REQA – Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê bi hevkarîya Nûnertiya QSD`ê, bi boneya rojbûna Rêberê APO li salona Îştar şahiyek ji bo zarokên şehîdan li dar xist.
Di şahiyê de saziyên leşkerî û sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan amade bûn. Piştre jî gelek axaftin hatin kirin û rojbûna Rêber APO hate pîrozkirin û bal hate kişandina ser berdewamiya têkoşînê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Rêber APO. Malbatên şehîdan destnîşan kirin ku ew ê rêya şehîdên ku ji bo ewlekarî û aramiyê canê xwe feda kirine berdewan bikin. Pêşandanên hunerî û dabke kevneşopî hatin pêşkêşkirin.


