Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Ciwanên Qilebanê destûr nadin AKP’ê

Ciwanên Qilebanê diyar kirin ku ew ê vê carê destûr nedin ku vîna wan bê desteserkirin û gotin: "Em vê carê destûr nadin AKP'ê, em ê vê zincîrê bişkînin û bi ser bikevin."  

Edîtor: Nucan Serdoz
26/03/2024 - 12:00
di nav Bakur, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ciwanên Qilebanê destûr nadin AKP’ê
ParvekeTweet
ŞIRNEX –  Di 31’ê Adarê de li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi mîlyonan kes wê biçin ser sindoqan û rêveberiyên şaredariyan ên nû diyar bikin. Bi salan e desthilatdariya AKP û MHP’ê bi rêbazên cuda vîna gelê kurd desteser dike. Desthilatdariya AKP’ê ku vê carê jî armanc dike bi hîleya û veguhastina hilbijêrên ji derve hin şaredariyên li bajarên Kurdistanê bi dest bixe, di nav hewledayînan de ye. Yek ji van navçeyên ku niha ev rêbaz dubare tê ceribandin jî navçeya Qileban a Şirnexê ye. Di hilbijartinên xwecihî yê 31’ê Adara 2019’an de bi hezaran leşker, cerdevan û polîsên ji derve anîn şaredariya navçeyê xespkirin. Di vê hilbijartinê de jî heta niha 2 hezar hilbijêr ji derve anîne û dubare dixwazin bi çarenûsa bajêr bilîzin. Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî van rêbazên AKP’ê her roj gund bi gund, tax bi tax û kolan bi kolan digere û wate û giringiya hilbijartinên herêmên xwecihî ji gel re vedibêje û ji wan daxwaz dike ku xwedî li îradeya xwe derkevin.
Ciwanên Qilebanê der barê hilbijartinê de bang li her hemû ciwanan kirin ku xwedî li îradeya xwe derevin. 
‘EM Ê NEHÊLIN KU AKP VÎNA ME VÊ CARÊ DESTESER BIKE’
Ji ciwanan Ramazan Paksoy diyar kir ku ciwan vê carê ji guhertinê re amade ne û wiha axivî: “Daxwaza min ji ciwanên Qilêbanê ew e ku xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ev 10-15 sal in ku desthilata AKP’ê dengê me didize û pereyê şaredariyê hemûyê dixwe. Bi pereyê şaredariyê ji xwe re bîneyan kirin û erebe kirîn. Lê belê em vê carê ji gelê xwe û ji ciwanan bi bawer in em ê destûr nedin AKP’ê. Çi qas ji destê me bê em ê nehêlin ku vîna gel bê desteserkirin. Em nahêlin ku îradeya me bişkînin û serkeftin her demê wê ya me be. AKP’ê di vê hilbijartinê de jî 2 hezar deng ji derve anîne û li Qilebanê bi cih kirine. Lê tevî vê jî ew ê bi ser nekevin. Em ê nehêlin ku AKP şaredariya me desteser bike. Divê di 31’ê Adarê de hemû jin, ciwan û gelê me xwedî li sindoqên xwe derkeve û nehêlin rayê wan bên dizîn. Serkeftin ya me ciwane ye.”
‘EM JI PARASTINA ÎRADEYA XWE RE AMADE NE’
Ji ciwanan Kûrtay Paksoy jî îşeret bi şaredariya AKP’î kir û got ku bi salan e yek xizmetek ji navçeyê re nekiriye û got: “Ev çend sal in desthilata AKP’ê îradeya me xesp dike. Lêbelê em vê carê nahêlin ku îradeya me xesp bike. Em êdî ji vê pergalê nerazîne û jê aciz in. Em dixwazin ku vê carê xwedî li sindoqên xwe derkevin û serkeftin ya me ye. Em bawer dikin ku vê carê tenê bi ciwanan mabe em ê nehêlin ku îradeya me bê desteserkirin. Em ciwan ji xwe bi bawerin û vê carê dê îradeya ciwanan bi serbikeve. Em nahêlin ku vê carê jî şaredariya me xesp bikin û navçeya me ya Qilebanê qirêj bikin. Em ciwan nahêlin ku di vê hilbijartinê de yek rayeke me jî bê dizin, em ji parastina îradeya xwe re amade ne.”
‘EM Ê VÊ CARÊ DESTÛR NEDIN KU VÎNA ME DESTESER BIKIN’
Ahmet Kara jî da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê her carê vîna wan desteser dike û got ew ê vê carê destûrê nedin vê rêbaza li derveyî hiqûqê û ev tişt anîn ziman: “Di sala 2019’an de heta niha bi hêza leşkerî û çekan tê xespkirin. Ev kes îradeya gel tiştekî hesab nakin. Rayî namûsa mirovî ye. Lê ev desthilatdariye ji ber berjewendiyên xwe yên kesane dixwazin ku îradeya gel xesp bikin. Lê em ciwan vê carê destûr nadin van pêkanînan. Em ê bibin yek û xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Em ê îradeya xwe radestî ne xwerxwazan nekin. Banga min ji ciwanan re ew e ku di roja hilbijartinê de raya xwe ji guhertinê re biavêjin. Bila em nehêlin ku ev desthilatdariya çarenûsa bajarê me ve bilîze.”
‘DIVÊ KU EM VÊ ZINCÎRÊ BIŞKINÎN’
Bedran Paksoy jî bi lêv kir ku di van 5 salan de pirsgirêkeke navçeyê nehatiye çareserkirin û ev bang li ciwanan kir: “Divê di 31’ê adarê de em ciwan li ser sindoqên xwe bisekinin. Divê em vê zincîrê bişkînin û qezenc bikin. Êdî bes e. Ji sala 2019’an heta niha em gelek zehmetiyê dikêşin ji ber wê em dibêjin êdî dem dema serkeftinê ye. Di van 5 salan de şaredariya AKP’ê ji xeynî zirarê tişteke din ji me re nekiriye. Em ê vê carê raya xwe bidin DEM Partiyê û yê ku bi serbikeve jî em in. Em ciwan dê vê carê biguherînin. Hêza me ciwanan a guhertinê heye. Ji bo guhertinê divê ku em hemû raya xwe bidin DEM Partiyê û em bi bawerin serkeftin ya me ye.”
Çavkanî: MA / Zeynep Durgut
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanêk kolber li Seqizê jiber sermayê jiyana xwe ji dest da

Nivîsa Pêş

Li Dêrezorê Desteya Ciwan dewreyekî din bi dawî kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Dêrezorê Desteya Ciwan dewreyekî din bi dawî kir

Li Dêrezorê Desteya Ciwan dewreyekî din bi dawî kir

Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin

Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em ne kole ne!’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.