MÊRSÎN – Li taxa Şahîn a navçeya Tarsûsê ya Mersînê, bi pêşengiya Saziyên Demokratîk, ji bo protestokirina êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Heleb û Rojava meşek girseyî û daxuyaniyek hat lidarxistin. Gelek ciwan û gel beşdarî meşê bûn.
Di meşê de timî dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Ciwan Fedaiyiyen Rêber Apo ne” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.



