NAVENDA NÛÇEYAN – Festîvala Şehîd Bawer Agir di 11’ê mehê de pêk were. Ji ber vê yekê, Komên ku di festîvalê de hûnera xwe pêşkeş bikin “Tenê sê roj mane heta festîvalê. Em bang li ciwanan dikin ku beşdarî festîvala rengîn bibin û her wiha Şehîd Bawer Agir bibîr bînin.”
6’emîn Festîvala Şehîd Bawer Agir, ku ji aliyê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya herêma Firatê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê ve tê organîzekirin, îsal dê di navbera 11-13’ê Cotmehê de li bajarê Kobanî bi dirûşmeya “Bi Hêvî û Baweriya Şehîdan Aştî û Civaka Demokratîk Serbixin, Azadiya Fizîkî ya Rêber APO Mîsoger Bikin” were lidarxistin.
Festîval dê di 11’ê Cotmehê de saet di 16:00’an de bi vekirina Stadyuma Şehîd Bawer Agir dest pê bike. Piştî vekirinê, komên folklorê yên ji civakên Asûrî, Kurd, Ermenî û Ereb dê derkevin ser dikê û cihêrengiya çandî nîşan bidin.
Roja duyemîn dê saet di 10:00’an de dest pê bike, ku çalakiyên werzîşî ên cûrbecûr tê de hene. Piştî nîvro, maçek dostane dê di navbera tîmên Serdem û Kobanî de were lîstin. Êvarê, beşdarên festîvalê dê saet di 19:00’an de ji bo şahiyekî mezin a moral bilindkirinê werin cem hev.
Bernameya roja dawî dê saet 4:00’ê piştî nîvro bi pêşkêşkirina sînevizyonek a jiyan û têkoşîna Şehîd Bawer Agir dest pê bike. Piştî vê yekê, hunermend Hesen Derik, Aziz Kekdar, Sümeyya, Melik Teym, Aycan Kobanî û gelek hunermendên din ên surprîz dê performansê xwe pêşkêş bikin.
Endamên komîteya amadekar a festîvalê hemû malbatên şehîdan, gelê Kantona Firatê, hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ciwanan vexwendin ku beşdarÊ festîvalê bibin.
Cih: Stadyuma Şehîd Bawer Agir – Kobanê
Dîrok: 11, 12, 13’ê Mijdarê


