Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/04/2018 - 14:41
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê li Eyaleta Serhedê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. 9 leşker hatin kuştin
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li bejahiya navçeya Kerboran a Mêrdînê û herêma Besta ya Şirnexê şehîd bûn eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan Elîşêr Torî, Canşêr Rustem û Rêzan Zaxo li Kerboranê, Bedrî Şirnak jî li Bestayê şehîd bûn.

Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:

“Artêşa TC a dagirker roja 26’ê Adarê bi desteka balafirên bê mirov li bejahiya navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kiribû. Hêzên dagirker heman rojê bomberdûmaneke giran li herêmê kiribûn. Ji ber bomberdûmanê 3 hevalên me şehîd bûn.

Wekî din, par roja 13’ê Gulanê li qada Şehîd Resûl a herêma Bestayê ya Şirnexê ji ber operasyonê şer qewimîbû û hevalê me Bedrî Şirnak şehîd bûbû.

Nasnameya şehîdên me:

Nasnav: Elîşêr Torî
Nav paşnav: Bûrhan Dûygûn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Anûde-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Adara 2018’an / Mêrdîn
Nasnav: Canşêr Rustem
Nav paşnav: Rênas Cemîl Alî
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Ferîde-Cemîl Alî
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Adara 2018’an / Mêrdîn
Nasnav: Rêzan Zaxo
Nav paşnav: Serhat Gazyak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Kadriye-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Adara 2018’an / Mêrdîn
Nasnav: Bedrî Şirnak
Nav paşnav: Bedrî Akça
Cihê jidayikbûnê: Etrûş
Dayik-Bav: Akîda-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Gulana 2017 / Şirnex

CANŞÊR RUSTEM

Hevalê me Canşêr Rustem li nava malbateke welatparêz li Efrînê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya cihê lê mezin bû, di zarokatiya xwe de tevgera azadiyê ya Kurd nas kir. Di dema şoreşa Rojava de tevlî nava refên têkoşîna me bû. Hevalê me Canşêr ku bi hişmendiya neteweyî hate çiyayên Kurdistanê û dest bi gerîlatiyê kir. Wî baweriya xwe bi wê anî bû ku divê ji bo gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê têbikoşe. Tevî ku hê gelekî ciwan bû, bû gerîlayekî serketî û ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir. Di demeke kin de berê xwe da Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma TC bi erka parastina gelê xwe rabû. Hevalê me Canşêr heta kêliya dawî jî bi kedeke mezin têkoşiya.

RÊZAN ZAXO

Hevalê me Rêzan Zaxo ji malbateke Şirnexî bû û li Cizîrê ji dayik bû. Lê belê malbata hevalê me Rêzan ji ber zext û zordariya dewleta TC neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike. Hevalê me Rêzan li penaberiyê mezin bû. Bi rastiya şer û hestên bêwelatmayinê mezin bû. Di emrekî ciwan de bi rastiya dijmin hesiya û ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nava refên gerîla bû. Mîna erdnîgariya Botanê timî serbilind bû û di şer de jî bû gerîlayekî qewîn. Berê xwe da qada Bakur û li wir tevlî şerê aktîf ê li dijî dijmin bû. Heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya û li herêma lê ji dayik bû, li Botanê şehîd bû.

ELÎŞÊR TORÎ

Hevalê me Elîşêr Torî li Kerboranê ji dayik bû. Ji ber ku li Kurdistanê mezin bû, bi rastiya dijmin baş zanîbû. Dît ku heta faşîzm û dagirkeriya TC li Kurdistanê neyê qedandin wê gelê Kurd azad nebe û li ser vê bingehê tevlî nava refên azadiyê bû. Piştî ku hate herêmên gerîla bi fedakariyeke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû. Di demeke kin de bû gerîlayekî xurt û serketî û bi rengekî çalak tevlî pêvajoya şer bû. Piştî ku demekê perwerde dît, berê xwe da cih û warê lê ji dayik bûye. Li qada Kerboranê ku zarokatiya xwe lê derbas kir, bi awayekî çalak cihê xwe di nava şer de girt û nîşan da ku divê ciwanên Kurd li dijî dijmin çawa bisekinin.

BEDRÎ ŞIRNAK

Hevalê Bedrî Şirnak, li nava malbateke welatparêz a Şirnexî li  Başûrê Kurdistanê, li sirgûniyê ji dayik bû. Malbata wî ji ber zext û zordariya dewleta TC a faşîst, salên 90’î ji neçarî koçî Başûrê Kurdistanê kir. Malbat destpêkê li kampa Etrûşê ma, piştre jî li kampa penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi cih bû. Hevalê me Bedrî di nava vê jiyana penaberiyê de mezin bû, ji têkoşîna azadiyê ya Kurd dûr nema. Têkoşîn nas kir û di demeke kin de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevalê me Bedrî di nava gerîla de bi ked û dilnizmiya xwe dihate naskirin. Di demekê de ku dijmin êrîşî gelê me dikir, berê xwe da cih û warê xwe Botanê û tevlî şerê giran bû. Li dûrî warê mezin bû, lê weke welatparêzekî rastî yê Botanê li Botanê heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd şer kir.

Ji ber van şehadetan em sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên hevalên xwe yên şehîd, ji gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Û em careke din soz didin ku em ê têkoşîna xwe bi azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê bi ser bixînin ku ev yek xewn û xeyala şehîdên me ye.”

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê: Li Berzanê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Resûl Xizrî: Madem hikûmeta Îranê nikare kar bide kolberan bila sînor jî negire

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Resûl Xizrî: Madem hikûmeta Îranê nikare kar bide kolberan bila sînor jî negire

Resûl Xizrî: Madem hikûmeta Îranê nikare kar bide kolberan bila sînor jî negire

Li mexmûrê dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî hat şermezar kirin

Li mexmûrê dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî hat şermezar kirin

Manşet

  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.