NAVENDA NÛÇEYAN – Di teqîna bermahiyên şer li gundewarê başûrê Helebê de yê di bin kontrola hikumeta veguhêz de 2 ciwan hatin kuştin. Bi vegera beşek mezin a Sûriyeyiyan li herêmên xwe qurbaniyên bi van bûyeran zêde dibin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku di teqîna mayînek ji bermahiyên şer li herêma Zibîb ê gundewarê başûrê Helebê yê herêmên hikumeta veguhêz de, 2 ciwan hatin kuştin.
Li gorî SOHRˊê, dema ciwanan motorsiklêt li nêzî Irtiwaziya Tilfah ê başûrê Helebê diajot mayîn bi wan de teqiya û di cih de hatin kuştin.
Bi vê yekê, hejmara sivîlên ku ji dema hilweşîna rejîma Esed ve di 8ˊê Kanûna 2024ˊan heta roja îro hatin kuştin û birîndar bûne, derketiya 647ˊan; ji wan 186 zarok û 42 jin in.



