KOBANÊ – Li bajarê Kobanê carekî din berf bariya. Ciwanan û gelê Kobanê, bi boneya sersalê, daketin kolanan û di nava berfê de lîstin û mirovên berfê çêkirin.
Hemû bajar û derdorê wê bi qasî bihûstekî berf hat xemilandin. Herî dawî, nêzî 4 sal berî ewqas berf li bajarê Kobanê bariya. Niha jî, carekî din, li seranserî Rojavayê Kurdistan berf bariya.



