MEXMÛR – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Meclîsa Jinên Ciwan ên Mexmûrê, komxebatek bi navê “Dewlet û Komun di Manîfestoya Civaka Aştî û Demokratîk de” li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî hate lidarxistin. Ciwanên kampê, niştecihên kampê û nûnerên saziyên kampê beşdarî komxebatê bûn.
Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre metna perspektîfê ya amadekirî hate xwendin û li ser mijarê nîqaşên berfireh hatin kirin. Wekî beşek ji bernameyê, pêşkêşiyek vîdyoyî li ser mijarê jî hate nîşandan.
Di dawiya komxebatê de, daxuyaniya dawîn bi raya giştî re hate parvekirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêxistina komunal bingeha parastina xwezayê ye. Her wiha hate destnîşankirin ku pergala dewletê ne tenê di avahiyên sazûmanî de, lê di hemî warên jiyanê de jî xwe birêxistin dike, û girîngiya hişmendî û zanînê ji bo veguherîna civakî destnîşan kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kuştina jinan, helwestên xelet ên li hember ciwanan, dagirkerî û qirkirina civakî nîşaneyên pergala dewletê ne. Di dawiya komxebatê de daxuyaniyek hat weşandin û biryardariya ciwanên Mexmûrê ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên li hember Rêber Apo û xurtkirina rêxistinkirina civakê hat nîşandan.
Komxebat piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

