HESEKÊ –Berdevkê Çapemeniya YPG’ê Siyabend Elî ajansê me NUÇE CÎWAN re axivî û got ku gelê Kurd û gelên herêmê di pêvajoyekî dîrokî û hestiyar de derbas dibin û beramber êrîşên li dijî Rojava’yê bi biryar û îradeyekê xurt berxwedan didomin. Elî diyar kir ku li ser axa Kurdistana Rojava’yê, bi tevahî hemû pêkhateyan re, têkoşîna ku tê meşandin di nav gel de coş, moral û maneviyeta bihêz çêkiriye.
Siyabend Elî diyar kir ku şervanên ku li dijî hewlên komkujîyê bi îrada gelê xwe li ser mevzeyan berxwedan dikin, li hember planên dagirkerî û êrîşên ku projeya netewa demokratîk armanc dikin bi rûmet û şeref têkoşîn dikin. Elî bal kişand ser vê yekê ku nasname û hebûna Kurdî bi hezaran salan e ku tê armanc kirin û ev tehdîd îro jî berdewam e.
Di daxuyaniya xwe de, bi taybetî bal kişand ser ciwanan, Siyabend Elî got ku ciwanên Kurd ku li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê dijîn, her weha li Ewropa û welatên Erebî, divê di vê pêvajoyê de berpirsiyariyê bistînin. Wî got ku bêdeng man di dîrokê de berpirsiyariyek giran diafirîne û diyar kir ku berxwedana li Rojava’yê bi pêşengiya ciwanan mezin dibe.
Siyabend Elî got ku sedan ciwanên ku li mevzeyan têkoşîn dikin çavkaniya rûmet û serbilindiyê ya berxwedanê ne û bangî bi hêzkirina hevparî û piştgiriyê kir.
Röportaj bi giştî ev e:
Berdevkê Çapemeniya YPG’ê Siyabend Elî:
“Îro, gelê Kurd û gelên herêmê di pêvajoyekî dîrokî û hestiyar de ne û herêma me bi êrîşên hov û bêmirovî re rû bi rû maye. Lê belê berxwedana ku em li ser axa Kurdistana Rojava’yê bi tevahî pêkhateyên xwe re nîşan didin, coş, moral û maneviyeta bihêz afirandiye. Ev gel îro jî bi serbilindî li ser lingên xwe rawestaye.
Em bi vê berxwedanê rêz û silavên xwe ji bo şehîdan, hevalên xwe, şervanan û fermandarên xwe dişînin. Li hember hemû makîneyên komkujîyê, şervanên me yên ku bi îrada gel û biryara xurt li ser mevzeyan berxwedan dikin, li dijî komplôyên ku dixwazin herêmê dagir bikin û êrîşên ku projeya netewa demokratîk û biratiya gelan armanc dikin, helwestek bi rûmet nîşan didin.
Nasname û hebûna me ya ku bi hezaran salan e ku tê tune kirin, îro jî tê armanc kirin. Lê her ku li cîhanê dijî, li Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilat, welatên Erebî an jî Ewropa be, divê ciwanên me di vê pêvajoyê de berpirsiyariyê bistînin û barê Kurdistanê li ser milên xwe bigirin.
Ji ber vê yekê em bang li hemû ciwanan dikin: Her ciwan îro divê berpirsiyariyê bistîne û helwesta xwe bi eşkere nîşan bide. Dema ku nasname, hebûn û pêşeroja zarokên we di bin tehdîdê de ne, heke hûn li hember destên ku ber bi gelê Rojava dirêj dibin bêdeng bimînin, dîrok we nabexşîne. Em bawer dikin ku ev ax tenê bi ciwanan re azad dibe û dijmin jî tenê bi pêşengiya ciwanan tê têkbirin.
Îro em hemû ciwanên ku rûyê xwe ber bi Rojava ve zivirandine silav dikin û spasdar in. Sedan ciwanên ku li hevra hevalên me li ser mevzeyan têkoşîn dikin, çavkaniya mezin a rûmet û serbilindiyê ne. Ev berpirsiyarî îro carekî din li ser milên hemû me ye.”


