REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa bi hevkariya Komîteya li Dijî Madeyên Hişbir, li hola Stadyuma Şaredariya Reqayê komxebatekî li ser xeteriyên madeyên hişbir û tekoşîna li dijî wan li dar xist.
Di serî de, qala bandorên neynî yên madeyên hişbir li ser civak û bi taybet li ser ciwanan hat kirin. Her wiha, hat destnîşankirin ku belavkirina madeyên hişbir beşekî ji siyasetên pergala kapîtalîst ji bo parçekirina civakê ye.
Her wiha, çareseriyên ji bo pirsgirêka madeyên hişbir hatin guftugokirin.



