Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Pirtûka ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê şoreşa jinên Rojava de’ hat weşandin

Bi sedan jinên enternasiyonal ev pirtûk wekî çavkaniyeke esasî ya bi zimanê xwe ya ji bo naskirin û kûrbûyîn di derbarê dîrok û îdeolojiya Tevgera Jinên Kurdistanê de dibînin û bi vê pirtûkê bandor bûn.

Edîtor: Nucan Serdoz
09/04/2024 - 13:15
di nav Dîrok û Berxwedan, Ewropa, Giştî, Kurdistan, Li Seranserê Cîhanê, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
Pirtûka ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê şoreşa jinên Rojava de’ hat weşandin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2018’an de komeke jinên enternasyonalîst ên ku li Enstîtuya Andrea Wolf a Jineolojî ya li Rojava kom bûbûn, projeya nivîsandina pirtûkên wekî parçeyekî karên Enstîtu dabû destpêkirin. Li ser vî esasî di nav salekê de hem bi jinên ku bi salan di Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê de cihê xwe digrin hem jî bi jinên ku parçe û pêşengên Şoreşa Rojava ne, bi dehan jinan re hevpeyvîn hatibûn kirin. Wekî encama yekem ya vê projeyê di havînê 2020’an de pirtûka ‘Mujer Vida Libertad. Desde el corazón del Movimiento de Mujeres de Kurdistan (Jin Jiyan Azadî. Ji dilê Tevgera Jinên Kurdistanê)’ bi zimanê Spanî bi weşanxaneya Descontrol Editorial ya Katalunya ya ku pirtûkan li seranserê Spanya belav dike hatibû weşandin.

Ji 2020’an û şûn ve pirtûk bi zimanê Îtalî hatibû wergerandin û weşandin. Kar û xebatê tercumantî ya bi zimanê Fransî, Îngilizî û Portekizî berdewam dike. Bi dehan pêşkeşkirinên vê pirtûkê li seranserê Spanya, Katalonya û Welatê Bask, di heman demê de jî li Italiya hatine kirin. Bi sedan jinên enternasiyonal ev pirtûk wekî çavkaniyeke esasî ya bi zimanê xwe ya ji bo naskirin û kûrbûyîn di derbarê dîrok û îdeolojiya Tevgera Jinên Kurdistanê de dibînin û bi vê pirtûkê bandor bûn. Bi dehan komên xwendinê, nîqaş û xwe perwerdekirin pêk hatin û pêk tên. Ji 2022’yan û şunde vê pirtûk sînorên Ewropa jî derbas kir û li aliyê din a okyanusê, destpêke li Ekvador û herî dawî di Adarê 2024’an de li Kolombiyayê jî hat weşandin.

Niha, piştî 6 salan carek din bi Descontrol Editorial bi weşandina beşa duyemîn ya pirtûka bi navê ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê soresa jinên Rojava de’ ev proje bi dawî bû. Vê carê, ji bo parastina zimanê Katalanî û misogerkirina xwendina bi vê zimanê, pirtûk bi zimanê Katalanî hat weşandin, wê di Payizê de bi Spanî jî çap bibe. Piştî bingeha dîrokî û îdeolojik ya ku di pirtûka yekemîn de hat dayîn, di vê pirtûka duyemîn de bingeha şoreşa jinên Rojava çi ye, şoreşa Rojava çawa destpê kir û çawa pêşve çû, jiyana jin û gelan çawa daye guhertin, û di her qada jiyanê de (xweparastin, aborî, tenderustî, politik, diplomasî, ciwan, civak, edalet, çapemenî hwd) jin çawa xwe birêxistin dikin di vê pirtûkê kom bû. Her wiha, di dawiya pirtûkê de biyografiya şehîdên şoreşa Rojava ya ku di pirtûkê de tên behskirin ji bo danasîna wan hatin nivîsandin. Wekî di destpêka pirtûkê de tê xwendin ‘ev pirtûk ji bo bîranîna bi hezaran hevalan ku bi agirê şoreşê re xwe helandin e’. Wekî perperokên di lêgerîna heqîqetê de…

Her wiha, pêşgotina pirtûkê ya ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf ve hatî nivîsandin, wiha ye: “Em weke tevgera azadiya jinên Kurdistanê, ji tecrubeya xwe, giringiya naskirina dîroka xwe li hemberî şîroveyên dagirker û baviksalar ku me vedişêrin û me parçe dikin dizanin. Em pêwîstiya hilweşandina qalibên fikir û zihniyeta ku dagirkerî û baviksalarî ferz kirine bi pêşxistina fikir û zanebûnek azad, girêdayî dîrok û rastiya xwe, dizanin. Ev pirtûk di vê rêyê de dixwaze bibe alîkar. Bi salan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komun, meclîs, akademî û koperatîf ava kirine. Di her enî de ji bo parastina civakeke azad şer kirine. Di vê pirtûkê de gelek jinên cuda, dayik, xwendekar, karker, şervan, hunermend, rewşenbîr, jinên her temen û yê gelên cuda tecrubeyên xwe ya li ser jin çawa xwe birêxistin kirine, xwe perwerde kirine û saziyên xweser avakirine ji bo pêşveçûna şoreşa jinê parve kirine. Ev pirtûk utopyayeke dûr şîrove nake, lê tecrubeyên şênber ji dilê jiyanê ve nîşan dide. Pirtûkek li ser jiyanê di vê pevajoya şoreşgerî de ye. Bi hemû xweşikbûna xwe û rihê xwe yê şoreşgertî, bi hemû zehmetiyên xwe, nakokiyan û windahiyên bi êş, bi hemû serkeftin û hêviyên xwe. Çîrokên jiyan û têkoşîna ku rojane tê jiyankirin. Ji ber vê yekê ev pirtûk parçeyekî nivîskî ya dîrok û ya dema niha ye.”

Bi vê pirtûkê tê destnîşankirin ku şoreşa Rojava di esasê xwe de şoreşa jinê ye. Di navbera 6 û 19’ê Gulanê de wê ev pirtûk li 13-14 bajarên cuda yên welatên katalan (Katalunya û herema Valencia) wê ji aliyê endameke ji koma amadekariya pirtûkê ve were pêşkêşkirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ev der Girê Cûdiyê

Nivîsa Pêş

Perwerdehiya SEN: ‘Karê MÎT’ê li dibistanan li dijî mafên zarokan e’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Perwerdehiya SEN: ‘Karê MÎT’ê li dibistanan li dijî mafên zarokan e’

Perwerdehiya SEN: 'Karê MÎT'ê li dibistanan li dijî mafên zarokan e'

Em ê wan dagirkeran binbixin

Em ê wan dagirkeran binbixin

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.