TEBQA – Îro, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantonên Tebqa û Efrîn civînek ji bo peyama Rêber Apo li darxistin.
Civîn li Meclîsa Gel pêk hat û nûnerên hemû Tevgerên Ciwanan ên kantonên Tebqa û Efrîn beşdar bûn.
Peyam bi her du zimanan Erebî û Kurdî hate xwendin. Piştî xwendinê, ciwan û jinên ciwan nirxwandin kirin ku ev peyam dê ji bo hemû ciwanan bibe rêyek ji bo têkoşîn û berxwedanê û dê bibe destpêka qonaxeke nû di bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantonên Tebqa û Efrîn bi amadebûna hejmarek ji ciwan û jinên ciwan li Meclisa Tenfîzî daxuyaniyek dan.
Daxuyanî bi herdu zimanan Erebî û Kurdî hate xwendin û nivîsa wê jî wiha ye:
”Pêşî, em, ciwanên Efrîn û Tebqayê, peyama Rêber Apo ji bo ciwanan silav dikin û soz didin ku naveroka wê bicîh bînin. Wekî ku Rêber Apo gotiye, “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi serkevin.”
Dijmin êrîşên hovane yên fîzîkî û psîkolojîk li dijî ciwanan dike, û em dizanin ku dijmin ne tenê li deverên ku avahiyên wan qels in xwe birêxistin dike.
Belê, li her deverê ku ciwanên bi ramanên lîberal dibîne, hişê wan jehrî dike. Em ê nehêlin ku dijmin ciwanên me hedef bigire ji ber ku ciwan pêşengên civaka azad in.
Li ser vê yekê, û bi şopandina perspektîfên Rêber Apo bi ruhê hevaltiya komînal em ê li her derê xwe birêxistin bikin û em ê hemî beşên civakê birêxistin bikin.”
”Bijî Rêber Apo”
”Bê Serok Apo jiyan nabe”



