ENQERE – Xwendekarên Zanîngeha Hacettepe ji bo daxwaza ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê meşek li dar xist. Di tevahiya meşê de, xwendekaran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana jinan” û “Jin, Jîyan, Azadî” qîr kirin. Di daxuyaniyê de pankartêk bi nivîsa “Çi bi serê Rojîn Kabaişê hat?” û wêneyen Rojin Kabaiş hatin hildan.
Di daxuyaniya de, xwendekaran bal kişandin ser şert û mercên gumanbar ên mirina Rojin Kabaiş û pirsîn, “Çima Rojin Kabaiş piştî windabûna wê 18 rojan nehat dîtin? Rexmê tespîta DNA’yên du mêran, dibêjin ‘întihar’ û dixwazin dosyayê bigirin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên zanîngehê li kampusê xwe ewle hîs nakin û hat gotin, “Ji ber ku duh kujerên Rojînê hatin parastin, îro xwendekarek li ODTÜ’yê hêzê dibîne ku di bin bandora madeyên hişber û bi kêrê de tacîz bike. Em kampusên ewle dixwazin da ku hejmara me kêm nebe! Em dixwazin bijîn. Em ê meydan, kolan an kampusên terk nekin.”


