Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Cejna Çarşama Sor pîroz kir

Edîtor: Nucan Serdoz
17/04/2024 - 20:52
di nav Çand, Hûner û Spor, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Cejna Çarşama Sor pîroz kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê Cejna Çarşama Sor a gelê Êzidî bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir. Komîteya Gelan û Baweriyan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê Êzidî yê bi têkoşîna azadiyê di nava berxwedanê de ye, Cejna Çarşema Sor pîroz dike û got, “Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedem ku gelê Şengalê li ser esasê avakirina Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk a Şengalê xebatên xwe hîn xurtir bimeşîne û rêxistin bike.”

Daxuyanî wiha ye:

“Roja Çarşema Sor li gelê me yê Êzidî pîroz be!

Civaka Êzidî Cejna Çarşema Sor a 2024’an pîroz dike. Em Cejna Çarşema Sor a gelê xwe yê Êzidî ku piştî fermana dawîn nêzî 10 sal in di têkoşîna hebûn û azadiyê de ne, pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ev cejn wê karibe gelê Şengalê li ser bingeha avakirina Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk hîn xurtir kar û xebatên xwe bimeşîne. Di heman demê de em cejna hemû Kurdên ku vê rojê bi çanda Çarşema Serê Nîsane pîroz dikin re pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema azadî, wekhevî, aştî û biratiya ku hemû gelên herêmê.

Weke berê îsal jî civaka Êzidî Cejna Çarşema Sor di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de pêşwazî dike. Gelê Êzidî yê ku bi gavên xurt pêşeroja xwe ya azad bi xwedîderketina li nirxên xwe yên çandî, ziman û baweriya xwe ava kir, hê jî di hedefa dewleta Tirk a qirker, kolonyalîst û hevkarên wê PDK’ê de ye. Ji ber vê sedemê em dizanin ku êrîşên dewleta Tirk ji bêtehamuliya wê ya li hemberî statûya gelê me yê Êzidî tê, hîn zêdetir têkoşîn û bi hêztir rêxistinkirina avakirina xweseriyê civaka azad û demokratîk. yek ji erkên me yên bingehîn e. Berdewamiya metirsiya qirkirinê van berpirsyariyan zêde dike. Ji ber ku dibe ku êrîşên qirkirinê di demên pêş de dubare bibin, bersiva herî xurt a li hemberî van êrîşan ew e ku gelê me yê Êzidî hêza xweparastinê xurt bike, rêxistinbûyînên jin û ciwanan berfireh bike, li ser xebatên meclîsên gel bisekine û il Şengalê sîstemeke xweser û azad bi pêşxistina jiyanê ji nû ve ava bike.

Dewleta Tirk bi zîhniyet û polîtîkaya xwe ya qirkirinê li dijî gelên herêmê şerekî topyekûn dimeşîne. Bi taybetî jî dijminên sereke yên gelê Şengalê, dewleta çete ya Tirk, hevkarên xwe yên PDK’ê û dewletên herêmê bi xwe re birin û her roj êrîşên qirkirinê pêk anîn, civaka Êzidî û Kurdan helwesteke ku bi rastî xwe ji nû ve zindî kir, girtin. Gelê me yê Êzidî ku bi biryar e nirxên xwe yên çandî yên kevnar biparêze û berfireh bike, li dijî êrîşên dijmin bi îradeyeke mezin li ber xwe da û nîşan da ku bi van êrîşên dijmin civaka Êzidî nayê tinekirin. Di vê wateyê de Cejna Çarşema Sor ku li gelê me yê Êzidî tê pîrozkirin, her sal bi ruh û hestê cejna berxwedanê ya hebûn û azadiyê tê pîrozkirin, watedartir dibe.

Êzidiyên ku bi hişmendî, îrade û têkoşîna xwe pir nêzî bidestxistina mafên xwe yên Xweseriya Demokratîk bûne, ji bo pêşeroja xwe li ser xaka xwe ya qedîm ava bikin, bi biryar û baweriyeke mezin têdikoşin. Ji bo avakirina sîstemeke ku wê siberoja azad misoger bike, di nava têkoşîneke bi biryar de ne. Ev têkoşîn û pêngavên avakirinê yên bi biryardariyeke mezin li Şengalê tên meşandin hêviyê dide Êzidiyên hemû cîhanê. Di şexsê berxwedana Şengalê de gelê Êzidî careke din serî li ber êrîşan natewîne û bi koka xwe re serî natewîne û di vê serdema dîrokî de bi awayekî herî xurt bi muxatabên xwe re rû bi rû maye, axa Êzidiyan dibe heqwar. Bi hevdîtina Êzdiyan a bi van bawerî û nasnameyên gelêrî re Çarşema Sor û Nîsan wateya xwe ya rast distînin. Ev ruh îrade û morala tevahî gelê Kurd zêdetir bilind dike.

Weke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji bo gel û baweriyên li Kurdistan û herêmê dijîn, bi zîhniyeta neteweya demokratîk û azad bi hev re jiyana xwe bidomînin, zêdetirî 50 sal in em têkoşînê didin. Di vê têkoşîna bi rûmet a ku bi îradeyeke mezin hat meşandin de, kur û keçên hêja yên gelê me yê Êzidî cih girtin û gelê Êzidî bi bedelên mezin piştgirî da têkoşînê. Di vî warî de gelê me yê Êzidî bi nasnameya xwe ya baweriyê, bi hişmendiyeke kûr û bi biryardariyeke pir watedar bi têkoşînê re rû bi rû ma. Weke Tevgera Azadiya Kurd, em careke din diyar dikin ku em ê li gorî perwerdeyên Rêber Apo, bi piştevaniya dozên mafdar ên gelê Êzidî û gelên herêmê yên ku ji aliyê hevrêyên me yên şehîd ve hatine emanetkirin, bibin yek. Em diyar dikin ku weke gel em ê bawerî û nirxên xwe yên nasnameyî biparêzin û heta azadiya Kurdistanê û hemû gelên Kurdistanî bi pêşengiya PKK’ê têbikoşin.

Bi boneya Cejna Çarşema Sor jî em tekezî li ser wê yekê dikin ku divê di navbera Êzidiyan de yekitiyek bihêztir bê kirin. Em di wê baweriyê de ne ku rûspiyên Êzidiyan wê rola xwe di xurtkirina yekîtiyê de bilîzin û li dijî êrîşên qirkirinê û meylên şerê taybet ên qirêj têkoşînê bimeşînin û em cejnên wan jî pîroz dikin.

Bi taybetî pêşengên civaka Êzidî Hacer, Binevş, Xane, Berîvan, Mam Zekî, Mam Beşîr, Saît Hesen, Dijwar (Mervan Feqir), Zerdeşt Şengalî ku di têkoşîna azadî, xweserî û statuya Êzidiyan de jiyana xwe ji dest dan û civaka ku karî em vê cejnê bi coşeke mezin pîroz bikin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelên ku canê xwe feda kirine bi ser bixin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pîrozbahiya Çarşema Sor li Şehbayê

Nivîsa Pêş

Lîga Fûtbol ya Ya’arub a 2024 li Reqa dest pê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Lîga Fûtbol ya Ya’arub a 2024 li Reqa dest pê kir

Lîga Fûtbol ya Ya'arub a 2024 li Reqa dest pê kir

ROJEVA 1’Ê NISAN 2024’AN

ROJEVA 18’Ê NISAN 2024’AN

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.