NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), rêxistina sîwanî ya ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ragihand ku ew ê di 24ê Çileya 2026an de “Konferansa Ji Nû Ve Avakirinê” li dar bixe.
TCŞ, ku ji sala 2018an vir ve di gelek warên wekî perwerde, çand, werzîş û rêxistinê de ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn xalek girîng e, dê di 24ê Çileyê de li Parîsa paytexta Fransayê bi beşdariya endamên xwe yên ji welatên cuda yên Ewropayê “Konferansa Ji Nû Ve Avakirinê” li dar bixe.



