Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Koordînasyona Komalên Ciwan Şehîd Rohat Rover Bi Bîr Anî

Edîtor: Nucan Serdoz
17/09/2025 - 8:00
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Komalên Ciwan, Fermandar Rohat Rover di salvegera yekem a şehadeta wî de bi bîr anî. Daxuyaniyê tekez kir ku têkoşîna Rover îlham da ciwanan û got, “Meşaleya wan pê xistiye û pêşiya ciwanan ronî kiriye, emê bi wê ronahiyê bibezin serkeftinê û xeyalên wan yê Kurdistana azad pêk bînin..”

Daxuyanî wiha ye:

 

“Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Hemû Ciwanên Kurdistanê Re

Em wekî tevgera Ciwanên Apoyî di yekemîn salvegera şehadeta; Sembola mutewazîbûn û sekna Apoyî fermandarê me yê Ciwan Rohat Rover bi rêzdarî û minnetdarî bibîrtînin û di şexsê Rohat Rover, Ezîz Ereb û Helo Dêrsim de, em bejna xwe li beramber bîranîn û fedaîbûyîna hemû şehîdên şoreşê ditewînin. Dibêjin kû meşaleya wan pê xistiye û pêşiya ciwanan ronî kiriye, emê bi wê ronahiyê bibezin serkeftinê û xeyalên wan yê Kurdistana azad pêk bînin.

Tevgera Apoyî ya ku bi ciwantî destpê kir û tovê xwe li her derê reşand, bû şitil û îro bi sekna fedayiyên weke Rohat Rover ew şitil mezin bû, bû darek mezin kû her ciwan ji bo xwe bi rêxistin bike, ji fêkî û berhemê wê sûd werdigire. Heman demê xislet û cewhera tevgera Apoyî ya li ser nirxên dîroka civakî şîn bibû îro berbelavî herderê bû ye. Wekî nûnertiya hemû gelên bindest bi pêşengtiya jin û ciwanan de gerdûnî dibe. Bêgûman ew meşa 52 salan di nav şerek dijwar de hate meşandin, bi berdêlên giranbûha gihîşt roja me ya îro. Yek ji wan lehengan jî, heval Rohat bû ku, 20 salan bêy navber bi rih û dînamîzma ciwantiya Apoyî fermandartî û pêşengtî kir.

Hîn di zarokatiya xwe de bi êrişên dagirkeriya dewleta tirk koçbertiyê re rû bi rû mayîn, hêrsek mezin di Heval Rohat de avakir. Ew hêrs di giştî jiyana wî de dibe sedema mezin kirina tekoşînê. Di temenê xwe yê ciwan de taybetmendiyên wî yên pêşengtiyê xwe didin der. Di hamleya ‘’ÊDÎ BESE’’ de pêşengtiya qebûl nekirina tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên li ser gelê Kurd dike. Bi rihekî serhildêr hezaran ciwanên Kurdistanê seferberê serhildanan dike. Di kolan û taxên Kurdistanê de nefes girtina dagirkerîyê heram dike. Bi vê girêdan û biryardariya xwe ya bi welat û axê ve, bû yek ji sembola ciwanên Kurdê wêrek, bê tirs û çavreş.

Egîdê hemdem û lehengê ciwan her cihê ku çûyê, cewherê milîtantiya Apoyî jiyan kir û da jiyan kirin. Heval Rohat di giştî meş û jiyana xwe ya şoreşgerî de şopên mayînde di dil û bîra gelê me yê welatparêz de hişt. Di her gavek xwe de baweriya serkeftinê di nava heval û hogirên xwe de xurt kir. Tekoşîna xwe ya li Bakûrê Welat dayî destpêkirin, li Başûr, Rojhilat, Mexmûr û Rojava di asta pêşengtiyê de meşand. Bê navber 16 salan di xebatên ciwanan de di asta herî jor de berpirsyartiyên mezin girt û di kîjan xebatî de cihgirtibe jî ew îradeya ciwanan parast û jibo nasnameya ciwanan avabibe kedekî bêhempa da. Di pêvajoyên herî dijwarde kû dijmin biryara tune kirina tekoşîna ciwanên Apoyî dabû, Şehîd Rohat wekî mertalek îdeolojîk tevgeriya û bû parêzvanek serkeftî yê xeta milîtantiya Apoyî. Bi rihek fetihkar li ser dijmin de çû û êrişên wan vala derxist. Bi hêz û sekna xwe ya rêxistinî, dilnizimî û wêrek fermandartiya rast fêrî me kir.

