NAVENDA NÛÇEYAN – Platforma Saziyên Demokratîk, duh li Amed, Mêrsîn û Wanê bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşên girseyî li dar xist. Bi deh hezaran kesên tev li meşan bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin û xwestin biryara “Mafê hêviyê” were cîbicîkirin.
Li her sê bajaran posterên Reber APO yên herêmî hatin bilindkirin û bênavber dirûşme hatin qêrîn.
Tevî êrîşên polîsan jî, çalakvan na rawestandin. Li Mersînê meş bi amûrên erbaneyî pêk hat. Li Amed, posterên mezin ên Rêber APO hatin bilindkirin û ciwanan pankartên rengîn çêkirin. Li Wanê, dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ li seranserê bajêr hate bihîstin.


