REQA – Xebatên Komîna Ekolojîk a Ciwanan ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hatiye destpêkirin, berdewam dikin. Hamleya paqijkirinê “Komîna Ekolojî ya Ciwanan” ya ku li Hesekê û Dêrikê destpêkir, bi tevlî bûne ciwanên herêma Reqayê berfirehtir dibe.
Ciwanên Reqayî yên ku tevlî komînê bûn, di çalakiyek îro de paqijiya jîngehê pêk anîn. Endamên Komîna Ekolojîk a Ciwanan diyar kirin ku ew armanc dikin ku komîna heyî berfireh bikin û ji bo bilindkirina hişmendiya ekolojîk bigihîjin hemû ciwanan.

