Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
26/03/2024 - 13:09
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
ParvekeTweet
SÊRT – Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Sêrtê bi şev û roj didomin. Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DEM Partiyê Turgut Yurek da zanîn ku jin û ciwan pêşengtiya xebatan dikin û got: “Me di şevekê de li deriyê 2 hezar û 300 malbatan xist.”
Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê tenê çendek roj man. Bi nêzbûna hilbijartinê re Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî lez da xebatên xwe. Yek ji bajarên ku DEM Partî bi şev û roj xebatên xwe li didomîne jî Sêrt e. Îktîdarê li bajar 6 hezar û 643 “hilbijêrên gerok” veguhestiye û hewl dide bi rêya wan Şaredariya Sêrtê ku ev du serdem in qeyûman lê tayîn dike, bi dest bixe. DEM Partî jî li dijî vê gava îktîdarê, bi şev û roj dixebite û jixwe bawere ku dê şaredariyê bi dest bixe.
Xebatên li Sêrtê bi pêşengtiya jin û ciwanan tên meşandin. Ciwanên di xebatên hilbijartinê de cih digirin, têkildarî xebatên xwe bi ajansa me re axivîn.
21 TAX WEKE 7 HERÊM DIYAR KIRINE
Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Turgut Yurek da zanîn ku wan weke komîsyon beriya du mehan 21 taxên bajêr weke 7 herêm diyar kirine û xebatên xwe li gorî van herêman dimeşînin. Yurek, diyar kir ku her herêm her roj li taxên xwe xebatên xwe yên rojane didomînin. Yurek, anî ziman ku di hin rewşan de bi hemû berdevkên taxan, rayedarên sindoqan, midûrên dibistanan û berdevkên herêmê re li buroyên xwe yên hilbijartinê tên cem hev û xebatên berfireh dimeşînin.”
DI ŞEVEKÊ DE ÇÛN SERDANA 2 HEZAR Û 300 MALBATAN
Bi domdarî Yurek anî ziman ku hedefa wan ew bû ku di şevekê de biçin serdana hezar û 500 malbatan û wiha got: “Lê ji hêla moral û motîvasyonê ve em di rewşeke ewqas baş de ne ku me ev hejmar derxist 2 hezar û 300 malbatan. Me li herêmên 5’emîn, 6’emîn û 7’emîn saet di navbera 20.00 û 22.30’an de pusulayên dengan, deftera danasîna projeyan û belavok belav kirin û li deriyê 2 hezar û 300 malan xist.”
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE JI BO EWLEHIYA SINDOQAN BIXEBITIN’
Di berdewamê de Yurek daxuyand ku li Sêrtê ciwan pêşengtiya xebatan dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji heft salî heta heftê salî ev rewş hêzê dide her kesî. Em di meha Remezanê de lewma xebatên me heta derengiya şevê didomin. Hevserokên me yên bajêr û navçeyan, parlamenter û rêveberên me heta saet 11’ê şevê li qadan dixebitin. Xebatên me dê heta şeva 30’ê adarê berdewam bikin û di 31’ê adarê de jî em ê ji bo ewlehiya sindoqan bixebitin.”
‘JI BO ZIMANÊ XWE TEV LI XEBATAN DIBIM’
Yek ji ciwanên di xebatan de cih digire jî Azad Ekîncî (28) ye. Ekîncî, anî ziman ku îradeya wan hatiye xespkirin û zimanê wan tê înkarkirin lewma tev li xebatên hilbijartinê bûye. Ekîncî, da zanîn ku ew ne tenê ji bo kurdî, ji bo hemû zimanên tên înkarkirin têdikoşin û wiha berdewam kir: “Di nava DEM Partiyê de kurd, tirk, ereb, laz, çerkes û hwd gelek kes hene. Dema di meclisê de diaxivin, mîkrofonên wan tên girtin. Em dixwazin herkesek xwe bi zimanê xwe îfade bike. Em dixwazin nîşan bidin ku em li dijî zîhniyeta qeyûman hê jî li vir in û bi awayekî rêxistinî xebatên xwe didomînin.”
‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERBIKEVIN’
Ekîncî, der barê xebatên xwe de jî agahî da û got ku hema hema li tevahiya Sêrtê geriyane. Ekîncî, diyar kir ku belavokan û pirtûkçeyên danasîna projeyên xwe belav dikin û dibêjin ‘Em dengên we dixwazin û hişmendiya qeyûm qebûl nakin.’ Ekîncî, wiha pê de çû: “Bi vî awayî em hewl didin mirovan razî bikin. Gel jî eleqeyeke mezin nîşanî me dide û bi me re ye. Her wiha ez bang li hevalên xwe yên xwendekar û xebatkar ên li derveyî bajêr dikim ku bên ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derbikevin.”
JI BER NÊRÎNA DEM PARTIYÊ YA JINÊ TEV LI XEBATAN DIBE
Jina ciwan Fatma Kaçar a 25 salî jî diyar kir ku ji ber nêrîna DEM Partiyê ya jinê tev li xebatan bûye. Kaçar, destnîşan kir ku DEM Partî wekheviya zayendan diparêze, girtîngiyê dide jinan, demokrasiyê diparêze û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber van sedeman ez tev li xebatên DEM Partiyê bûm. Xebatên me didomin. Ji bo ku em logoya xwe bidin nasîn pisûlayên xwe belav dikin. Dem DEM’a me ye, doz doza me ye. Divê em dengê xwe bidin DEM Partiyê da ku jin li herêma me pêş bikevin.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Dêrezorê Desteya Ciwan dewreyekî din bi dawî kir

Nivîsa Pêş

Li Daqoqê cenazeyê ciwanek hate dîtin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Daqoqê cenazeyê ciwanek hate dîtin

Li Daqoqê cenazeyê ciwanek hate dîtin

Yekitiya Jinên Ciwan li Eyin Îsa Şehîd Bişeng û Şehîd Sara bi bîr anîn

Yekitiya Jinên Ciwan li Eyin Îsa Şehîd Bişeng û Şehîd Sara bi bîr anîn

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.