MEXMÛR – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr û Meclîsa Jinên Ciwan ên Mexmûrê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, komxebatek bi navê “Di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Dewlet û Komûn” hate lidarxistin. Ciwanên kampê, civaka kampê û nûnerên saziyên kampê beşdarî komxebatê bûn.
Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî vê yekê, nivîsek perspektîfe li ser vê mijarê hate xwendin û nîqaşên berfireh hatin kirin. Her wiha pêşkêşkirinek vîdyoyî li ser mijarê wekî beşek ji bernameyê hate kirin.
Daxuyaniya ya ku di dawiya komxebatê de hatibû amadekirin, bi raya giştî re hate parvekirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêxistina komunal bingeha parastina xwezayê ye. Her wiha hate destnîşankirin ku pergala dewletê ne tenê di avahiyên sazûmanî de, lê di hemî warên jiyanê de xwe birêxistin dike, û girîngiya hişmendî û zanînê ji bo veguherîna civakî destnîşan kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku diyardeyên wekî kuştina jinan, nêzîkatiyên şaş ên li hember ciwanan, dagirkirin û qirkirina civakî nîşaneyên pergala dewletê ne. Di daxuyaniyê de biryardariya ciwanên Mexmûrê ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên li hember Rêber APO û xurtkirina rêxistina civakê hate diyar kirin.
Komxebat piştî daxuyaniyê bi dawî bû.