Bi taybetmendiyên xwe yên herikbar, kedkar û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd şer û xizmet kir. Çavkaniya hêza heval Rohat jî hezkirin û girêdanbûyîna wî ya ji Rêber Apo re bû. Bi kûrahiya xwe ya di îdeolojiya Apoyî de hezaran ciwanan perwerde kir û berê wan da nav refên azadiyê. Di asta jor de hîskirina rastiya Rêber Apo hişt kû vê heqîqetê derî bi derî belav bike. Hêrsa xwe ya li beramberî komploya navnetewî vegerand rêxistinkirin û tevlîkirina gel ya nav refên tekoşînê. Sekna kû karî bû li her çar parçeyên Kurdistanê pêşengtiyê bike, di esas de karaketerê wî yê gerdûnî bû. Wekî derwêşekê jiyan kir û bi hevaltiya xwe, xwe gihand asta kamilbûnê.

Tişta herî zêde di şexsê heval Rohat de xwe dida der bandor bûna rêhevaltiya bi hevalên jin re bû. Sekna zilamê klasîk û feodal ji xwe re qebûl nekir li beramberî vê, sekna Fikrî Baygeldi’yan ya zilamê azad ji xwe re esas girt û li ser vê esasê têkoşîya. Pîvana serkeftinê di nav rihê hevpar yê xeta azadiya jinê de dît. Li ser vê esasê karîbû bi her hevalekê jin re hevaltîya rast avabike.

Pêwîste baş were zanîn ku her pêvajoya pêşdikeve bi encama tekoşîna gelê Kurd û bi fedayiyên wekî Rohat’an, bi keda hezaran Şehîdên Ciwan gihaye roja me ya îro. Rêber Apo bi hilgirtina însiyatîf û barekî dîrokî ji bo gelê Kurd û hemû mirovahiyê derfetekê pir mezin ya aştiya civakî û demokratik avakir. Em wekî tevgera ciwanên Apoyî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soz didin kû em ê sekna Rohat’an ji xwe re esas bigirin. Ji bo pêvajo bigihêje serkeftinê xeta fedayîtiya diyar kirî de em ê heta dawî şer û tekoşîn bikin û jiyana azad avabikin.

Bêgûman, xwedî derketina li rastiya şehîdan, bi serxistin û pêkanîna xeyal û armancên şehîdan ve pêkan e. Çawa ku heval Rohat bi cewherê koma îdeolojîk ya Apoyî meşiya û em hemû dane meşandin, niha erka hemû ciwanên Kurdistanê vê rastiyê ji herkesî re dayîna nas kirine. Wekî tevgera Ciwanên Apoyî pêwîste li her derê jibo jîndarkirina sekna Rohat’an, di serî de ciwanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, li hemû qadên tekoşînê de xwedîlêderketina li keda mîrateya şehîdan wê jibo me esas be.

Li ser vê esasê, em dûbare fermandarê xwe yê nemir û mînaka kesayeta serkeftinê bi heskirin û minnetdarî bibîrtînin û soza xwe ya li ser şop û mîrateya wan ya pîroz, tekoşîn bilindkirinê dûbare dikin. Di şexsê malbata hêja ya Şehîd Rohat de dubare sersaxiyê ji hemû gel û ciwanên Kurdistanê re dixwazin û em dibêjin em ê wekî Ciwanên Apoyî xwedî li mîrasa wan derbikevin.

Şehîd Namirin

Bijî Serok Apo.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

17.09.2025

Kordînasyona Komalên Ciwan”

 

 

1 Ji 22
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

22.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Turnoveya Voleybol a Cizîrê bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Dûran Kalkan: Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi Rêber Apo destpê dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dûran Kalkan: Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi Rêber Apo destpê dike

Dûran Kalkan: Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi Rêber Apo destpê dike

Meşa Dirêj Bi Dawî Bû: Îradeya ciwanan bê sînor e

Rêber APO rexne li çûyîna ber bi Ewropayê kir: Siyaseteke bi zanebûn a koçberiyê li ser ciwanan tê meşandin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.