Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Gerîla bi rengekî dîrokî li berxwe dide

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê destnîşan kir ku peymana navbera Enqere û Bexdayê tê wateya 'Lihevkirina bi DAÎŞ'ê re' û bang li hikumeta Iraqê kir ku tavilê ji vê şaşitiyê vegere.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
05/09/2024 - 11:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Gerîla bi rengekî dîrokî li berxwe dide
ParvekeTweet

BEHDÎNAN– Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di nava du hefteyan de di êrîşên terorê û dagirkeriyê yên dewleta Tirk de 7 kes hatin qetilkirin û got, peymana navbera Enqere û Bexdayê ji bilî ‘dagirkerî û terorê’ wê tiştekî bi xwe re nîne.

DI NAVA 2 HEFTEYAN DE 7 MIROVÊN ME DI ÊRÎŞÊN TERORÊ Û DAGIRKERIYÊ DE HATIN QETILKIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di nava du rojên dawî de li qadên Bradost û Raperînê di encama êrîşên terorê yên artêşa Tirk a dagirker de şêniyên me Bedî Kemal Mûhammed, Mûzaffer Huseyîn Xidir, Mûhammed Mûzaffer Huseyîn û Mûbîn Mûzaffer Huseyîn şehîd bûn. Beriya niha bi du hefteyan jî li herêma Şarezorê di êrîşê de ji kedkarên pêşeng ên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Di 31’ê Tebaxê de Hakîm Luqman li Stenbolê tenê ji ber ku bi Kurdî axivî ji aliyê keriyên faşîst ên xwe ji AKP-MHP’ê xwedî dikin, bi xwînxwarî hate qetilkirin. Yanî di nava 2 hefteyan de 7 mirovên me di encama êrîşên terorê û dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de şehîd bûn. Bi vê wesîleyê em van êrîşên terorê şermezar dikin, di serî de malbatên şehîdan em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

METNA LIHEVKIRINÊ TENÊ TEROR Û KOMKUJIYÊ BI XWE RE TÎNE

Ev şehadet heman piştî mohrkirina metna lihevkirinê ya navbera Tirkiye û Iraqê ya 15’ê Tebaxê pêk hatin. Diyar e ku ev metna lihevkirinê ji bilî teror û komkujiyê tiştekî din ji gelê Kurd û gelên Iraqê re neaniye, wê nîne. Mebesta Tirkiyeyê ji pêşketin, aramî û pêşveçûna aboriyê ya Iraqê teror û komkujî ye. Eşkere bû ku peymana navbera Iraq û Tirkiyeyê hate mohrkirin, wê pêşketinê bi xwe re nîne, wê komkujî û terorê bîne. Gotinên pêşketina aboriyê, ewlekarî, aramî, perwerde û rektorîkên din ji bilî nixumandina vê terorê û komkujiyê nayê ti wateyê.

BI PEYMANÊ RE DAÎŞ JI NÛ VE ANÎN

Encameke din a lihevkirina navbera AKP-MHP-PDK û hikumeta Iraqê, li herêma Behdînanê tê dîtin. Li vê derê çeteyên ji ber DAÎŞ’ê mane û çeteyên cîhadîst ên radîkal di bin sîwana artêşa Tirkiyeyê ya dagirker de li Behdînanê hatine bicihkirin û bi hêsanî tevdigerin. Rojên dawî dîmenên van çeteyan di çapemeniyê de hatin weşandin ku bi liv û tevgera xwe eşkere ye ku DAÎŞ’î ne. Bi van dîmenan ew rastî piştrast bûye ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada şer çavdêriyê dikin, bi raya giştî re parve dikin, lê belê medya şerê taybet a AKP-PDK’ê hewl dide vê rastiyê binixumînin. Artêşa Tirk a dagirker ku ji sala 2021’ê û vir ve newêre li hemberî gerîla şer bike û newêre bikeve tunelên şer ên gerîla, van çeteyan ji bo armanca xwe bi kar tîne. Ev çeteyên ku di encama têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi dayina berdêlên giran ji Kurdistan û Iraqê hatin paqijkirin, niha weke encameke vê lihevkirina navbera hikumeta Iraqê û Tirkiyeyê bi rengekî fermî li Kurdistanê û Iraqê têne vegerandin. Hikumeta Iraqê bi vê lihevkirinê re tifaqa AKP-MHP-DAÎŞ-PDK, dagirkirina Iraqê ji aliyê Tirkiye û DAÎŞ’ê ve, jinûve zindîkirina DAÎŞ’ê û bicihkirina li Iraqê û Kurdistanê rewa kiriye.

