwendiyê divê aqilek hevpar bê avakirin. Bila bang li Meral Daniş Beştaş û Nûşîrevan Elçî bê kirin û di konferansê de rexnedayîna xwe bidin. Çi, li ku, ji bo çi xeletî kirin e an jî kêmasî kirin e em hemû bi hev re dizanibin. Encamên şênber ji vê konferansê derkevin bila hemû bi raya giştî re bê parvekirin. Yên bên şermezarkirin bila bên şermezarkirin. Yên bên lomekirin bila bên lomekirin. Berpirsyarî û azmê dayîna têkoşîna maf bi didin re em doza Roboskî ji nû ve zindî bikin. Em hêvî dikin û dibêjin ku wê ev banga em ji Roboskî olan bide û dîsa nezivire me. Bila were heta guhê we û ya pêwîst bê kirin.”

BANGA JI BO AKP’Ê: BERDIN BILA EDALET CIHÊ XWE BIBÎNE

Zû anjî dereng wê hesabê komkujiyê bê pirsîn. Em bang li hikumeta AKP’ê jî dikin. Roboskiyan mezlumiyê nehilbijart. Lê we zalimiyê hilbijart û hildibijêrin. Ser komkujiyê nenixîmin û bila her tişt bi zelalî bê lêpirsînkirin. Bila doz ji nû ve zelalî bê destpêkirin û pêvajoya darazî bê destpêkirin. Roboskî jî û h giştî ya Tirkiyeyê heqîqetê hîn bibin. Bedelê heqîqetê çi be bila bê dayîn. Berdin bila edalet cihê xwe bibîne.”

Piştî daxuyaniyê, xwişka Cemal Encu yê jiyana xwe ji dest da Cahîde Encu nameya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu yê ji girtîgehê şand xwend.

Bîranîn bi axaftina beşdarvanan dewam kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karayilan; “Di 2018 de her derê Kurdistan’ê bû qada berxwedanê”

Nivîsa Pêş

Karayilan; “XETA KOMPLOYÊ WÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Karayilan; “XETA KOMPLOYÊ WÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN”

Karayilan; "XETA KOMPLOYÊ WÊ JI HOLÊ BÊ RAKIRIN"

HPG; ”Em ê biryardariya hewrê Çetîn bişopînin”

HPG; ''Em ê biryardariya hewrê Çetîn bişopînin''

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.