TIRKIYE ÇETEYAN JI BO PLANÊN XWE YÊN DAGIRKERIYÊ BI KAR TÎNE

Tirkiye zêdeyî 10 sal in bi rêya DAÎŞ’ê û komên çete yên mîna wê terorê li gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî li gelê Kurd dike, van çeteyan ji bo planên xwe yên dagirkeriyê bi kar tîne. Di vê çarçoveyê de ji Azerbaycanê û Ermenistanê heta bi Lîbya, Sûdan, Somalî û Cezayîrê, ji wir jî heta bi kolanên Parîs û Berlînê ev çete bi kar aniye. Di sala 2014’an de çawa ku Tirkiyeyê berê DAÎŞ’ê ji Şamê da Kobanê, ji Bexdayê da Mûsil, Şengal, Kerkûk û Hewlêrê, niha jî heman çete ji Idlibê aniye Amediyê, Zaxo û Dihokê.

GEFA QIRKIRIN Û GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Çeteyên DAÎŞ’ê bi rêya PDK û Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê, li deverên stratejîk ên Kurdistanê hatine bicihkirin ku ev yek ji bo dema dirêj gefeke qirkirinê û guhertina demografîk a li ser gelên Iraqê û gelê Başûr e. Em ji bîr nekin, DAÎŞ’ê piştî ku bi PDK’ê re li hev kir, kete Şengalê. Niha jî bi PDK’ê re li hev kiriye û ketiye Behdînanê. Ti garantî nîne ku tiştên DAÎŞ’ê li xelkê Şengalê kir li xelkê Dihok, Zaxo û Amediyê neke. Berevajî vê yekê metirsiyeke rasteqîn a bi vî rengî heye. Karê ku DAÎŞ û Tirkiyeyê heta niha bi hev re kirine, nîşaneya karê wan ê ji niha û pê ve ye.

GERÎLA BI RENGEKÎ DÎROKÎ LI BER XWE DIDE

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çawa ku li dijî terora DAÎŞ’ê ya ku piştgiriyê ji Tirkiyeyê werdigire li refên herî pêş şer kirin, hebûna gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî hebûna gelê Kurd parastin, niha jî li dijî êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên Tirkiyeyê ku piştgiriyê ji DAÎŞ’ê werdigire, li gel hemû zor û zehmetiyan li refên herî pêş bi rengekî dîrokî û destanî li ber xwe didin. Berxwedana beriya 10 salan a li Şengal û Hewlêrê, Hewlêr û Kerkûkê ya li dijî DAÎŞ’ê dihate kîjan wateyê, berxwedana niha ya li Zap, Metîna û Avaşînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî tê heman wateya dîrokî. Êrîşên Tirkiye û DAÎŞ’ê dewama hev in û êrîşên qirkirinê ne ku hevdu temam dikin.

LIHEVKIRINA BI ERDOGAN RE LIHEVKIRINA BI DAÎŞ’Ê RE YE

Girêdayî vê yekê di vê têkoşîna pîroz de em bang li gelên Iraqê û bi taybet jî gel, ciwan, jin û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê dikin ku xwedî li têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derkevin û tevlî bibin. Em bang li hikûmeta Iraqê, serok û partiyên wê siyasî dikin ku lihevkirina li gel Recep Tayîp Erdogan tê wateya lihevkirina li gel DAÎŞ’ê û ev yek teqez berovajî berjewendiyên gel û dewleta Iraqê ye. Planên dîktatorê faşîst Erdogan ne bi stûxwarkirin û rewakirinê, wê bi têkoşînê werin pûçkirin. Demildest betalkirina peymana bi dewleta Tirk re wê di çarçoveya berjewendiyên hikûmeta Iraqê de be û wê zirar û talûkeyên ku di paşerojê de derkevin holê, berteraf bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dronekî dewleta Tirk a dagirker hate xistin

Nivîsa Pêş

Xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn konserek lidaxist

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn konserek lidaxist

Xwendevanên Navenda Çand û Hunerê û Navenda Stêra Zêrîn konserek lidaxist

“Dîsa Ciwan, Dîsa Serhildan”

"Dîsa Ciwan, Dîsa Serhildan"

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.